Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 13 peyam
    koma çiya - tirşik
    koma çiya
    (3) (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. ji komên berê yên gelek serkeftî ye. berê di mûzîka kurdî de kom popûler bûn, wê demê gelek komên serkeftî derketin û albûmên gelek xweşik çêkirin. koma çiya jî yek ji van koman bû lê hetaniha di tirşikê de mijara wan çawa venebûye min fêhm nekir.



    Li gorî agahiyên min peyda kirine, di sala 1991an de li enqerê ji aliyê çend xwendekarên beşa tipê û karkervan ve hatiye avakirin. avakirina xwe di komeleke meletîyan ya bi navê nermikan de, radigihînin. paşê di bin banê nçmê de dixebitin. Endamên komê yên wêdemê: Ali temel, celal ekin, beser şahîn, leyla civak, yekbun civak, şêx melik abdulbekir (Evdilmelek ŞêxBekir),zana faqînî, halit şahin û huseyin ildan.



    albûmên wan;

    rozerîn (1992) (ji kom mûzîkê)

    Stranên tê de: rozerîn, hezîran, brûsk, şitla azadî, keç meyro, porê xerîba min, mizgîn, bûka kurda, hûr genimo, adirê ma, mazlum dogan, potporî



    dîlana bêsînor (1998) (ji kom mûzîkê)

    Stranên tê de: hêsîr im li zindanê, xwîşka zozan, xişe, berîtanê, gula min, deşta bismilê, keçika dersîmî, tolhildan, zavayê pîrane, masîdar, partîzan, zeriyên dilsoz, bes e, loylim





    venamire (1999) (ji kom mûzîkê)

    Stranên tê de: tu arekî, çûme besta, helebçe, elîfê, cana min, em der tên, hoy mermer, şervano, vay derê adirî, were dînê, kurd nişîn, toy toy, hêsîr im li zindanê





    xêlî (2004) (ji kom mûzîkê)

    Stranên tê de: Bagiye, Duzeke Xarpetyo, Ere Nasek, Fide, Ha Bilul, Hawreyan, Hemam, Karwanek, Nerm e, şehmîran, melul giyan, meyreme



    di google playê de sepanek jî bi navê koma çiya heye ku tê de bîyografiya wan ya kurt, çend wêneyên bêkalîte û opsiyona guhdarkirina stranên wan(cem min nexebitî) heye.



    Bi taybetî albûma venamire gelek serkeftî bû. niha xebatên xwe didomînin an na, nizanim. lê ev 12 sal in albûma wan derneketiye, wisa dixuye kom belav bûye.



    2016.07.24-11:24 | simurg56

    2. dengê beser şahîn û evdilmelik şêxbekir zehf li kurdî tên yaw!! xwedê ji min pirsî ba gotiba bila dengê jin û mêr ên kurd çawa be? min ê gotiba bila wek yê besê û evdilmelik be! *



    2019.12.13-21:00 ~21:01]| xwelî li ser

    3. Tamek gelek xweş dabûn strana "besta belaka"yê. Karên gelek xweş derdixistin ev gelek e deng ji wan dernakeve



    2019.12.14-15:05 | lîfikê firaxê

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    elmas xan [1]
    Dengbêja kurd. Bi eslê xwe ji Şirnexê ye. Di sala 1894an de li...
    azad penaber [2]
    Dîsa îro lê hatim. Mirovekî ji xwe re dibêje ez helbestvan im. Teww ma...
    azad penaber [2]
    Nivîskar û helbestvanekî kurd e. Xwediyê pirtûkên dilîstan (vb...
    yekemîn bloggerê kurda [1]
    zinarê Xamo yekemîn bloggerê Kurda ye. li ser youtube bi xelîl brahîm ...
    serhado [1]
    bavê hîp-hop a kurdî albûmek nû belavkirîyê. keremkin... Serhado...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » koma kurdînûsan
    » çiyayê millan

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî