Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mitirb - tirşik
mitirb
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pîrê mITIRBAN : miradê kinê



23.08.2013 18:27 | seydayê_peyvan

2. hinek devera jî çîngenê re dibêjin



23.08.2013 18:29 | newenda

3. hinek jî mirtiv dibêjin.



23.08.2013 21:05 | hun çawane heval:)))))))

4. Hinek jî "a$iq" dibên.



04.03.2014 16:51 | hemdilaarda

5. ji mitirbên li nisêbînê dijîn re, dom dibêjin,yanî ez welê dizanim..

vê taliyê derhênerekî kurd ê bi navê halil aygün li ser jiyanaa doman belge-fîlmek çêkiribû û ez ne xelet bim ji gelek festîvalan xelat jî wergirtibû..

xelkeke bi serê xwe ye û bi navê domanî zimanekê wan heye..

berî du sê salan ez û çend hevalên xwe em çûbûn ava spî, ya li nisêbînê seyranê, axirê li ser rêya vegerê di rê de kemençejenkî destê xwe li me hejand em lê sekinîn û li erebeyê siwar bû, di sohbeta me ya hingî de min zanî ku xelkeke bi serê xwe ne û zimaneke wan ê cuda û bi serê xwe heye û ji aliyê kurdan ve tûşî gelek tade û eziyet û êdinkirinê hatine..

yanî fêm kir ku tu herî kû der û devera dinyayê her pîramîdek heye û tê de her bindestek heye..



04.03.2014 17:57 | endazer

6. li cem me, ji ew kesên ku çîrok û pêkenokên wan xelas nabin û hember gotinan tu caran bêbersiv namînin, tê gotin



04.03.2014 19:47 | simurg56

7. kesên ku bi navê qereçî jî tên nav lê kirin.



04.03.2014 22:51 | biruya hayao miyazaki

8. qereçiyan re li derdorê albistanê, melêtî, xarpûtê bejingcî, bejincî dibêjin, bejing + cî, di nav gel de bi tirkî elekçî ye..gewende jî dibêjin,kevnêşopiya kilam gotin berê divê hebe lê anha nizanim,



04.03.2014 23:21 | havka

9. hinêk fikirîm pir bi zorê têt bîra min dawatêk gewendeyan lîstî hat bîra min.. kilam jî digotin.. dolwan û zirnewan bi piranî qereçîne rastê...li gorî gundê ku mezin buyim fikirîm ku berê de tune.. gotinên we rastin,,fîlma beynelmiyel li ser ve bû..



04.03.2014 23:47 | havka

10. li gundê me yekî mitirb hebû di go; ez ê herim kerboranê kemançe ya miradko ji xwe re bênim. vêca kemançe ji xwe re anî an neanî ez nizanim.



06.03.2014 15:35 | mamostanısebin

12. mirtib jî tê gotin



13.11.2014 12:24 | mîr

13. mitirb,kereçî,dom, roman û hwd. li dinyayê bi gelek navan hatine nasîn. Ez baş nizanim lê carekê mamosteyê me digot; ji bajarekî hîndîstanê koçberî dinyayê bû ne û navê bajar jî karachî ye. Aniha dinav sînorê dewleta pakîstanê de ye.



25.04.2020 18:57 | merwano

14. Mirtiv, mirtib, qereçî, cengene



26.04.2020 01:50 | afa

15. gotina qereçî ji bajarek hindûstanê tê lê her dom ne mitirb e .
û her mitirb ne dom e .
(bnr: aşiq)



26.04.2020 03:56 | shwinsherm

16. mitirbên mêrdînê wek dom tên nasîn ev peyv bi sanskrîtî ḍomba डोम्ब "ku li hindistanê navê sazbendên kasta herî jêrîn" hatiye girtin.



24.06.2022 15:15 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mitirb

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî