Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
nifşa yekem a tirşikê - tirşik
nifşa yekem a tirşikê
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nifşa yekem di sala 2013'an de qeyda xwe çêkiribûn...

Ez jî ji vê nifşê me û ger hûn hêrs nebin ez jî fortan diavêjim, kips;)



27.07.2016 18:05 | ferhenga şikestî

2. nifşa ku bi gotinên xweyên li jor mereq ji minre çekirî.



gelo ez nifşa çendê me ?.



27.07.2016 18:14 | mijdar

3. (bnr: nifşa 56an) ;)



28.07.2016 13:13 | endazer

4. Nifşa ku ji tirşikê ew qas hez kiriye ku hê jî piraniya wan li van deran e. Me stûnên tirşikê ava kir, ew stûn hê jî di cihê xwe de ne.



28.07.2016 13:57 | brusk56

5. ez jî ji vê nifşê me, min di 04.06.2013an de qeydiya xwe çêkiribû. ;)



17.01.2018 21:27 | tizbîkêş

7. nifşa ku pişta xwe daye tirşikê û çûye ye.



02.11.2018 12:13 | bûtîmar

8. nifşa ku ez pir mereq dikim. hertim peyamên wan ên kevin dixwunim lê xwezî nivîsandina xwe bidomandina û me yên nû jî bikariya bixwendiya.



02.11.2018 13:54 | xelîl

9. gelo kesê heyeku nifşa min di tirşike de çiye? ez pir meraq dikim



02.11.2018 14:48 | tekoser

10. (bnr: buralar hep bağ bahçe idi)



03.11.2018 15:13 | gulêê

11. (bnr: tişta ku tu lê digerî nehat dîtin)



03.11.2018 16:15 | xelîl

12. Ew mirovên delal ji hespên xwe ên delal siyar bûn û çûn.



27.06.2023 08:08 | cinorek

13. Ez dibêm di halê xwe de ne. Bûne xwedî zar û zêç, li malê, li zarokan meyze dikin.

Nifşa yekem we nehiştiye û neçûne cihekî Hevalno. bêhna xwe fireh bikin. Pir nema. di demeke nêz de wê Zarokên wan ên gihîştî bibin nifşa niza'm çendîn a tirşikê.

(bnr: berdewamîya nifşên tirşikê)



28.06.2023 13:01 | mirovekirind

14. (bnr: berdewamiya nifşên tirşikvanan)



28.06.2023 15:23 | mirovekirind

15. Têkiliya wan bi Tirşikê we li asteka pir cûda bû.
Ewqas li tirşikê hezdikirin ku hinek ji wan evîndarê xwe jî li tirşikê dîtine:
tirsik.net/143337



19.10.2023 15:26 | cinorek

16. Ez jî yek ji wan kesan; filankes kurê filankes…

qederekî çil roj paşê deh salên min xelas dibin di vê malperê de. Cara yekem e ku evqas zÊde jê dûr mame. Carûbaran têm, çav lê digerînim û diçim. Bi taybetî di rojên li stenbolÊ de pirr têde çalak û helaq bûm. Deh sal deh! Hê nû zanko xelas bûbû, şûr zimbelên min nedibirrî! Lê aniha bûme 33 salî hem porên min hem zimbêl û riyê min tev spî bûne. kesî bawerî bi sîûsêsaliya min nayêne, weka ku çil salî bim. Aniha min du zarok hene, yek jê ciwan yê dî rojên; her dû jî helbestvan û hunermendekî temam dikin(ciwan haco, rojen barnas) bo min wek albûmeke ciwan hacoyî ne ku ji helbestên rojen barnas pêkhatî...
Erê deh sal pirr zû bihurî, te dît tê pirsîn; tu deh sal paşê xwe li kû dere dibînî? Ji 23 saliya xwe li van rojan dinêrim; min xeyalek hebû bi navê kurdistan, çi heyf! Xendekîstan ket para min. Ji 33 saliya xwe dinêrim li rabirdûya xwe; çi heyf! tu yê mezin bibî û xeyalên te bibin gulmek cîncoq bişkên di qirika te de! Aniha bi tenê bi pirtûkan mijûl im, êdî yên kurmancî bo dermên bin jî ji gewriya min naçin xwarê. Jixwe kurê min ê xweşkurdîaxêf jî dev ji kurdî qeraye, dest bi dibistanê kir yekcar dilê xwe jê sar kir, nikarim hêrs bim jî çimkî realîte, rasyonalîte, bêdewletîbûyînîte… welhasil û kelam heta qirika xwe bûme pesîmîst! Peyva hêvî ji bo min bi peyatî çûyîna heyvê jî zortir, tehltir, êştir, dûrtir, wêdetir e hîn. Bi tenê min rica heye ji nivîskarên nû; pirr bixwînin kêm binivîsin, hindik binivîsin, dirêjtir binivîsin, qene bi vexwarina qedehekê çayê, dagire dema me ya xwendinê, her tişt pûç bûye qene tîp, hevok, rist û rûpel bigihîjin hawara me. Piştî demeke dûvdirêj a ji dûrketina tirşikê nema zanim çi binivîsim, wek ku min hê nû nas kiribe. Xwendina pirtûkan ez ji nivîsandinê sar kirime, herçî dibÊjin xwendin bi dûv xwe re nivîsandinê dikemilîne lê belê ji xwendinê fêrî ne-nivîsandinê bûm. Ji min re dibêje destûr!
aniha bi xatirê te tirşik, dibe ku tam di deh saliya xwe ya tirşikê de bêm hin tişt jê re bilorînim. Xwudê zane, aniha min du zarok hene li hêviyê hezkirin û eleqedarîyê ne, yek bi girî bang dike yê dî bi gilî û gazî! bi xatirê te, divê kurê xwe bigirim pişta xwe û bidim kenînê.



19.10.2023 22:45 | ferhenga şikestî

17. Ev nifş êdî bûye kal, pîr û bêhêvî. Armanca wan a niha tenê ew e ku zarok mezin bikin û ger wext hebe yek-du pirtûk bixwînin. Lê ew ewqas tembel bûne ku êdî nikaynin werin vir û li ser pirtûkên ku dixwînin yek-du gotinan jî binivîsin.

nifşa yekem a tirşikê/143362

Carna dibînim ku nivîskarên nû tiştên romantîk derbarê nifşa yekem dinîvîsin. Divê nivîskarên nû hêvî nekin ku ew nivîskarên kevn vegerin. Ew çûn. Ew mirovên qeşeng li hespên xwe yên leyîstek siyar bûn û çûn. Niha belkî jî li parka zarokan bi helezîka (texterevallî) dilîzin.



21.10.2023 17:37 | cinorek

18. nifşa ku deh sal berê belasebeb çûne bo wergera ubuntuyê xebitîne lê îro naxwazin têketinê tirşikê jî bikin.



22.10.2023 00:32 | ciwanzêr

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» nifşa pokemon
» yekemîn rêzefîlma kurdî
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî