Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ji aliyê hiqûqê ve rewşa tirşikê - tirşik
ji aliyê hiqûqê ve rewşa tirşikê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ne diyar e lê divê êdî were dîyarkirin.

weke hûn zanin êdî gelek kes ji ber nivîsên wan yên di medyaya sosyal de, tên girtin û jikaravêtin û hwd.

ji bo ku tiştên wisa neyên serê tirşikvanan, gelo divê çi were kirin? divê êdî em bersiva vê pirsê bidin.

vê gavê jixwe heta ku ev problem were çareserkirin, me tirşikê ji mêvanan û biyaniyan re girtiye. ji ber ku di tirşikê de niha gelek peyam hene ku dikarin serê malperê jî xwediyê peyamê jî biêşîne. şûna ku em van peyaman jê bibin, weke gava ewil me malperê ji biyaniyan re girt. lê ev ne çareseriyek mayînde ye. ji ber ku bi vî awayî motorên lêgerînê yên weke google, yahoo, yandex fîlan jî tirşikê nabînin û nikarin di lêgerînan de malpera tirşikê jî lîste bikin. wê demê tirşik wê neyê nasîn û belav nebe.



niha çend xal hene ku divê em li ser bisekinin;

1- divê di pêvajoya endambûnê de şertnameyek hebe û were erêkirin? ger pêwist be, divê kîjan xalan bihewîne?

2- dema nivîskarek peyamek nivîsand ku dikare ji aliyê zagonî ve bibe sedema pirsgirêkan, divê moderasyona tirşikê çi bike? demildest jê bibe an divê bimîne li benda şîkayetek?



27.07.2016 22:03 | simurg56

2. Yekana çareseriya mayînde ev e ku herkes hay ji gotinên xwe hebe û zêde li ser desthilatdariyê najo. Ji ber ku êdî heneka vî îşî nîn e. Ne hewce ye meriv ji ber tiştên pûç serê xwe bixe belayê



Herkes, her nivîskar ji nivîsên xwe berpirs bin, da serê malpera tirsikê û xwediyê tirsikê neêşe. Nivîskarinên ne li tirkiyê ne hene ewê bi rehetî tevgerin û xema zagonên vê dewletê nexwin loma divê berpirsên gotin, peyam û nêrînên wan bi her awayî dîsa ew bin ku li tirkiyê dîkta xwe li ser tirsikê sor neke..



Moderaston bila karibe peyv û gotinên xetere jê be an jî qene peyamên ku dijî zagonên vê hikumetê ne jê bibin.

Aniha ancax meriv dikare van yekan bike



27.07.2016 22:11 ~22:16 | ferhenga şikestî

3. meseleyeke giring e.

bi ya min rewşa niha ya tirşikê gorî halê tirkiyê baş e û ne hewceyî guherînekê yan jî serbest-kirinê ye. ji xwe weke malpereke ne zêde populer ji bo dora me hê gelekî zêde heye lê piştî demekê dibe ku dor bikî me jî.

ez bawer dikim ku her nivîskarek hay ji xwe hebe zêde pirsgirêk dernakeve



27.07.2016 23:23 | azadixwaz

4. bo min ne pirsgirêke. ez li almanyaya Angela Merkel dijîm. Merkel pişta min digre. çi di dilê min de hebe ez ê bêjim. ji azadiyê birûmettir tiştek nîne. ez azad im, hûn ne azad in.



27.07.2016 23:59 | hola êzîda

5. ezê di diya xweyê wan nim.. jixwe ez dûrî wanim destê wan nagihîje min çidikin bê minet, rebê mûsa parêzvanê mine/li pişta mine.. bê henek Herê ez di vê qene'etê deme ku kes tirşikê ji trşikê na hesibîne.. dîsa divê meriv ne wêrek be Jiber çi dive bi wan dibe ka kesî dîtiye tiştek bi newêrekên bîna me bûye? ma jixwe min berê jî gotibû carna wêrek bûn kerîtiye ne hewceye meriv li cîhê beredayî bi çem û çem here.. û gere meriv nebêje tiştek bi meriv nabe tişt dibe û carek dibe firset nade meriv hişê xwe bide serê xwe. yê min min bivin li qeyd û leleyan bixin jî ez ji ser ya xwe nayêm xwarê yanî zimanê min kin nabe hûn tirşikvan jî bi zanibin *



28.07.2016 02:04 | shorbevan

6. çare hêsan e, hevalên sempatîzan bila hay ji devê xwe hebin, heta dinya biçekî xweş bûyî sayin ocalan û bijî serok apoya xwe di dilê xwe de bêjin, hey nexwe wek meseleya kera ku zirra wê tê, ditirsim ew jî gur û çeqelan li dor xwe û li dor tirşikê kom bikin. binêrin ji ber ku sirri sureyya onder nekarî bi devê xwe û got sayin ocalan, silhedîn nekarî here qesra teyyîb, qey dilê we pê naşewite, heyfa wêqa tehba siyaseta tirkîyeyîbûnê.



28.07.2016 13:02 | endazer

7. meseleya xuya ye wê hê di rojevêde bisekine. lê ez qebul nakim ku weke li jor hatî gotin hema nekarim qet tu tiştî bibêjim. ma hevalê endazer gotiye qey emê tira xwe jî nekin. emê helbet bi dîqettir bîn lê weke hin cimeetvanan jî em ranabin û lêborîn ji hin kesan naxwazin. mixalefet ferz e, ne sinnet. ;)*



28.07.2016 17:00 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rewşa whatsappê
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî