Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
brelfie - tirşik
brelfie
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kampanyayek nû ye, ji bo bal bê kişandin li ser dayîkên ku ji derve zarokên xwe dimijînin anku bişîrve dikin. ji herdu peyvên breastfeed (mijandin, bişîrvekirin) û selfie (xwe bi xwe, wêneyê xwe girtin) pêk tê. who û unicef jî piştiriya xwe ji bo kampanyayê ragihandine, li ser sosyal medyayê gelek dayîk dema ji derve şîr didin zarokên xwe wêneyê xwe digirin û belav dikin, ji bo vê rewşê di çavê raya giştî de normalîze bikin.



30.07.2016 19:24 | endazer

2. kampanya divê piştgirî jêre hebe, pêsîr ji bû mêjandina zarokan bêhtir kirine objeya seksê temam têra we teva heye.. * lê rastî jî eyv eve ku zarok birçî be û li herderî nikaribe bê mijandin, û ezê qet nebêjim jinên zarokên xwe dimêjînin bira berê xwe wêde bikin, ezê bibêjim yên ku eyv dibînin û dibin asteng bira siktir bibin berê xwe bi cehlimêde bikin..



31.07.2016 01:15 | shorbevan

3. turnusola durûtiya rojava ye ku ka bedena jinan çiqas kirine objeya zayendîyê, tê dîtin. hûn dikarin di qadên raya giştî de li hev du maçî bikin, hûn dikarin bedena xwe teşhîr bikin bi kincên teşhîrker, di televîzyonan de sehneyên seksê rê bidin, bedena lîstikvanan bi tazî jî rê bidin, reklamên tije bêhna seksê biweşînin, lê têrkirina dergûşan eybekî ye, tevgereke bêedebî ye!

rastî û virtual li hev ketine. hewceyî û huner jî bi qasî wan tev li hev bûne.



06.10.2018 16:45 ~16:50 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
dîsfajî [1]
Zehmetî ú zoriya qurpandinê a di Destpê kirin an domandina wê de. hest...
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
belki ev jî bala te bikişînin
» brelfie

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî