Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
qimil - tirşik
qimil
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kêzika ku bi simla genimde dirî an ji bêhna wê ya genîye an ji çiye nizanim genim kor dike, zirarê dide genim dibe sedema korikê



Here lînkê



31.07.2016 23:37 | shorbevan

2. musa anter ji ber ku sala 1953an di quncika xwe ya di rojnameya ileri yurt de, cih dide vê strana gelêrî li ser gotinên stranê çend gotinan ji xwe lê zêde dike, di gelek rojnameyên tirk yên wî çaxî de, dibe hedef, li ser vê yekê derheqê wî de dewe vedibe û demekî di hebsê de dimîne.



01.08.2016 00:50 ~00:51 | endazer

3. navê çîroka navdar a (bnr: musa anter)î ye. qimil dibe sedem ku ew bê bincav kirin û bê darizandin.
wî ev çîroka xwe di rojnameya ileri yurdê de 31ê tebaxa 1959an de nivîsî ye. xwedî û îmtiyazê rojnameyê jî parêzer (bnr: canip yildirim) e. canip yildirim di dewaya 49an de jî hatiye darizandin.

dema mûsa anter li diyarbekirê dibe şahidê vê çîrokê û piştî vedigere stenbolê di qûncika xwe de cih dide vê çîroka qimilê, qimil straneke gelêrî ya alîyê siweregê ye. ji ber ku bi kurdî dinivîse û di dawîya nivîsa xwe de mizgîniyê dide keçika sewregî li dijî rojnameyên wek akşam, cumhuriyet, cephe hwd nivîsan dinivîsînin û bangî rayedaran dikin ka çawa nivîseke kurdî di rojnameyekê de bê weşandin.

çîroka strana qimilê bi kurtasî wisa ye:
berê çerçî li gund û taxan digerîyan da ku bi milet re danûstandinê bike, malê di destê çerçî de û malê di destê niştecihan de dihat guhertin yanî pêguhertin dikarin. keçikeke sewregî jî genimê di destê xwe de dibe ba çerçî lê çerçî lê dinêre ku di nav genimê de qimil heye û qimilê genim pûç kirîye, di binê torbeyê genimî de ka maye. li ser vê yekê çerçî ji keçikê re dibêje "ez nikarim pêguhertinekê bi vî genimê zirar dîtî re bikim" keçik jî li wir dest pê vê strana dike:

“Bi çîya ketim lo apo, çiya melul bûn rebeno
Ceh sendî lo apo, genim hûr bûn evdalo
Qimil hatî lo apo, bi refa ye rebeno
Xwar genimî lo apo, hiştî ka ye rebeno
Hat qimil lo apo, ji zozana lo apo
Xwar genimê me xizana lo apo
Ro hatibû lo apo wexta dana lo apo
Pez herikî lo apo ser şivanê rebeno
Car kulekê me man apo li ser guhana rebeno”


* pirtûka bi navê qimilê ji nav weşanên aramê derketîye, kesên bixwazin dikarin ji wir bixwînin.



01.07.2020 13:17 ~13:18 | lehî baranyan

4. Kêzika ku dikeve nav genim û cê hebên wan dixwin , wextê berê ewqas pir bûye û xela li milet aniye ji aliye genim ve. Hikûmetê gotiye kom bikin bînin bi pera ji xelq ew kêzikê girtiye.

Li ser ew kêzikê sitran jî heye:








Ev jî gotinên sitranê:


Îsal jî tene nehat qimil qimil qimilo

Qimil xwar û dawî hat haho ji destê qimilo

Zar û zêç tev birçî man qimil qimil qimilo

Xela bi serme da hat haho ji destê qimilo

Hat qimil li rojhilat qimil qimil qimilo

Genim xwar û dawî hat haho ji destê qimilo

Min xwestî bûk zava bin qimil qimil qimilo

Qelenê bûkê der nehat haho ji destê qimilo

Hemedwêrî ber bi baye qimil qimil qimilo

Qimil hate bi refaye haho ji destê qimilo

Tev de li genim bela bûn qimil qimil qimilo

Genim xwarin ma kaye ha ho ji destê qimilo

Wî lo apo lo kokimo wî de apo lo pişt xaro

Wî lo apo Hemedwêrî lo ber bi baye

Ê de qimil hate lo bi refaye

Wî de genim xwarî lo mayi kaye

Were apo wê çawa bi halê me lo feqîraye



11.04.2021 13:02 ~13:04 | navîgiranmezelîwêran

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» qimil

Kategoriyên mijarê:: pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî