Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 8 peyam
    hepatît a - tirşik
    hepatît a
    (1) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. vîruseke dibe sedema sîrozê. weke vîrusên din ên weke hepatît b, hepatît c, hepatît d... di heman demêde navê nexweşiya kezebê ya ev vîrus dibe sedem e. bi gelemperî zerek jê re tê gotin. ev nexweşî piştî vîrus dikeve laşê mirov 2-6 heftî din derdikeve holê. (lê ne mecbur e ku derkeve jî, taybetî zarok nexweşiyê bêyî nîşane derbas dikin û tu tişt jî dernakeve) ku derkeve dil qerqilîn, dil avêtin, zerek, zikêş, zikçuyîn û heraret pêk tên. ev pirsgirêkên han heta heşt mehan dibe ku dom bikin. %10-15an de di nava şeş mehande dibe ku careke din heman pirsgirêk ru bidin. ji hepatît a'yê kêm caran îflasa akut a kezebê pêk tê.

    tedawiyeke taybet a hepatît a'yê tune lê semptomatîk tedawî tê kirin. dibe ku bêhnvedan nexweşiyê hinekî sivik bike. weke din ger iflasa akut a kezebê pêk were dibe ku neqla kezebê pêwîst bibe.

    ji bo pêşîlêgirtinê, aşiyeke wê heye û li tirkiyê di mehên 18 û 24an li hemu zarokan tê çêkirin.

    li welatên ne-pêşketî heta kamilbunê hema bêje her kes vê nexweşiyê derbas dike (bi aşkere yan jî bêyî hay jê çêbe).



    2016.08.02-00:26 | azadixwaz

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    berûya ji qalikê xwe der e [1]
    Ji bo wan kesên ku eslê xwe winda dikin de tê gotin.....
    kovara kubar [1]
    sînerjiya ku ev kovar da min ez gelek hêvîdar kirim. ji wan ricayek mi...
    keçên ermenî [11]
    min heta nuha sê heb ji wan nas kirîye, yek ji tirkîye, yek ji ermenîs...
    berîvan turan [1]
    Mamosteya yogayê ye. Li ser Youtubeê û Instagram ê, bi vîdeoyên xwe yê...
    di dîrokê de îro [1]
    îro, 11ê tebaxa 2020an bûyer 1519 – (vbnr: Ferdi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » hepatît b

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî