Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
gangs of new york - tirşik

dema şerê navxweyî yê amerîkayê, bi paşfona şerê di navbera çeteyên amerîkiyên xwecihî û penaberên îrlandî de, li ser nijaperestiyê disekine. hikûmeta amerîkayê ji ber pêdivî bi leşkeran di şerê navxw...
(3 şîrove)
gangs of new york
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. fîlmeka sînemayê ye, bi derhêneriya martin scorsese, sala 2002an bi hevkariya îngîlîz-amerÎka û îrlandiyan li amerîkayê hatiye çêkirin. di fîlmê de leonardo di caprio (Amsterdam Vallon), daniel day-lewis (Bill "The Butcher" Cutting) û cameron diaz (Jenny Everdeane) rola sereke dileyîzin. mijara fîlmê; dema şerê navxweyî yê amerîkayê, bi paşfona şerê di navbera çeteyên amerîkiyên xwecihî û penaberên îrlandî de, li ser nijaperestiyê disekine. hikûmeta amerîkayê ji ber pêdivî bi leşkeran di şerê navxweyî de heye penaberên ji derve têne teşwîq dike, lê amerîkiyên xwecihî ji vê polîtikayê nerazî ne û li dijî penaberan derdikevin, ji ber vê hewa û atmosfera kaotîk her komek li new yorkê li dora aîdiyet û nasnameya xwe çeteyekî ava dike, du ji wan çeteyên mezin yek ya amerîkiyên xwecihî ye û yek jî ya îrlandiyan e. fîlm bi şerê van herdu çeteyan destpê dike. serokê çeteya îrlandî di şer de tê kuştin, û kurrê wî bipey heyfa bavê xwe dikeve.



fîlm nêzikî 3 saetan dom dike, ne edeta min tiştekî di nîvî de bihêlim hey nexwe min nedibir serî.



02.08.2016 01:59 | endazer

2. filma li jor têra xwe behs hatî kirin. nivîs ewqas xweş destpê kiriye mu dibêje qey wê pesnên giran pey re bên dayîn lê bi hevokeke tenê, tê gotin ku tenê ji ber rêzikên xwe film heta dawî hatiye temaşekirin. min jî ji xwe re digot hey bêje xweş e ezê jî temaşe bikim.

weke din tişteke din a sosret;

li aliyê rastê di bin navê belki ev jî bala te bikişîninde newroza dêrikê ya 2014anjî heye lê nizanim tirşikê pêwendiyeke çawa di mejiyê xwede çêkiriye. gelo naverok dişibin yan hin kesan tenê ji ber rêzikan heta dawiyê xwe girtiye. * ;)



03.08.2016 00:41 | azadixwaz

3. Fîlmeke pirr xweş e, min du car temaşe kir, kêm fîlm hene min du sê car temaşe kirine.



03.08.2016 08:28 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gangs of new york
» newroz pîroz be

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî