Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 79 peyam
ömür hanımla güz konuşmaları - tirşik
ömür hanımla güz konuşmaları
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. helbesteka şükrü erbaş e. ev çend car in xwe lê diceribînim ji bo biqulibînim ser kurmancî, lê ji heq dernayêm, kengî bêhna min teng dibe, ew rista ''Yaşamak bir can sıkıntısı mıdır Ömür hanım?'' tê bîra min, helbestê dixwînim bêhna min fireh, êşa min sivik dibe hinekî. dema demekî dirêj devê xwe de pûş dikutim, bi xwe re nabînim devê xwe li peyvekî bigerînim rista ''Kimsenin kimseyi anlamadığı bir dünyada söz boşluğu dövmekten başka ne işe yarıyor ki?'' tê bîra min, xwe kerr dikim, xwe davêjim himbêza vê helbestê. di tehma payîzokan de ye. Here lînkê



02.08.2016 05:20 ~13:43 | endazer

2. Helbesta ku dikeve nav kategoriya helbestên ku mirov qûdimşikestî dike .







15.09.2016 17:46 | biaqila malê

3. îro dema li kolanên diyarbekir tenêtiya di nameya abdulla peşêw de xwe li piyê min girê dida ev rista vê helbestê ku dibêje ''Kimseler görmedi Ömür hanım, bu dünyadan ben geçtim.'' hat bîra min. qederekî li ser fikirîm ka gelo tirsa mirov ji mirinê bi xwe ye an ji bîrbûn û jibîrçûnê ye? niha lê warqilîm têra ferhengekî jibîrbûn û jibîrçûn ji hev ferq dike.



01.05.2017 23:48 | endazer

4. helbesta ku weke ji navê wê tê zanîn peyivîn e. car carna helbestan dixwênim, dengê xwe tomar dikim. gelek hij rîtim û melodîka helbestan dikim. ser daxwaza hevaleka min, min hewl da vê helbestê bi deng bixwênim. min kir nekir min nekarî rîtmek jê derbêxim. ji ber hevokên dirêj, pênasker û pirsyarker bi teşeyê xwe dişibe cureyê pexşan. di xwendina şukru erbaş de ji bilî nerm vegotina wî û fona paşxanê hema bêje monolog e.

peyivînên peyîza dereng e. li gel van pênasan van pirsan van axînan vexwartina mey dê xweştir be.

"Yaşama sevinci adına bir tutamağım kalmadı Ömür hanım"



14.03.2020 21:38 | hespêsor

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» ömür hanımla güz konuşmaları

Kategoriyên mijarê:: wejehlbst
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî