Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 88 peyam
rûbar - tirşik
rûbar
(13) (3) (1)
di mijarê de bigere

11. Nivîskara xuyaye şaş hatiye fehm kirin ji romî herkî bêhtir hatiye recmkirin *



02.05.2020 01:11 | telebê hz mêdî

12. Bi bersiva pirsa min, min baş fêm kir mejiyê wî wek hizbiyan dişixule.
Bersiva pirsa min nedaye, lê ji dêla bersivê pirseke ehmeqane pirsîye, tir li kû das li kû.
Dibe ku ez lawê xwe bidim keçikek weke dashni dibe ku nedim jî ev biryara min a şexsî ye, lê ez nikarim ji kesî re bêjim lawê xwe bidin keçikên mîna dashni yan nedin. Çimkî eleqeya min bi xelkê tune ye.
Lê tu rabî bêjî çar jin li gorî fitara mêran e hingê tu yê keça xwe bidî doxînsistekî xwedan sê jinan. Çimkî tu parastina vê ehmeqiyê dikî. Nexwe lazim e tu jî mîna baweriya xwe tev bigerî. Lê ez mîna dindaran hest û Best, liv û tevgerên xwe li gorî sînorên dîn û îmanê pêk nayênim çimkî ez ferdek im û tevgerên xwe li gorî mejiyê xwe dikim.
Lê ez dizanim heta sibehê jî ez behsa vê cudahiyê bikim ev nivîskar dê dîsa bibe bilbilê baxê xwe loma ne hewce ye ez dirêj bikim



02.05.2020 01:21 ~01:21 | ferhenga şikestî

13. Nivîskarê ku ciwaniya min têne bîra min e. Wextekî ez jî bo parastina nirxên îslamê pir tûj bûm. Min dikaribû kesên zimandirêjî dikin serjê jî bikira lê piştî demekî mirov diweste, jê aciz dibe, fikrên mirov diguhere, mirov fêm dike ku rêza bo xwe dixwazin divê nîşanî kesên in jî bidin. Fikr û nêrînên mirov li gor nêvenga têde ye diguhere, nûjen dibe. Îroj tiştê mirov jê aciz e, piştî wextekî mirov jê hez dike, an tiştê mirov anha jê hez dike piştî demekî jê aciz dibe. Axir mirov ji hewldana guherandina fikrên mirovan jî aciz dibe û piştî wextekî ne ji bo guhertina fikrê tu kesî, hew bo nîşandan û rave kirina hizrê xwe dinivîse û daxive. Ez bawerim ev nivîskar jî hêj di erê vê riyê de ye.

Ese ese tu jî xwe nexiyidênî.



02.05.2020 01:24 | tîrêj zana 21

14. bi peyam û mijarên xwe yê dawî min fêm kiriye ku serhişkek e. tiştêk ku bawer dike xelet e, rast e qet nikare bifikire. naxwaze bifikire. Kevnperest e. Ez bawer dikim kalê wî Melekî xwedîyê sê jinan bûye. Te dî mirovên serhişk qet nikarin çewtiya baweriya xwe qebûl bikin. Nikarin bifikirin wextê ku têde dijîn ne wextê berê ye. Nikarin bêjin Belê, berê bapîrên me tiştek wisa kirine Lê îro ez difikirim ew tişt ku kirine li gor min xelet e.
Ê Bawo naxwaze kes behsê kalê wî yê mele bike. Ji ber wî dibêje nexasim ez piştgirî bidim kalê xweyê xwedîyê sê jinan. Ez jî du-sê jin bînim.

Kaka giyan rastiyên jiyanê hene qebûl bikin. Dev ji baweriyên pûç û vala berdin.



02.05.2020 15:01 | kajav

15. Nivîskarek xemxur yê tirşikê ye. tirşik translate/130650 di vê peyama xwe de bo ji derdê tirşikvanekî re bibe derman gelek xwe daye tehbê. Bi qasî ji nivîsên wî dixuye mirovek pir dîndar e. Carek ew û hespêsor li ser meseleya romî harkî ketibûn munaqeşeyê û buyer gelek m⊕ezin bibû. Heya ew gengeşe bibû şerê ateîst û dîndara. Lê piştî şer û gengeşe sekinîn her du aliyê minaqeşî jî pişta xwe dan tirşikê û çûn.

Bi min nivîskarek hêja ye. Min dixwest li tirşikê hêj bêhtir aktîf bûna. Car caran tê serîkî li tirşikê dixe û diçe.



13.02.2021 14:46 | tîrêj zana 21

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûbarok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî