Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
keçik vs jin - tirşik
keçik vs jin
(1) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji bo xanimên zewicandî jin, ji bo xanimên ezeb jî keçik tê karanîn..

Di hemî zimanan de wisa ye yan di nava îslamiyetê de wisa ye nizanim.

Ez ne bawer im êdî bi dilekî xirab were gotin.

Mesela ez carinan jin dibêjim carinan keçik carinan xanim carinan canik, êdî wê kêliyê ji devê min çawa pekiyabe ango ne bi hemdê xwe, jixweber



17.08.2016 09:34 | ferhenga şikestî

2. her çiqas di eslê xwe de li gorî hebûn/nebûna têkiliya zayendî be jî, êdî li gorî ciwanbûn/pîrbûna kesan e.

hinek kes bi vê ferqê aciz dibin, ez jî wan fêhm nakim. yanî ji bo mêran jî gelek gotin hene: lawik, xort, zilam, mêr û hwd. li gorî emrê wan, ji bo berxikekî jî gundiyên me 5-6 peyv peyda kirine. ji bo mirovan jî hebûna tiştek wisa ne ecêb e. divê mirov zêde mezin neke.



17.08.2016 09:34 | simurg56

3. mijarên berredayî.



17.08.2016 13:21 | çarçoveya bextewariyê

4. mijara buyî sedem ku min evqas pênaseke xurt û net derbarê ferqa jin û keçêde û hem bi zimaneke zanistî bihîstî. li elegezê sipasdar im. û rast gotiye. meseleya aciz bunê hinekî tevlîhev e, di gelên misilmande peyva "jin" bi zanebun ji bo keçan bo heqaretê tête bikar anîn ev yek jî dibe sedem ku jin/keç ji bo vê peyvê hesastir tevbigerin.



17.08.2016 16:53 | azadixwaz

5. li gorî vê mantalîteyê dema keçeka mirov çêbe, em bêjin xwudê jinek daye filankesî ;)



17.08.2016 19:04 | endazer

6. (bnr: keç), (bnr: jin), (bnr: qîz)

(bnr: keçik), (bnr: jinik), (bnr: qîzik) hinek din jî hişê we tevîhev bikim,

rastiya wî wihaye keçik û qîzik hem watene û bi taybetî ji qîz û keça merivre tê gotin mînak qîza min, keçika min, jin jî bi taybetî ji kesa ku ne qîzere tê gotin kesa mêr kiriye, mînak jina min,jina filankeso, hingî tevlî hevdû bûye ji kesên zayendê wan mêre; jin, qîz, keç, pîrek, jî tê gotin ferq nake dema meriv bikartîne meriv dide zanîn jixwe



17.08.2016 23:46 | shorbevan

7. Keçik ji stranên tirkan, Jin jî ji stranên şiwan Perwer û Ciwan Haco hezdikin*



19.12.2023 21:23 ~21:23 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» keçikên tirşikê delal nîn in
» jinên bi heft mêran dizewicin

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî