Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
her kurd bûn û her kurd ebîn - tirşik
her kurd bûn û her kurd ebîn
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. helbest û stran û sirûdeka nuwaze ya îbrahîm ehmed e,



gotinên wê yên bi soranî;



Dagîrkerî dil pirr le qîn

Dirrindey bê wîjdan û dîn

Natwanî wakey Kurd nebîn

Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



Le pêş agirperestî da

Le pêş musilmanêtî da

Le dîlî û le serbestî da

Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



Ne Erebim, Ne Êranîm

Ne Turkêkî şaxistanîm

Nek min her xom, mêjûş elê

Ke Kurdim û Kurdistanîm



Ne nengî ew ne piyawetî

Ciyawazî netewayetî

Biryare û mêjû dawyetî

Ke Kurd bîn û her Kurd ebîn



Gelan hemû biray minin

Her zordaranim dûjiminin

Dawayî wilatî kes nakem

Pence bo mafî kes nabem

Bo mafî gel û xakekem

Heta mawim xebat ekem



Dagîrkerî dil pir le qîn

Dirrindey bê wîjdan û dîn

Ger Qendîl û Agirî şîrîn

Yeksan key legel rûy zemîn

Natwanî wakey Kurd nebîn

Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn



wergera wê ya bi kurmancî;



Dagirker bir bi kîn in.

Hovê bê wijdan û îman in

Tu nikarî Kurdan nebînî

Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin



Berî agirperestiyê de

Berî misilmanetiyê de

Di êsîrî(dîl) û di azadiyê de

Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin



Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin

Ne Ereb im, ne Faris im, û ne Tirkekî hovî me

Wê dîrok her bisitirê

Ku ez Kurd im.... Kurdistan im



Doza welatê kesî nakim

Doza axa tu kesî nakim

Doza welat û gelê xwe dikim

Heta hebim.... Bixebitim



Ger çiyayê Qendîl û Agirî û Şîrîn

Li erdê rast bibe

Tu nikarî Kurdan nebînî

Kurd her hebûn û dê Kurd her hebin



ji bo wergêrra wê ya li ser zimanên îngîlîzî, frensî, swêdî û tirkî; Here lînkê



17.08.2016 17:58 ~18:01 | endazer

2. Û li gor min sirûda ku ji Ey Reqîb xweştir e.



17.08.2016 18:02 | biaqila malê

3. zengila telefona min bû wextekî. Nehe jî soltanê ghalba ye lê tabî dema yek tlf dike telefona min deng dernaxe rebena telefona min çend cara sewa şapşaliyên min kete erdi, emekçiya min a delal bûye xirxope.



18.08.2016 10:36 | elielilamalama

4. hezar car ji ey reqîbê xweştir û kûrtir e.
sibêroj dê kurdistan ava bibe emê jî mîna tirkan bikevin li du van nîqaşan*



14.12.2019 16:17 | ferhenga şikestî

5. sirûdek xweş e lê ji bo ku bibe sirûda netewî, ne baş e. ji ber ku tê rasterast ji bo tirkan û gelên din gotinên nebaş tên gotin. di sirûdek netewî de hebûna tiştekî wisa ne rast e. ya din jî dibêje berî misilmanbûnê an jî agirperestbûnê vs. kurd im. ez bixwe jî wisa difikirim lê herkes ne mecbûr e ku wisa bifikire.
sirûdek netewî, divê hestên hevpar bihewîne. û weke "netewî" ye, divê tenê li ser wan nirxan bisekine.

weke mînak ya tirkan jî e baş e. tê de behsa ezanê fîlan tê kirin. kesek ne-misilman, çima bila vê sirûdê bêje?



14.12.2019 18:51 | simurg56

6. Sirûdekî bi alîyê Ibrahm Ahmed hatîye nivîsîn.Sirûdekî xweş e lê qet nikare bibe sirûda netewî.Sedemên wê nivîskarê jorê jimartîye.

Ne ereb im ne êranî
ne jî tirkekî şaxistanî
her tim kurd bûm û kurdistanî



14.12.2019 22:09 | mêrxasê serhedê

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» hermann broch
» kurd1
» bûna zarokê herî biçûk
» heramxwar
» kurd dilopên baranê ne

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî