Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mizgefta mezin a amedê - tirşik
mizgefta mezin a amedê

Navê mijarê ya ewil ev bû:mizgefta mezin ya amedê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mizgefteke kevnar û dÎrokî ye, li gorî gotinan dibêjin berî niha, wek perestgeha zerdeştiyan hatiye avakirin, paşê dema bajêr dikeve destê xaçperestan de, perestgeh dibe dêr, û dema dikeve destê misilmanan de jî dibe mizgeft. li hewşa vê mizgeftê saeteka tavê ya îsmaîl ebul-îzê cizîrî heye, kengî hatiye çêkirin nayê zanîn lê li gorî texmînan sala 639an bûye mizgeft.

niha melayê vê mizgeftê yekî bi navê mele seîd e, hema bêje her heftî ji ber wez û xutbeyên wî li mizgeftê şer û gengeşî çêdibin. yekî nêzî akpê ye, û gelek caran di wez û xutbeyên xwe de wesfên akpê dide û xelk jî di ber de radibin.

li gorî nûçeyekî îro jî mesele aniye ser teqînên van çend rojên dawÎn û rexneyên tûj li pkkê girtine ji nav ceametê yek rabûye û bersiva wî daye, gotiye şeş mehan mizgeft girtî ma, çima rojekî te rexneyek li dewletê negirt; http://rudaw.net/turkish/kurdistan/1908201610



20.08.2016 00:05 | endazer

2. divê neyê hiştin ku bibe navenda propagandaya akpê. ev demek dirêj e ji ber bênamûsiya meleyên mizgeftan naçim nimêjin îniyê jî. lê ger li amedê bûma ez ê biçûma vê mizgeftê û tevlî prostestoyan bûbûma. divê li kurdistanê mela nekarin dînê mirovên li dijî wan bi kar bînin.



20.08.2016 22:05 | simurg56

3. ev avahî piştî ku bajar di sala 639an da ketîye hukma Îslamê, ji Dêra Mar Tomayê hatîye veguherandin ku îro plan û rehenda wê nahê zanîn. Minareya Çargoşe di 1839an da, şadirwana li hewşê jî di sala 1849an da hatîye lêkirin.

Li dor hewşa fireh ya avahîyê ya wekî çargoşeyekê, li başûrê wê Beşa Henefîyan; li bakurê wê jî Beşa Şafîyan heye.



15.08.2020 17:09 ~17:10 | ezcan

4. Dema dibêjin mizgefta mezin serboriyek zarokantiyê tê bîra min an jî îlahiyek **

Dema em zarok bûn tv ya me xera bûbû û di hema demê de bi qewlê xaltîka min"bilbillahçî"yan cd yê ji bo rojbûna pêxember belav dikirin. Wê demê em diçûn mala apê xwe ji bo temaşe kirina tv yê. Û vana rojekê ew cd ya anî ji me re da ser. Mecbûr me jî gohdar dikir. Di nav îlahiyekê de "mizgefta mezin" derbas dibû. Çima ew hate bîra min *



15.08.2020 19:13 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mizgefta kurşunluyê
» mezinbûna bêhempa a tirşikê ku pêşiya wê nikare bê girtin

Kategoriyên mijarê:: cihuwar oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî