Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kêfa gurê pîr kirin - tirşik
kêfa gurê pîr kirin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjek e, ji bo kêf û dilxweşiyên tebîr û teswîr lê nakevin tê gotin.

- roja ji min re bisilêtek kirrîn, min kêfa gurê pîr kir, ji kêfa xew bi çavê min neket, heta derengê şevê li bisiklêta xwe siwar bûm.



20.08.2016 00:32 | endazer

2. dema gurek pîr dibe û nikare bi serê xwe nêçîr bike, di şikeftekê de, di qulekê de yan di berqefayekê de dikumişe û radikeve. îcar gurên ciwan, yên ku wî gurê kal dinasin wî birçî nahêlin û çi dema nêçîrek bi dest dixin, jê re goşt dibin. ha wisa ew gurê pîr birçî namîne.
min di çîrokeke folklorî de dîtiye ku segê şivanekî jî, dema şivên nan daye segê xwe, seg ew nan xistiye devê xwe û bi bez çûye, ji ber çavên şivên wenda bûye. ha wisa carek, du car, şivên segê xwe şopandiye û li pey wî çûye, dîtiye ku segê wî nanê xwe daye gurekî pîr ê li erdê ku nikare rabe ser nigan.

îcar ev rewş di çanda kurdî de cihê xwe wisan girtiye:

çi dema kalek, an zilamekî navsere xwedîtî ku lê tê kirin, hevalên wî dibêjin: tu kêfa gurê pîr dikî.



25.08.2020 21:24 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kêfa gurê pîr kirin
» gurê manco
» pîreka ku xwe ber lingê fatma şahîn dirêj dike

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî