Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
klavyeya kurdî - tirşik
klavyeya kurdî
(6) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. di sîstemên linux de jixwe klavyeya kurdî sazkirî ye.
ji bo windowsê klavyeya kurdî programeke bîçûk dikare were sazkirin, fermo: http://www.wergerine.com/index.php?option=com_phocadownload&view=section&id=3:sepan&itemid=2

lînk êdî naxebite, vaye ya nû: Here lînkê



31.05.2013 10:36 ~2020.03.12 18:02 | simurg56

2. bernameya ku ji bo kesên kurdî dinivîsin jiyanê pir hesantir dike ye.

dest û keda ê amade kirî sax be *



(bnr: spas hewal)



07.07.2013 17:57 | brusk56

3. ji bo sêvperest û bikarhênerên macê, nivîsandin hêsantir nake.



10.07.2013 11:26 | sîsîfos

4. (bnr: em ne naskiriyê nifşa apple in) *

belkî pêşerojê de bo apple jî çêbe.



10.07.2013 11:33 | simurg56

5. klavyeya ku dema tê sazkirin êdî nivîsandina bi tirkî zehet dibe.. ji ber hindê bi ya min heta ku kombersên klavyeya wan bi kurdî dernekevin destê xwe li tu tiştî nedin ji xwe bi çend tûşan mirov dikare di klavyeya tirkî de jî hemû karakterên kurdî binivîse.. ji bo nivîsandina tîpên bi kurdî yên wekê ê, î, û-yê divê mirov bi hev re yanî di heman demî de pê li bişkojên shift+3+tîpa ku li raserî şewqe an kum tê xwestin wekê a, e û u-yê bike..

ji bo nimûne ez dixwazim şewqeyekî bidim serê tîpa e-yê divê çi bikim?

divê bi hev re pêşiyê pê li bişkoja shiftê paşê bêyî ku destê xwe ji ser bişkoja shiftê hilînim dîsa di heman demî de pê li bişkoja hejmara 3-yê ku wek bişkoja ^ û #-ê jî tê nasîn û bikar anîn û pê re pê li bişkoja tîpa e-yê bikim.. dema tê terîfkirin hinekî zor û tevlihev dixweye lê dema destê mirov lê hîn dibe gelekî hêsan e..



12.07.2013 12:38 | endazer

6. weke tê gotin nivîsandina bi tirkî zehmet nake. ji ber ku ger mirov kurterêya wê li panela alê rastê û xarê (system tray) zêde bike, wê demê bi tikandinekê dikare navbera klavyeyên kurdî û tirkî de biçe û were.



12.07.2013 13:44 | simurg56

7. Di google play de ji bo androidan programeke bi navê kurdish latin keyboard heye. Kêfa min jê hat.



Nîşeyê piştî 15 dq. Hat: pirsgirêkên vê klavye hene, hek hun ne mecbûr bin nenin qûnê.. ev di 15 dq'yê de nîha sebra min.



03.02.2014 12:13 | biruya hayao miyazaki

8. klavyeya kurmancî hê tune ji ber vê di bendewariyê hatine çêkirine..xwezî rojekek ne pir dereng de dê were çêkirin..

ne tene li gorî kurmancî bo hemû zimanan klavyeya q qet ne baş e..bi guherandina çend tîpên klavyeya f'a tirkî ve kurmancî nivîsandin jî ne bes e.. ku ev li gorî pir karanîna tîpên tirkî hatiye çêkirine..



14.06.2014 00:24 | havka

9. berê weke klavyeya rastîn jî derketibû (ne weke bername);

lê ji ber ku zêde nehat firotin, hat jibîrkirin.

ji aliyê celadet.com.tr ve hatibû hilberandin û f klavye bû. lê niha malper hatiye girtin.



14.06.2014 10:34 | simurg56

10. ya ku ez li ser kîjan kombersê rûnêm lê bar dikim.

bar kirin û bikaranîna wê gelek hêsan e.



31.08.2014 00:14 | brusk56

11. Ê dî ez jî xwedîye wî me. Nivîsa wî pîr hêsanî ye



31.08.2014 09:29 | quşxaneli

12. Ê dî ez jî xwedîye wî me. Nivîsa wî pîr hêsanî ye



31.08.2014 09:29 | quşxaneli

13. bê klavyeya kurdî nivîsa tirşikêjî gellekî zor e *



31.08.2014 11:36 | renas

14. Biraya min teza wî ser kurdî bû, ji min re got teza mij tu yê binivîsî, nezî çil pela bû. Ji hewceyî min klavya kurdî lê geriyam. Nasina mina klavya kurdî jî wisa bû



31.08.2014 21:48 | argeşbotan

15. Dema komberseka min ya bi windowsê hebû, nameteka mezin bû. Xêra xwedê bû. pê pir rehet bûm. Min digot, hewceya klavyeya xelkê nakim. ji sala 2014an virdetir bi kombersa applei dinivîsim. mala min xera kir. dema bi kurdî dinivîsim, her car bi klavyeya îngilîzî xwe eciz dikim. "ş" ji cihek peyda dikim. tîpên bi kumik (ê, î, û) bi awayekî dirêj, bi pê lê kirina çend bişkokan, pêk tînim. vê tîpa "ş"yê heye ya, kezeba min reş kir.



23.11.2019 00:09 | mirovekirind

16. ji wextê min dest bi nivîsandina kurdî kiriye heya îro jî li ser telefonê klavyeya google bi kar tînim û pir jî bi dilê min e.

lê ya herî kêfa min jê re hatiye ya ku li kombersê bi kar tînim, ev nêzîkî salekê bêhtir e ku bi kar tînim, di danegha tirşikê de heye:Here lînkê

zêde kêfa min ji nivîsandina ser telefonê nayê, ji ber ku zêde ekran teng e, peyv car caran tevlîhev dibin, lê di kombersê de pirsgirêkeke wisa nîn e û zûtir jî dinivîsim, her çiqasî ne bi 10 tiliyan nenivîsim jî *



03.06.2021 19:07 ~19:08 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» klavyeya ask a kurdî
» kurdîya lutfenê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi komputerprogram ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî