Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kazım koyuncu - tirşik
kazım koyuncu
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. eybeke reş û şermeke zehv giran e ku heta niha ev mijara di tirşikê de venebûye !



kazım koyuncu; bêguman, di nava stranbêjên laz û tirk de yê ku ez herî lê hez dikim e.

waxta ku min ew nas kir, ez diçûme 7 yê. kekê min mp3 a xwe diyariyê min kiribû. di mp3 ê de stranên (bnr: ahmet kaya), (bnr: kazım koyuncu),

(bnr: barış manço), (bnr: ilkay akkaya) û (bnr: agirê jiyan) hebûn.



sibê zû heta êvarê min guhdar dikir.



neyse em vegerine kazım, meha Çiriya paşin, sala 1971 de hopa ya (bnr: artvin) ê hatiyê vê dinyaya bê bext. ji xwe bêbextiyê derîyê vê camêrî qet bernedaye jî.

li bandora (bnr: çernobîl)ê qansêra kezebê ketîye.. rojekî di odeya nexweşxanê de konsereke piçûk daye hezkirîyên xwe û ev laqirdîya kirîye :

(bnr: ha kanser ha konser) *



25ê hezîrana 2005 an de 33 salîya emrê xwe da xwatirê xwe ji dinyayê xastîye..



li pey xwe sê heb albûm hîştîye:



(bnr: viya!) 2001

(bnr: hayde) 2004

(bnr: dünyada bir yerdeyim) 2006



stranên wî yên ku ez herî lê hez dikim:



işte gidiyorum :





terkediyorum bu kenti (ayrılık şarkısı) :





anılar düştü peşime :





Denizde Karartı Var :





narino :





hê jî heye lê niha evqas bes e.



02.09.2016 22:36 ~22:37 | bûtîmar

2. pardon min şaş zanibûye ne di odeya nexweşxaneyê de, 4 ê sibata 2005an de li taksîmê konserekî dide û li wir dibêje (bnr: ha kanser ha konser)..



02.09.2016 22:44 | bûtîmar

3. strana wî a bi navê dîdo gelek populer bû demek devê kî di libitî vê stranê dilivitand, hê emrê xwe nexwaribû rihmetkir heyfa wî.. xwedê di lêkirina rehmêde timatî neke jibû wî



03.09.2016 00:24 | shorbevan

4. Strana wî ya bi navê yalnızlığı anla pir kêfa min jê re tê.





03.09.2016 04:14 | endazer

5. stranbêjê rehmetî yê laz. kesekî serkeftî û baş bû. min li ku derê xwendibû nayê bîra min lê digot koma rewşen albûma xwe ya dawîn, di stûdyoya wî de tomar kiribû. ji ber ku derfeta koma rewşen tune bûye, kazim koyuncu alîkarî kiriye fîlan. loma keyfa min jê re bêtir dihat. mixabin di zû çû ber rehma xwedê.
gora wî li gundê wî ye, li hopaya artvînê. bû nesîb û çûm ser gora wî. di nava gundekî biçûk de, goreke mûtevazî ye. wêneyek wî lê heye û çend gotinên wî hatine nivîsandin.
Here lînkê
Here lînkê



14.10.2018 11:34 | simurg56

6. Hunermendeke dilpak û pakij û wekî dilê xwe, di ciwaniya emrê xwede bi ber bayê baronên bikarhenêrên hişberî û yên alkolê ket yanî hingî serxweş serxweş hat gohdarkirin bi taybetî ji terefê decalên mîna firat delibaş û sedat pekker û alatin cakici.. xêr ji emrê xwe nedît. Lê bêguman heyfa wî ahmet kaya,yusuf hayaloglu, hogir, hozan serhad muslum baba murat gogebakan kivircik ali, xalo û gelek hunermendên din wê xwedayê dilovan pir pîs bistine



14.10.2018 16:59 | telebê hz mêdî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kazım koyuncu

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî