Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
zarokên ku serê sibehê ji xew radibin û li xêzefîlman temaşe dikin - tirşik
zarokên ku serê sibehê ji xew radibin û li xêzefîlman temaşe dikin
(8) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Xwarzî û biraziyên min in *

Û tabî gelek gelek zarokên din. Weke ku armanca wan a jidayikbûnê temaşekirina xêzefîlman be, sibeh zû cariban şifaxê radibin û hê ku çavên xwe venekirine riya televîzyonê digirin, tvyê vedikin û li ber xêzefîlman xewa xwe didomînin *



(bnr: diziya mijaran ji ferhengên din)



04.09.2016 23:16 | mergehez

2. Yek ji wan ez bûm. Di şifaqê de şiyar dibûm û hêdî hêdî dimeşiyam li ber televizyonê. Hingî ranediketim diya min dixeyidî digot " rakeve ma tu dîn i ? " * Canikê ji zaroktiya min de halê min dîtiye *



04.09.2016 23:31 | biaqila malê

3. ez vir heta deh salan, ji wan zarokan 6 heba dixwazim *



05.09.2016 11:36 | bûtîmar

4. dema min de, rêzefîlmek hebû, kemal sunal tê de bi rola dedektîfekî ve radibû, sebt û lehdan jî, bernameyek hebû, du sê kesan li baxlamayê didan û stranên gelêrî ên tirkî/elewî digotin.

wek wê sehneya fîlma beynelmîlel, ku orkestra di dawetekî de ji tirsa eskeran bi dengeke nivz lorkê dibêjin, min jî ji tirsa bavê xwe, ji bo şiyar nebe, bi dengekî gelekî nivz darî televîzyonê dikir



05.09.2016 18:53 | endazer

5. Di dema me de ango di dawiya salên notî de xêzêfîlmên gelek xweş hebûn ku bêyî ecizî me temaşe dikirin lê aniha carinan lê dinihêrim xêzefîlmên vê sedsalî tev karê gerîzekalîyan in, nayên xwarinè.

Çar heb qîzên xaltiya min hene her çar jî piçúk in wexta şiyar dibin tv jî venakin êdî, 2 heb tablet û du heb jî telefonên baqil hene li malê û heta êvarê di destê wan de ne. Ez diheyirim û didarizînim lê piştre dibêjim yahû rihê zemanî ev e ma ew çi bikin



05.09.2016 21:11 | ferhenga şikestî

6. yek ji wan jî ez, min xwe dikir zikê tvyê yanî pir nêvz, balgîvekî jî dida berserê xwe, xwe pîj dikir û ziq temaşedikir ji bavê kî ne zêde bû bi alî tv'yê û qumandanêde were.. a rastî niha bi vê mezinbûna xwe ya kerkereyî jî firset bibînim temaşe dikim, jixwe anîmasyonên wiha kêfa zarokan jêre tê, balê dikişînin, xêzefilmên ji wan tom & jery, popeye, teenage mutant ninja turtles,bugs bunny.. bidestbikebe meriv ji dest dike?

xêzefîlmên pirahiya zarokan hez jê dikin, zarokên ku temaşenekin gelek kêmin û gelek tişt hinda dikin divê bilez wan nîşanî dixtorekî bidin rewşa wan qet nebaşe *



05.09.2016 21:33 ~21:36 | shorbevan

7. berê ez bûm; niha keça min e.

ew wexta berî şiyarbûna kesên din, ji bo min wextek gelek xweş e. dema em zarok bûn, di van wextan de temaşekirina xêzefîlman gelek xweş bû. niha jî ji van deman gelek hez dikim, berî şiyarbûna herkesî an jî piştî razana herkesî ji bo min wexta herî xweş e ji bo konsantrebûnê. di van wextan de mejiyê min zelaltirîn e.



vêca niha sibehan ez zû radibim ku herim karê xwe. keça min jî piranî di vê saetê de radibe (6.30-7.00) û tê li ber televîzyonê an jî li ber tabletê rûdine û li xêzefîlman temaşe dike; heta ku diya wê rabû. texmîn dikim, ew jî herî zêde ji temaşekirina di van wextan de hez dike. kes nabêje bes e, kes nabêje dengê wê kêm bike fîlan.



05.09.2016 22:55 | simurg56

8. keça min e. di peyama xwe ya din de min gotiye ez bûm lê niha keça min ketîye şûna min. îro jî ez bi dengê rêzefîlmên wê şîyar bûm. çûye telefona dîya xwe ji ber balifa wê dizîye û ji xwe re xêzefîlman vekirîbû. nikarim pê re aciz bibim. çimkî dizanim çi tiştekî xweş e.



30.11.2019 19:27 | simurg56

9. ji zarokên ku serê sibehê radibin û nahêlin dê û bavê wan rakeve baştir e.



30.11.2019 21:01 | brusk56

10. zar şopînerên dê u bava ne. dê u bavê wan şev u roj rêzefîlman temaşebikin zarokên wan ji ser vê reçê va herin. çi serê sibe çi nîve şeve be.



30.11.2019 21:07 | golikvan


12. Bawer dikim zêde nemane.. ji ber derketina înternetê û vebûna qenalên timî xêzefîlma derdixin, êdî zarok ji bo catrona serê sibehê zû şiyar nabin.

Lê dema zarok bûm min jî serê sibehê zû radibû. Rojên zivistanê, demjimar 6-7 a de şiyardibûm û diketim binê televzonê. Paşê yeko yeko li qenala digeeiyam heya li tom and jerry an jî ew xêzefîlma kîsoyên nînja rast bihatama.

Ew dem xweş bû. Derdor bê deng û xalî bû. Deng ji kesî dernediket. Tav hêj neavêtibû. Hewa piçek cemidî bû, min lingê xwe dixist binê lihêfê û jora min ji derve bû.heya demjimar dibû 8 ez wer li ber televzonê dirêjkirî dimam. Zarokên niha nizanim çi dikin...



10.06.2020 09:34 | tîrêj zana 21

13. Em serê sibê zû radibûn Lê ne ji bo xêzefîlman ji bo kar û şixulên gund yan ji bo pez geh ji bo rez .. bavê min misilman bû tv heta salên 2006-6 heram bû û li mala me qedexe bû. Xêzefîlm çi ye xelk behsê Kemal sunal dikir em bi ramanî dikeniyan. Wel hasilê kelam zaroktiya min bê xêzefîlm derbas bû. Nifşên nû êdî zêde li ser netê xêzfîlma TEMAşe dikin. Êdî ne hewceyê zû radibûna serê sibê ye.



10.06.2020 13:40 | kajav

14. Serê sibê zû nayê bîra min lê bi giştî Ji ber ku bavê min wekî neka hertim li xeber(ler)a temaşe dikir pir Derfeta me çênedibû ku em Xêzefîlman temaşe bikin. Wexta tv ji me re dima ji kêfa em difirriyan. Xêzefîlm xweş bûn di zaroktiyê de.



10.06.2020 13:50 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zarokên bihuştê
» serê xwe li gorî mêrê xwe girêbide
» xewna şeveke havînê
» temaşekirina dvdyên dawetan

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî