Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
my sweet orange tree - tirşik
my sweet orange tree
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. an bi navê xwe yê rast û resen; meu pé de laranja lima, navê romaneka nivîskarê brezîlî josé mauro de vasconcelos e ku di sala 1968an de çap bûye. bi zimanê portugalî/portekîzî hatiye nivîsandin û heta niha li 16 zimanan hatiye wergerandin ku heyf û sed mixabin û xebînet kurdî bi hemû zaravayên xwe ve ne yek ji wan e. pirtûk behsa serpêhatiyên zarokeke 5 salî bi navê zeze dike. zeze zarokeke têra xwe nehs û nesekinî ye û bi ser de jî yekî rikoyî ye, bi qewlê wî di hindurê wî de şeytanek heye ku nikarê pê, li navçeya Minas Gerais ya brezîlyayê dijî. malbata wî malbateke feqîr e, bavê wî betal e û ji ber vê betalî û bêkariyê mehşera wî nexweş e, diya wî her roj ji bo kar bi ser halê xwe yê nexweş de diçe bajêr û ji loma nikare zêde berê xwe bi zeze ve bike. bavê wî ne bes e ew herdu mahiyên xuşkên wî yên mezin lala û jandira jÎ ji ber nehsî û şûmiyên zeze, lê didin ew qasî ku carina ji lêdanê laşê wî reş û bezekî dikin, li malê tenê birayê wî yê jê biçûktir luis û xuşka wî Gloria (Godoya) hejê dikin û bi çavê rehmê lê dinêrin.

piştî demekî ji xaniyê xwe yê berê bar dikin û diçin xaniyek din de û di hewşa vî xaniyê nû de darreka pirteqalê (minguinho) dibe heval û hevrazê zeze, zezeyê ku berê di çûka di dilê xwe de re diaxivî êdî bi vê dara xwe ya pirteqalê re diaxive carina li çiqilê wê siwar dibe û xwe li nav dinyaya xewn û xeyalan diqelibîne, li vê navçeyê yekî bi navê Manuel Valaderes heye ku erebeya herî bifors ya navçeyê ya wî ye, zeze ji bo forsa wî li cem hevalên wî yên mektebê çêbe, xwe bi pişta erebeya wî ve digire, lê manuel valaderes, zeze digire û li pêş çavên hevalên wî ve lê dide. carekî dema bi lingê xwe yê kul ku pêl bizmarekÎ kiriye diçe mektebê manuel valaderes bi erebeya xwe li ber disekine, li erebeya xwe siwar dike û dibe eczaxaneyekî, birîna lingê wÎ derman dike, dibe pastexaneyekî zikê wî têr dike û êdî bi hev re dibin heval, û ji wê rojê ve êdî manuel valaderes dibe portuga.



min pirtûk beriya niha bi salan bi diyariya dilkêvroşkekî dema ez ciwan -xwezî bi wan deman- xwend û gelekî pê êşiyam, kelegirî bûm, min gelek tişt ji xwe ûji zarokatiya xwe di zarokatiya zeze de dît, dema ez biçûk di hindurê min de jî şeytaneke nehs û nesekinî hebû, pakî ji tu kesî nedikir, ez jî birrik bûm, ji ya xwe tu carî nedihatim xwarê, mexrûr bûm tu kesî tu tişt li min nedianî der û di nav malbateke feqîr de mezin bûm. û min jî xuşkek dilsebîl hebû.



sala 1970 û 2012an du caran fîlma vê pirtûkê hatiye çêkirin, min şevê din darî ya sala 2012an kir, û dÎsa kelegirî bûm. fÎlm hema bêje bi qasê pirtûkê xweş e, dÎmenên fîlmê, mûzîkên wê, zaroka ku bi rola zeze ve radibe, portuga, arîvaldo, godoya hemû jî bêqisur bûn.



10.09.2016 04:02 ~04:09 | endazer

2. romana zezeyê ya bi îngilîzî ye. bo ya bi portugalî (bnr: meu pé de laranja lima)

ez ne şaş bim, li londonê hatîye çapkirin. Ev pirtûk min ji înternetê di sala 2008an da kirîbû. xwedîyê pirtûkê jinikek bû. ji îngilistanê şiyand ji min ra. pir kêfa'm ji berg û rengê wê ra hatibû (jixwe pirtûkçapkirin tu dibêjî qey karê îngilîzan e. Malneketno, yek pirtûk çap dikin, sed sal, du sed sal dimîne û nipînû dixuye.) lê piştî xwendinê, min wê da hevalekî/a xwe. dawî ji hişê'm çû ka min pirtûka xwe da kê. pirtûka min ya delal çem û çem çû. (bnr: pirtûkên xwe nedin kesê)

zimanê romanê ne giran e. heke hûn bi zimanê îngilîzî fêr dibin, bikirrin, bixwînin! jixwe di wêjeya zarokan da pirtûk bi gelemperî bi zimanekî hêsan tên nivîsandin. bi ya min, mirov bi kîjan zimanê fêr bibe, bo xwendinê pêwîst e bi pirtûkên zarokan dest pê bikin.



21.04.2018 02:56 ~2019.08.13 22:54 | mirovekirind

3. Pirtûka ku zarokatiya xwe de gelek caran xwendiye. Ma em bi êşa zeze xemgîn, bi bextewariya wê bextewar nebûn.



21.04.2018 14:36 | gulêê

4. Pirtûka ku zarokatiya xwe de gelek caran xwendiye. Ma em bi êşa zeze xemgîn, bi bextewariya wê bextewar nebûn.



21.04.2018 14:36 | gulêê

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» sweetheart
» tree trunk

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm pirtukweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî