1. mûzîsyen û amûrjen -ez ne xelet bim piyanoyê dijene- û aranjman û komposereke kurd e, ji paşnavê wî mirov dikare lê bîne der ku ji rojavayê kurdistanê ye, mixabin li ser netê mn tu zanyarî li ser şexsê wî nedîtin, ji bo fîlmên kurdî mûzîkan çêdike, dîsa ji bo hinek kilamên dengbêjên wek şakiro, baqî xido û çend stranbêj û dengbêjên din ên zêde nayên naskirin, bi forma mûzîka orkestral paşfon çêkirine. ligel orkestra heskîf û mizgîn tahir gelek xebatên wî hene, strana ez kobanê me, ku gotinên stranê yên mizgîn tahirê ne, jî yek ji wan e, di nav stranên ku ji bo kobanê û şoreşa rojava û şerê li dijî daişê hatine çêkirin de piştî wan herdu xebatên dilşad seîd; pêşmerge û şengal, ya herî xweş û profesyonel e bi dilê min. dengbêj ezîzê simê - ji bo şengalê ; vîdyoyê veke dengbêj qaso - me sefer e li ser botan e ; vîdyoyê veke Dengbêj behiye geverî - were eman ; vîdyoyê veke orkestra heskîf - ez kobanê me ; vîdyoyê veke dengbêj ebdilezîzê leşker - soundtracka fîlma ''mast'' ; vîdyoyê veke orkestra heskîf - soundtracka fîlma ''küçük kara balıklar'' ; vîdyoyê veke |
|
2016.09.11-04:20 |
endazer
![]() |
2. ciwamêrekî mîstîk e. li ser înternetê tu agahî diyar nakin. |
|
2017.01.03-19:07 |
wiha wilo wisa
![]() |
3. Muzîkjenekî pir zîrek e. Nêzîkî seeteke berê parçeyeke nû belavkir. |
|
2020.05.22-22:59 ~2020.05.23 22:40]|
master kurd
![]() |
4. Min mezê dû se vîdyoye vî hunermend kir. Nerîna min eve ku hunermende gellek jehatîye. Serkeftin ji bo vî. |
|
2020.05.22-23:30 |
tekoser
![]() |
5. mûzîkjenekî nepenî ye. bi bejn û bala xwe, sewta xwe li tu derê nayê xûya lê bi mûzîka xwe ve mêriv sermest dike, coş dike, dikesirîne. newayên wî hêviyên min ên ji bo mûzîka kurdî geş dike. xwedanê terzeke xwerû bi xemla kirasekî kurdî ye ku mirov dikare bi saetan guhê xwe bide mûzîka wî. bila her li dinê be û newayên xweştir biafirîne. |
|
2020.05.23-01:10 |
xeyda
![]() |
6. di nav hemû Kurdan de min mirovek -ne tenê du nav mûzîsyenan de- ev qasî serkeftî ku di asta cîhanê de berhemên hunerî diafirîne û pê re jî ev qasî nefsbiçûk û ji vîtrîn û camekanê dûr nedîtiye. bila li eslê xwe bipirse teqez ne kurd e. |
|
2020.05.24-20:20 |
endazer
![]() |
7. hunermendek ku bûye mêvanê guhê me wan rojan.bi ya min stranên pirr balkêş û xweş çêdike.her bijît inşaallah. |
|
2020.05.24-22:22 |
jehr
![]() |
8. dîsa xebateke supper çêkiriye: zeriyên şeşdara bila strandublajger û tweetbêjên bakur herin tedrîsata wî û piçek be jî xwe fêrî hunera muzîkê bikin. û mamê kemançejen jî rengê çermsoran dide. (: |
|
2020.10.13-19:17 ~19:55]|
ezcan
|
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [1] |
![]() |
motîvasyona kurdên xwandevan [4] |
![]() |
tirşik-danegeh [2] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [1] |
![]() |
neşêrînbûna pisîka merwano [2] |