Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    35 mijar û 74 peyam
    mehmûd berazî - tirşik
    mehmûd berazî
    (6) (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. mûzîsyen û amûrjen -ez ne xelet bim piyanoyê dijene- û aranjman û komposereke kurd e, ji paşnavê wî mirov dikare lê bîne der ku ji rojavayê kurdistanê ye, mixabin li ser netê mn tu zanyarî li ser şexsê wî nedîtin, ji bo fîlmên kurdî mûzîkan çêdike, dîsa ji bo hinek kilamên dengbêjên wek şakiro, baqî xido û çend stranbêj û dengbêjên din ên zêde nayên naskirin, bi forma mûzîka orkestral paşfon çêkirine. ligel orkestra heskîf û mizgîn tahir gelek xebatên wî hene, strana ez kobanê me, ku gotinên stranê yên mizgîn tahirê ne, jî yek ji wan e, di nav stranên ku ji bo kobanê û şoreşa rojava û şerê li dijî daişê hatine çêkirin de piştî wan herdu xebatên dilşad seîd; pêşmerge û şengal, ya herî xweş û profesyonel e bi dilê min.

    û niha min ferq kir ku mûzîk û aranjmana albûma dawîn ya serhado jî evî xweşmêrî girtiye ser xwe.



    çend nimûne ji wan stranên wî;



    dengbêj şakiro - çiya û deşt ;










    dengbêj ezîzê simê - ji bo şengalê ;










    dengbêj qaso - me sefer e li ser botan e ;










    Dengbêj behiye geverî - were eman ;










    orkestra heskîf - ez kobanê me ;










    dengbêj ebdilezîzê leşker - soundtracka fîlma ''mast'' ;










    orkestra heskîf - soundtracka fîlma ''küçük kara balıklar'' ;










    2016.09.11-04:20 | endazer

    2. ciwamêrekî mîstîk e. li ser înternetê tu agahî diyar nakin.

    eger bê mûqayese kirin, dibe ku ew (bnr: hans zimmer)ê me be.



    2017.01.03-19:07 | wiha wilo wisa

    3. Muzîkjenekî pir zîrek e. Nêzîkî seeteke berê parçeyeke nû belavkir.
    Xuyaye ku dema Kurdistan azad dibe muzîk jî azad dibe. Dest xweş.
    (bnr: nazê nêrgiza hewşê)











    2020.05.22-22:59 ~2020.05.23 22:40]| master kurd

    4. Min mezê dû se vîdyoye vî hunermend kir. Nerîna min eve ku hunermende gellek jehatîye. Serkeftin ji bo vî.



    2020.05.22-23:30 | tekoser

    5. mûzîkjenekî nepenî ye. bi bejn û bala xwe, sewta xwe li tu derê nayê xûya lê bi mûzîka xwe ve mêriv sermest dike, coş dike, dikesirîne. newayên wî hêviyên min ên ji bo mûzîka kurdî geş dike. xwedanê terzeke xwerû bi xemla kirasekî kurdî ye ku mirov dikare bi saetan guhê xwe bide mûzîka wî. bila her li dinê be û newayên xweştir biafirîne.



    2020.05.23-01:10 | xeyda

    6. di nav hemû Kurdan de min mirovek -ne tenê du nav mûzîsyenan de- ev qasî serkeftî ku di asta cîhanê de berhemên hunerî diafirîne û pê re jî ev qasî nefsbiçûk û ji vîtrîn û camekanê dûr nedîtiye. bila li eslê xwe bipirse teqez ne kurd e.
    stara Xwudê li ser be!
    Û yek jî divê hemû berhemên wî tenê ji hesabekî bên parvekirin ku hejmara dîtina vîdeoyên wî bê xwuya û bikaribe nanekî ji xwe re jê bixwe.



    2020.05.24-20:20 | endazer

    7. hunermendek ku bûye mêvanê guhê me wan rojan.bi ya min stranên pirr balkêş û xweş çêdike.her bijît inşaallah.



    2020.05.24-22:22 | jehr

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    mandariinid [1]
    Fîlm di nav xwe de peyamên xweş û watedar dihewîne. Wer xuya dike bi b...
    ne mutlu patatesim diyene [2]
    Dirûşmeyeke ku di vîdyoyeke xalê edîp yuksel de (xwedê jê razî be vê d...
    mihemed taha akreyî [1]
    Stranbêjek kurd e. Ji navê wî jî xuya dike ji bajarê xweşik (vbnr: akr...
    lîstika kîr û quz [1]
    li ba me navê vê lîstikê sig e....
    wc [2]
    Hevaleke min behs kiribû, ewana rojekî diçine qehwexaneyekî ku...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mehmûd onder

    Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzik kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî