Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
zewac - tirşik
zewac
(17) (3) (2)
di mijarê de bigere

18. ne tiştek zehmet û ne tiştek rihete.. hinek gotinên timî tên gotin bibêjim ger aqûbet(hizûr) hebe yanî meriv Du kese ji halê hev fehmbike meriv vê têkilîyê neyne hedê şer û pevçûn û dev jihevberdanê bawerim başe... Lê meriv ne ji xwera be, bereday be, meriv tevgerên nebaş bike meriv du kes nikaribe malek îdare bike.. tiştek nebaşe.. li ser vê mijarê meseleyek wiha di nava min û yekî de derbas bû mesele ev bû; apê min qîza xwe dabû an hê dida, roja dest hinê hatin gundê me ez jî liwir bûm min dî apê min û Evdilayê xeravguriya (bavê Bûkê û yê zava ) ketine ber hev dilê wan heye şerbikin apê min dibêje gere hûn zêrê qîzikê temam bikin hê wê bibin yê din jî dibêje bese min zêra haniye.. min jî xwe negirt min got; xalê evdila ez gotina we bi Hingiv dibirim û lêborin dixwazim, xalê evdila niha tu jî apê min jî usûla vê sektorê zanin tevekê qîzan û bûkan çewa diçin ev jî wisa ne kêm ne zêde û min got Jixwe hûn zêra ji xwera distînin.. niha hûn ji bû merivatiyê hatine qîza apê min apê min jî eynî Wisa jibû merivatiyê qîza xwe daye we, yanî ne ji bû ji roja ewilda hûn şerbikin merivatiya xwe xerab bikin.. gotinên min bi serê wîde çûn.. jiminre got tu kurê kîyî min navê bavê xwe got (qamyoncî Hesen :l ) got welleh Şerefa te û bavê te heye ez te naşkênim ezê zêra temam bikim û kefa wî gelek ji minre hat camêro got wa qîzên gundê me û yên gundê xirba jî li binê malê destê bûkê hine dikin tu herî destê kijanî bi serê xwedî/bixwazî bi Xwedê ez wekîltiya wan dikim didim te.. her wiha min jî got Xwedê ji te razîbe û di nav dilê xweda got ez Feqîrê Xwedê rabim bibim bela mala qasê.. * Herwiha mijar herdiçe belav dibe nuqtekî li vir, me digot çi! ha usûla zewacê şert û mercên wî li holêne ger pê bînin bi zewicin an hûn jî û kesên lihemberî we jî gunene.. her çiqas kesên ku dikebin ferqa pûçbûna dinyayê û jiyana bêwate.. zewacê wekî heps û zîndan/gêjahî/bêwate dibînin.. ev fikir şaşe; piştî em hatine dinyayê malê(mal, jin, zarok..) dinyayê ji dinyayêre gereke..

têkiliya ku ezê jî jê nemînim û haya gulêê, sergijik, biaqila malê, binevşa narîn, elegez.. pê dixim ku ez jî jiber serê we diçim *





02.07.2016 23:31 | shorbevan

19. Lîstikek qûmarê ye û ez ji qûmarê heznakim *



03.07.2016 19:27 | biaqila malê

20. tiştek xweş e. li gotinên nezewicîyan nenêrin.

êdî ne wek berê ye, berî zewacê derfeta herkesî çêdibe ku hevalê/a xwe nas bike. ger hûn di pêvajoya berî zewacê de ji dil bin, hûn ê hev bi rastî nas bikin û piştî zewacê hûnê rastî surprîzan neyên.

lê ger hûn berî zewacê û di pêvajoya zewacê de hev bixapînin, piştî zewacê normal e ku hûn ji hev aciz bibin û dinyayê li hev biherimînin.



ne qumar e lê biryarek cîdî ye. mirov nikare û divê nebe ku berpirsiyariyê tenê ji dil an jî ji mejî re bihêle.



03.07.2016 23:21 | simurg56

21. Biheşta li ser rûyê dinê ye tabî şert ewe ku herdu alî bi evîneke qewî ji hevdu hez bikin wî çaxî jîyan ji bo herdu alî dibe biheşt*



20.12.2016 20:20 | azad30

22. di civakê de bûye wek armanceke jiyanê. law ma ji zewacê pê ve ti tişt tune oxlim?! ma helez e!!



09.08.2018 16:42 | xwelî li ser

23. Peyva ku wan rojan bûye benişt di devê yên derdorê min de.

- te mêytep xilas kir û ketî karekî de. Êca dora dewetê ye.

- te ji xwe re yekê nedîtiye xelîl ?

- em ê kengî govenda bikin xelîl ?

Quzzilqurt! *)



24.04.2019 17:09 | xelîl

24. mirov nikare herkesî re jîyana xwe hetanî dawî bibe.Lê li gor zewacê divê tu heta hetayî ji wî/wê hez bikî û zaroka bînî û hwd.

Ez jî li gor derdor dereng mame lê li gor min ez qet ne amademe ji bo zewacê û nizam kesên ku 20 salî dizewicin bi kêjan hişê dizewicin.



24.04.2019 18:40 | brzn

25. ya ku ger mirov bi yeki xelet re bike; dikare jiyana we ji we re bike zindan. lê ger hûn bikarin mirovê rast bibînin tiştek xweş e elbet.



24.04.2019 23:42 | brusk56

26. "Yê bizewice, kerîz e."



01.07.2021 20:57 | saqîsiwarîyo

27. Ez pir meraq dikim ewanê ku di derbarê zewacê de bi awayekî neyînî nivîsîne neka çend kes ji wan azib in, nezewicîne? Li van derana bin bila dengê xwe bikin jkx. Dikarin bi rêya peyamê jî bêjin ez wan eşkere nakim soz* tenê ez ê tiştekî ji wan bipirsim.



23.08.2021 18:25 | xabûrî

28. hinek pê dixeriqin hinek pê mala xwe xera dikin.



23.08.2021 23:54 | hueyn


dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» zewaca kurd û danişan

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî