1. yên ku carina sînorên xeyala mirov didin zorê. |
|
24.08.2013 00:08 |
simurg56
|
2. curbecur in. yek jê ji ber germnebuna malê heta 11ê şevê li pirtukxanê şixwilîn e. |
|
24.08.2013 12:48 |
azadixwaz
|
3. bûyerên ku yek ji wan wisa ye ; |
|
24.08.2013 13:15 |
brusk56
|
4. Yek ji sebeba elametên qiyametê. Meriv malxwê malê be bela ye, meriv mêvanê malê be ezamet e. Ma çi bêjim xwedê kevaniyê nede wê malê. |
|
24.08.2013 17:46 |
înano lo
|
5. trafîka keçikan. |
|
24.08.2013 21:25 |
terkexem
|
6. malên ku bi qûnik û xweliya cixare xemilandî. |
|
24.08.2013 23:59 |
rojan
|
7. hêkeruna bêrûn jî îcada min bû. Erê law min bi avê pijandibû û gellek meşhûr jî bûbû. Tew hevalekî bi taybetî dixwest ku ez jê re hêke-avê bipijînim. |
|
06.04.2014 00:32 |
ceso
|
8. rojeke tûp-gaz xilas bibû û min jî çaya li ser tifikê nîv-kelî mayî di firnê de çêkir.. tabî destikê çaydankê ligel ku min ji derve hêliştibÛ dîsa jî biçekî heliya û tama plasîkên heliyayî ji çayê dihat, lê ez dîsa jî ji ya xwe nehatim xwar û min çaya xwe vexwar, çimkî bêyî çayê taştê ne m,mkun e.. |
|
06.04.2014 01:09 |
endazer
|
9. ji vir du sal berê li colemêrgê ez xwendekar bûm, du sal berê zivistanê hawa pirr sar bû mariv ji sermana diqerisî. ceyrana me qaçax bû lê ji ber ku sîgortaya ceyranê qels bû me nikaribû hemû ufoyên xwe pêxin.. |
|
28.02.2015 15:22 |
ferhenga şikestî
|
10. Di dema xwendinê de ji ber ku em feqîr bûn kîrayên avahîya, bikaranîna av û ceyranê, xwarin vexwarin welhasil her tişt giran bu loma me jî ji bo ku em îktîsad bikin me nanê xwe bixwe çêdikir yanî makîneyek hebu û me av, ar, rûn, xo,şekir, hevîrtirşk dikir hûndirê mekînê bi vî awayî me nanê xwe çêdikir. Mehê nêzîkî 200 tl me Kar dikir û me xwe ji zehmetîya nanstedinê jî dûr dikir. Tu her hebî arçelik* |
|
04.06.2016 15:00 ~15:01 |
azad30
|
11. Hevalekî me serê sibeh seat 6an de radibû dersê wî jî seat 9an de dest pê dikir lê ew her tim dereng dima ji zanîngeh ê. Dûrbûna zanîngehê jî panzdeh deqe bû, ev bûyera ecêp kesek fêhm nedikir. |
|
04.06.2016 21:38 |
dizek
|
12. hevalekî min ê malê hebû, jiyana wî nav du maseyan da derbas dibû; maseya oda wî û maseya sinifa wî. |
|
13.09.2017 13:42 ~13:45 |
bûtîmar
|
13. Buyerên ku mirov bixwaze biqastîka bike jî wê nekaribe bike. Rojekî li malê hevalekî ketibû serşokê da serê xwe bişo. Ez û hevalê din jî razabûn. Carek me dî qarînî ji serşokê tê. Em rabûn çûn ber derî, vî ehmeqî bê ka çawa kiribe, milê derî şikandiye û di hundir de asê maye. Me kir û nekir ji derva de jî derî venebû. Min carekî da hama nedît, hevalê min yê din raşte utiya min û li nava derî xist. Belê derî vebû lê nîv saet bê axaftin me li hev nihêrt. Tabî min heqê wê utiyê ji qûna wî derxist paşê. |
|
21.01.2022 01:53 |
tîrêj zana 21
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |