1. navê straneka gelek xweşe, dibe gelêrî be lê braderê hêja gelek xweş berhevkiriye ûstrandiye dibe stran a wî bixwe be.. gotinên stranê; kezîzerê kezîzer xulam memikên gilover mîna sêvên xelatê serî sor û binî zer bîna berfa zinarê siya darê tim li ser wek penêrê biharê min givaşt û a jê der ji govendê derkev der te bi ramûsim dîsa her kezîzera hithittî li binya mala şemitî li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî kezîzerê lewendê sing doşek balîv zendê gewrê bozê bilindê kevoka li nava gundê ez ramûsim te rîndê qam kinê poz bilindê destê xwe bi destê minde em bi hevra herin govendê kezîzera hithittî li binya mala şemitî li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî kezîzerên me çarin herçar bi kum û şarin kezîzer ser bi şarin herçar jî bi dost û yarin sela ela mihemed hilma memika em xwarin kezîzera hithittî li binya mala şemitî li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî kezîzerên me şeşin herşeş jî bi şarên reşin hêdî hêdî dimeşin çavbelekin çavreşin sela ela mihemed hilma memika çi xweşin kezîzera hithittî li binya mala şemitî li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî kezîzerê min sisêne hersê ji nava xursêne pazdeh gundên xursêne her gundek gulek lêne şikir jiter xwedêyo hemî liser qezêne kezîzera hithittî li binya mala şemitî li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî kezîzera min yekê çavreş û çavbelekê çena jorîn bideqê hela were kêlekê ramûsanek bide min zalimê gelekê kezîzera hithittî li binya mala şemitî li binya mala şemitî ma dawa gavê lewitî ax dilê xorta êşiya tew dawa gava peritî ma dilê xorta êşiya dawa gava peritî |
|
19.09.2016 23:32 |
shorbevan
|
2. ev jî versiyona ku Seîd gebarî distre, were wer jî tê nasîn; |
|
26.09.2016 21:39 ~21:43 |
shorbevan
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |