Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; parasıyla rezil olmak
peyamên çepikkirî

94241. biwêjeke tirkî ye.

bi kurdî mirov karê bêje; mirov perê xwe bidê û pê rezîl jî bibî. bêhtir ji bo karên xizmeta wê nebaş tê gotin; mesele tu diçî otelekî pereyek zêde didî, lê xizmeta wê kêrî pênç qurîşî nayê, hingî tu pê perê xwe rezîl dibî.



min ev ji ber çi got; duh ne pêr min versiyona kurdî ya vê gotinê dît, gelek keyfa min hat. em li ereba nêvbajêr siwar bûn, vêca camêr erebe tijî kir, serde dixwest hinekên din jî siwar bike; li ser vê jinekekî got:

-derdê vî şifêrî çi ye, erebe tijî kir ji xwe, em fetisîn, meseleyek heye dibêjin: heqê xwe jî didin, serê xwe jî dişkênin



07.06.2013 18:27 | brusk56