Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
zebeşên amedê - tirşik
zebeşên amedê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zebeşên bi tehma xwe bi mezinbûna xwe bi ser wanre zeveş kêmin.. berê liherderê welat herkes dikaribû bibûya dîdarên wan niha mixabin dev ji amedê berdin li cîhekî bîna diyarbekir jî nayên dîtin, nizanim jiber yên edenê zû dertên yên amedê nagihîjin firotinê an miletê me hînî haziriyê bûye ji wiye.. ez diçim bazarê dibêjin yên mûşêne(mi çi xêr ji mûşê dît dora zebeşên wan/mûş û zebeş: ) .. demekî tê bîra min heba zebeşan bi 250 quriş bû 50 qurişê niha qawin jî 50 qurişê wê gavê belaşê niha * ez dibêjim ji wîye



23.09.2016 21:28 | shorbevan

2. tenê nav û wesfê wê heye, bi xwe nîne, ev bûn deh sal li diyarbekir dijîm, hêj paş devê min neketiye, her sal parêzgehî ji bo van şebeşan festîvala şebeşên diyarbekir li dar dixe, girantirîn şebeşê salê tê hilbijartin.

dibêjin ev şebeş bêtir li zeviyên li dora çemê dîjleyê çêdibin û dîsa dibêjin giranî û çêja xwe ya xweş ji zilq û zibilê kevokan distîne.



24.09.2016 05:45 | endazer

3. Cebeşên li deşta qerejdaxê tê dîtin. Min ên nêzîkî 30 kîloyî jî 2 şal berê dîtin. Gundiyan jî ber buhayê erzan gazin dikirin û dev jê berdidan. Lê dibêm wê hîn li wan deran hebin.



24.09.2016 22:54 | berxweda

4. Herçikas zebeşên amedê navdar bin jî gava navê (bnr: sîsika zebeşan) tê seh kirin Batman tê bîra mirov. Batmanê teybetî li ser dezgehan gelek tê firotin.



25.09.2016 00:46 ~00:47 | bapîr

5. dema paşî pere nedikirin, gel zebeşa bi motoran dihanîn, dikirin du cî/dişkandin û dendikên wî derdixistin qalikê wî didan ber dewaran, keran dendikên wî jî difirotin jiber dendikên wî ji zebeş bêhtir pere dikir. bê henek *



25.09.2016 18:04 | shorbevan

6. ewên ku dibêjin bi tenê navû wesfê wê heye , ez bawer im ku zebeşa amedê hê nexwarine
binêrin di vî wêneyê jêr de zebeşeke normal heye
Here lînkê

di vî wêneyê jêr de jî zebeşa amedê heye
Here lînkê

aniha rengê zebeşa amedê keskeke vekirî ye lê rengê zebeşên dî keskeke girtî ne.
piştî ku zebeşên adanayê zêde bûn niyhan teleqa zebeşan. giş bi derzî û hormonan têdigêhînin loma êdî di zebeşan de tahm nemaye. li adanê bi rêya hormonan di salê de sê car dikarin zadan bigirin. loma zebeş jî bi pirranî ji adanê tê. ew ên ku li sûkê dibêjin werin 'zebeşa amedê' bawerî pê neyênin. li wan her du wêneyan binêrin. li gorî rengê zebeşan ancax hûn dikarin ji hev cihê bikin.



14.12.2019 17:03 ~17:05 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» zebeşên amedê

Kategoriyên mijarê:: cihuwar nebat cihuwar nebat cihuwar nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî