1. stranek gelek xweş ya gelerî ye. bi ya min herî xweş ji aliyê koma sîmurg ve hatiye gotin; gotinên stranê li jêr in lê min tam fêhm nekir mesele çi ye * "Hêlînê wan tîtiya malik weranê Şemlê Hêlîn çêkir ber kanîya mala bavê Şemlanê Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê Hêlîn çêkir ber kanîya mala bavê Şemlanê Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê Hêlînê wan Qertela, malik weranê Şemlê Hêlîn çêkir ser Kendala mala bavê Şemlanê Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê hêlîn çêkir ser kendala mala bavê Şemlanê Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê Hêlînê wan kevoka, malik weranê Şemlê Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemranê Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê Şemlê Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê Şemlanê Hêlîn çêkir ser refokan mala bavê Şemlanê Lê Şemlê Şemlê Şemlê malik vêranê şemlê Lê Şemlê Şemlê Şemlê mala bavê şemlanê" |
|
25.09.2016 09:52 |
simurg56
|
2. versiyona herî nexweş ya vê stranê jî her berêvar li diyarbekir li kolana hunerê, ji aliyê kom û kolosên amator ve tê gotin. Mala Xwudê ava havîn çû û em jî ji vê zilmê xilas bûn. |
|
25.09.2016 16:32 |
endazer
|
3. şemlanê jî Hatiye gotin jêre, gotinên stranê yên herî xweş jî nebawerim lê ez dibêjim evin; |
|
25.09.2016 17:17 |
shorbevan
|
4. hingî me bihîst vê stranê êdî îmana me jê diçe! kî dirajê erbanê vê stranê dibejê. di tembûrê de |
|
02.06.2017 22:44 |
xwelî li ser
|
5. ev vîdeoya hanê, bûye tercimeya hestên min ên li ser şamlê : ) ez ji lodublajê ra zehv spasdarim * |
|
14.01.2019 10:22 |
bûtîmar
|
6. mijara vê stranê sê sal berî niha hatiye vekirin û nivîskarê hanê jî bi wesf û pesna qala stranê kiriye. tiştê ku meraq dikim piştî vê pêvajoya ku 123167463 kes li 12346475 cîh û mekanan, li rojê 12314564798 caran vê stranê strandin, nivîskarê hanê hê jî dikare qala vê stranê bi heman hestan bike? * |
|
14.12.2019 16:51 |
ferhenga şikestî
|
7. Herî xweş hozan brader distrîye. |
|
14.12.2019 16:53 |
kajav
|
8. mixabin êdî bûye mijara henekan. weke mînak beşa 4. a mala minê: https://tirsik.net/g.php?l=700 |
|
14.12.2019 19:00 ~19:01 |
simurg56
|
rexşê belek [1] |
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |