Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
êzîdîtî - tirşik
êzîdîtî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. dînekî ku bi piranî kurd îdia dikin ku tenê ya wan e û bi çend awayên cuda tê gotin Êzdîtî yan êzidîtî û êzîdîtî lê ji ber ku ku mijareke hesas e, mirov newêre li ser nîqaşê bike. Nivîseke balkêş a Hussein Muahmedî li ser vê mijarê heye: dêrsim, kurd û filetîHere lînkê



26.09.2016 22:24 ~2016.09.27 21:49 | dijber

2. Êzdîtî yan êzidîtî, navê ku êzdî ji dînê xwe re dibêjin, ol û dînekî Rojhilata Navîn e û li gor gelek çavkaniyan yek ji ayînên berê yên êzîdîyan e û yek ji kevintirîn dînên yekxwedayî ye. wateya wê di zimanên hind û ewropî ya kevn de "Xweda" ye. Li gorî dîroknasan jî peyva "Yezidî" gelek kevn e. Êzdîtî ne ji ola zerdeştîyê tê.

Pirtûkên pîroz ên êzdîtiyê mishefa reş û cilwe ne. Lê heta roja îro dînê êzdiyan bê nivîsar û bi awayekî devkî belav bûye. Wekî din, di ayîna êzdîtiyê de, qewl û beyt jî giring in.

êzdî monoteîst in, ji xwedayekî bawer dikin. ola êzdîyatî 2000 an 6000 sal berî çêbûna pêxember Îsa derketîye holê. weke olên rojhilata navîn, Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê, bi ne yekcarê re peyda bûye, bi guhertin û pêşketinê peyda bûye. Di destpêkê de Êzîdiyên her çar elementên jîyanê, ax, av, ba û agir diparastin. Ol wiha pêşket, heya parastina rojê (Şêşims mefer e mêrê Êzdî ye) derkete holê. Ew jî di dîrokê de bi navê mitrayîzimê tê naskirin. Bawerîya Êzdiyan bi tawusî melek heye. Perestgeha pîroz lalişa nûranî, li Başurê Kurdistanê ye, Mîrê wan ê berê tehsîn beg bû. lê niha serokê olî bavê Şêx-extiyarê mergehê ye, li Ba'adrê û Lalişê dimîne
Here lînkê

Çavkanî
Here lînkê



17.06.2020 20:55 ~22:36 | xwelî li ser

3. mehrdad r. izady di kitêba xwe yê "The Kurds: A Concise Handbook (Kurd: Rêbernameyeke kurt) de dibêje "ezîdîtî mezheba dînê yezdanî ye.
Yezdanîtî jî dînê Kurdan ya berê ye" Li gorî îzady, Êzîdîtî pêşî wekî mezheb girêdayî Yezdanîtî bûye paşî ji wê vediqete dîneke serbixwe dibe.

Û herwiha îzady dibêje Elewîtî, nusayrîtî, Êzîdîtî, bahaîtî jî mezhebên din a dînê Kurdan a yezdanîtî ye, paşî ketine binê tesîra dînên mayîn.

yezdanîtî: Here lînkê Here lînkê

ibrahim halil baran jî di vîdyoya xwe ya kurd çawa misilman bûn de behsa vê tiştê dike:


(deqeya: 15:40)



17.06.2020 22:23 ~22:40 | mîr

4. di êzdîtiyê de ser şuştin tiştekî nexoş dihat dîtin .
"belkî ev qanûme hêj lê cem şêxên/melleyên êzdî didom e , nizanim/ne haydar im"

pîrka min digot ;
pîrek êzdî hebû hertim dihat mala me ,
qet serê xwe ne dişuşt lê kincê wê gelekî paqij bûn û rengê kincê wê jî timî tim spîboz bûn, porê wê mîtrokê dirêj bû ..
seba serê xwe ne dişuşt spî keti bû cilê me loma rojekê min bi çeplê wê girt û min bi zorê serê wê şuşt.
(pîrka min bi cism e û tiştê dibêjin ew ji mêrxasan mêrxastir bû)
anha belkî hinek ji we bêjin pîrka te faşîst e û qet ji bo dîna ne rêzdar e ..

lê ev ser şuştin ne ji bo dîn û baweriyê ye .
divê hinek tişt weri rojna kirin.

anha êzdiyên ku dinasim hîç ne wilo nin qey terikandinin vî hawê xwe .

ev nivîs ne tiştekî bi nefretî hatî ye nivîsîn, ez bixwe ji êzdiya têm..



18.06.2020 02:25 ~02:36 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» êzîdîtî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî