Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 24 peyam
yilmaz erdoğan - tirşik
yilmaz erdoğan
(11) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. bi henakan qemeriya li rû û rihê xwe qewirandiye. xweşfiroşe. di esnaftiyê de li asteke bêhmape da digevize. bi salan kirê xwe yê şikestî kire kijan canîkê ji çerme quzê wan ji xwe re postekî spî dirût kişande ser rûyê qermiçî û qemer.yanî zorterziye. helbet abimilerden öğrendik "ş" harfinden orak çekiç figurleri yapmayî bi zêhneke lidyawarî kire naqitekî tam û êdî ji wê "ş" yê ev tişt "$" bîter kir. lê ew jî û ez jî baş dizanim ebeden xwe bişû, bidirû jî ê her tim li ber deshilatdar û efendiyan bêje "ben seni benî sevebîlme îhtîmalînî sevdîm." ewê dinê jî bêjin heRî erş werî ferş tuyê her tim qemer bî werî ser kirê reş.helbet divê meriv muhsîn kizilkaya jî bîrneke.ya wî pêtir xirabe yilmaz erdoğaniyê bi defo ye.



24.08.2013 15:16 | tivirloismail

2. perexwurekî dilê tirkan xweş dike. ne ji bo gelê xwe ji bo hin kesên ku welatê wî dagirkirine dixebite.



24.08.2013 17:03 | bazê_xendekî

3. Koçekvanê saloqat hewl dide ku ji qir$ ú gemara sûretê xwe helbestan birêse. Hindê da ku li çarnikal wekî rew$enbîrekî bête nasîn çirtik û lotikan dide xwe. Hindek helbestên wî hêjayî xwendinê, lê bes hêjayî xwendinê, tu nikarî hildî û bidî teni$ta xwe. "Ben seni beni sevebilme ihtimalini sevdim" yek ji wan helbestên yilmazî ye ku di nav lîseyîyên serçav$amborek de hingî populer e. Di lise 1ê de min ev helbesta han di $ahiyeke mektebê de xwend, toh di ser de jî nehi$tin ez gotineke helbestê bibêjim û wan ez sansur kirim. Ez tê negiha$tim aneka jî tê nagihêm. Serê wî serê kartol û doberanan e. Wek pîçan e

eynê. Haya min ji filîmê wî yê dawî niye, lê tistekî ba$ dixuye.



24.08.2013 17:33 | înano lo

4. hevkarê dijminê kurdan e. qunalêsê dewletê ye û ji ber vê taybetiya xwe weke mirovên aqilmend hat bijartin.

bernameya xwe ya bi navê çok güzel hareketler bunlar de pir caran kurdan (rojhilatiyan) biçûk dixe û henekê xwe pê dike.

ji kurdan re tu feydeya wî tune, ev kesîn e. zerara wî heye, ev jî kesîn e.



24.08.2013 18:58 | simurg56

5. lawê popûlarîteyê ye. esnaf û ticarek zir zîrek e.. dikare afîşên fîlmên xwe li axê bipêçe û bifiroşe.. herwiha bergên pirtûkên xwe jî. ji roja roj de zêde kêfa min jê re nayê û dilê min lê rûnane.. vê taliyê bi fÎlma demsala gergedanan sînematografiya bahman ghobadi jî lewitand.



24.08.2013 19:59 ~2022.01.13 11:35 | endazer

6. yek ji wan kurdên 'doğulu' ye.



15.09.2013 06:20 | eînsthemeelî

8. Li colemêrgê ji dayik bûye. lîstikvan, helbestvan, çêker û derhêneriek kurd e.



15.09.2013 21:25 | ramanwer

11. Li colemêrgê ji dayik bûye. lîstikvanek asîmîlebûyî, helbestvan xapîner û ne jidil, çêkerê "ev hereketên gelekî beredayî ne" û derhênerek e ku esil-kurd e. ji ber ku kesê ku nekare bêje ez kurd im, kurd nikare were hesibandin.



15.09.2013 22:23 | simurg56

13. welle zanÎna ku ez dizanim yılmaz pirr welatparÊz e. ku min pÊra dayÎmÎ xeberneda min Ê bigota hÛn rast dibejin lÊ hÛn şaş xeberdidin.



25.09.2013 01:24 | nîgarvan

14. derhênerê ji dara hênê ye.. heqqet gelo çima ji dara hênê derhênerek dernakeve û em jî têra dilê xwe serî li peyvan gêj û gêr nakin.. û ji xwe re pê naleyîzin..



25.09.2013 01:27 | endazer

15. rewşenbîrê ku reklama bankayan de dilîze, ye.

(bnr: gotinên min evqas in hakîm beg)



13.01.2014 22:34 | simurg56

16. dijminÊ neteweyê xwe evîndarî serdestê xwe ye ji kurbûna xwe eciz ji tirkbûna xwe şa ye divê mirov heqÊ wî bide xweş diafirîne ji bo serdestê xwe tiştên xweş afirandiye û quna wan jî xweş alisandiye



14.01.2014 12:25 | ferhenga şikestî

18. dikaribû mina baba tahîr ûryan, meleyê cizirî û ehmedê xanî di dilê kurdan de cihek payidar çêkira,,,, ger,,,,

lê wî hemû behremendiya xwe bo tirkan, bo tirkî xerç kir.

yek jî boy hakkari.

yılmaz me yê hemû kurdistan bida te, tû çûyî ji tirkan boy hakkari dest vedigirî



nuçeyek ji rojnemeyên tirkî:

Yılmaz Erdoğan 4 otobüs dolusu Hakkarili ile Meclis'te



17.08.2016 08:12 ~08:12 | cinorek

19. di van rojên ku tê gotin ku bajartîya colemêrgê were betalkirin de, ji bo ku bibe "qehremanê bajêr" çûye cem serokwezîrê tirkiyê bi armanca vê biryarê betal bike. lê tabî tu encam jê derneketiye û serokwezîr gotiye ev biryarek rast e.



17.08.2016 09:27 | simurg56

20. Yilmaz erdogan çawa dikaribû 'di dilê me de cihekî payîdar çêke' nizanim..

Ev camêr karibûye xwe bi tirkî îfade bike û bi tirkiya xwe berniyas bûye û ewqas pere û populerîte qezenç kiriye.

Ha ger emelên xwe bi kurdî bikira, belkî bi qasî occo mahabad karîbûya bi ser keta.



17.08.2016 09:37 | ferhenga şikestî

21. Gernasekî herî bilind ya dîrokî ye ku di nav kurdan de derketîye. Lê belê sedemê gernasbûna vî hatiye ji bîr kirin û vê mijarê de ti agahîyek nebûye bi dest xistin.



Lîstikvan, derhêner û şanogerekî kurd e lê heta niha tu çalakîyê xwe de kurdî bi kar ne anîye û kurdî re cihek nedaye yan jî tu agahîyek me negihîştiye.



Nivîskarekî kurd e. pirtûk û lîstîk û helbest dinivîse belam ne bi kurdî. Zimanê xwe ji karê xwe diparêze, zimanê xwe bi karê xwe re tevlîhev nake. Di vê meseleyê de zêde 'laîk' e û gelek giringî li vê mijarê dide.



zorandina dibetîyan pir hez dike. Rewş û dahatê vî başe. zêde qezenc dike. Qasê ku min fêm kirîye dibetîya hatina pere û dolaran hez kirîye.



Li Kurdistanê li bajarê Hekarîyê ji dayik bûye lê tu sûdekî vî ji welatê xwe re nebûye. Însanekî nagihan û komîk e. Jiyanê vî yek ji bizavan gelek xweş e.



Jiyanê vî di bernameya vî de ger wek skêçek hatibe weşandin bi misogerî 'çgh'yek zêde çepikkirî standibû lê ka mêjî?



17.08.2016 16:29 ~16:32 | rûbar



24. (bnr: elok eloka me ye..) *



08.09.2016 11:55 | bûtîmar

25. li antalyayê gelek milk û emlakên bavê wî -nazım erdoğan- hene, li ser bextê hevalekî dibêjin bavê wî jî yekî wekê kurê xwe şîrheram, bitima û çavbirçî ye. ji xwe di hevpeyvîneka xwe de dibêje; ''kürt sorunu yabancı ülkeler tarafından ülkemize ihraç edildi.''



03.11.2016 22:27 | endazer

26. "ben senin beni sevebilme ihtimalini sevdim"



04.11.2016 21:45 | xwedêda

27. yılmaz erdoğan,nivîskar, helbestvan,Lîstikvan û derhênere.

Kesekî colemergî ye.

Her wiha Kurd e.
Lê ji aliye çand û hunera kurdan ti tişt nekiriye
(Ger hebê jî min nedîtiye)

fîlmên wî;
vizontele
organize işler
kelebeğin rüyası
ekşi elmalar
gergedan mevsimi
bir zamanlar anadolu'da
son umut
.
.
.



07.05.2020 22:50 | merwano

28. (bnr: yilmaz erdoğan)
(bnr: ji lêgerînê bawerkirin)



07.05.2020 23:00 ~23:00 | biaqila malê

29. hunermendekî hêjaye
mirovantiya wî heye
xişka xwe xera nekir tu cara
erê ji kurdare tiştek nekir lê nebu tirşikçî jî ne bu dijmin jî



08.05.2020 21:06 | hak buddy

30. ê ku tu caran xwe nêzî kurdan nekiriye lê bi qasê ez zanim tu caran xwe tam nedayê alê din jî.
bi min her kurdek xwedî berpirsiyariyek e ji bo gelê xwe. mirovekî ku aîdê gelekî weke kurdan be, divê kêm zêde hinek ji bo gelê xwe jî bike. an bi rêya xebata ziman, an bi çend hevokan, an bi hûnera xwe ya ku dikare tesîrên mezin li ser civakê bike; peyama xwe bide. vî zilamî ev berpirsyariya xwe neaniye cih. lê dîsa jî xwe ber çavê min reş jî nekiriye.



09.05.2020 19:43 | brusk56

31. derhêner û helbestvanek hêja ye hema alî polîtîkayê piştgiriya neyara dike û car caran bî gotina îngîlizî opportuniste. birastî kurdên bakûrê derhema xweş derdixine holê hema neçar dimînin û mixabin dibin opportunist...



09.05.2020 20:11 ~20:13 | doesntmatter

32. Di vir li ser zimanê Kurdî fikr û ramanên xwe bi şilekî zelal diyarkiriye




09.05.2020 20:45 ~20:46 | merwano

33. Xizmeta dagirkerê xwe de ye , biçe Hollywood'ê jî karekî serkeftî bike jî vala ye, tişta muhîm ewe ku bi rengê xwe û bi zimanê xwe bo miletê xwe bixete!!!!!!!



09.05.2020 21:56 | serhedo bê kiras

34. Di helbesta xwe ya bi navê yaşayabilme ihtimaliyê de dema behsa rêwitiya xwe ya ji enqereyê berev Colemêrgê ve dike dibêje bir "bir ülkeden bir iç ülkeye" ji ber vê rêzikê demekî bibû kelemê çavên xwendeyên tirk.
dîsa di pirtûka wî ya bi navê hüzünbaz sevişmelerê de bi navê kaldır başını ciğerim helbestek heye behsa du gerîlayên PKKê dike ku ji ber hej hev kirine û bi vê hejhevkirinê li dijî rêzikên rêxistinê derketine wê bên înfazkirin.
bi navê bir demet tiyatro şanoyeka wî heye cara ewil e şanoyek wekê rêzefîlmekî li ser televîzyonê dihat weşandin. wan deman min nedikarî temaşe bikim lê çend berê min li ser înternetê temaşe kir, li gorî dema xwe rêzeşanoyeke pir serkeftî bûye. Heta dikarin bêjim di nav hemû berhemên wî de ya herî serkeftî ev e.



09.05.2020 21:58 | endazer

35. disney+ filmê yilo yê organize işler dike rêzefilmekî cîhanî. di qadroyê de andy garcia, russell crowe û cem yılmaz heye. Here lînkê



14.03.2022 00:28 | ezcan

36. Fîlma xwe ya dawî, bi navê kin seba netflixê çekiribû.
Min doh sêr kir.
tew xweş nebûye.
Çîrok tijî xeletiyên mantiqî ye. lîstikvanî jî ne baş e.



14.03.2022 13:11 ~13:12 | cinorek

37. heyfa min ji wî re te.

ji cem yılmaz, ata demirer, û hwd pir jêhatîtir e. lê belê kurdbûna xwe heye.

tirk niha zêde jê dengê xwe dernaxin lê gava ew mir xûya dike ku aqibeta xwe mina yilmaz guney be. xwezî berê mirinê vergere eslê xwe bi zimanê dayika xwe jî çend xebat çêke.



19.09.2023 05:16 | cinorek

38. Piştî ku min dît di rûpela xwe ya înstagramê de mistafuck parve kiriye dilê min jê sar bû. Nizanim belkû jî dilê wî pak be ji ber hinek karîgeran û ji bo saxlemkirina mewkiya xwe tiştên wisa dike lê her çi be jî divê kesên netewî vê yekê qebûl nekin. Ev kiryar nebûna wî ji hebûna wî çêtir dike.



20.09.2023 18:57 | bayê xerbî

39. di fîlma siyabend û xecê (1991) de wek birayê xecê lîstiye û ez bawer im bi dublaja kesekî din kurmancî dane axaftin. Here lînkê

yilmaz erdoğan 52:24



14.03.2024 03:52 ~04:01 | tizbîkêş

40. Hêzên tarî ji mala wan jî mirov kuştine.Dema wî helbest nîvisandin û bideng dikir ev jan gelekî bi karanî. Ji aliyekî bi hestên kurdperweran list ji aliyekî din şelafî ji celadan re kir. Ji her du aliyan dixwe. Lê ji kesayetiya xweyî vala pêvde tiştek danegirt.
Yilmaz hat lê wê tolaz here.



15.03.2024 21:34 ~21:37 | derdxane

41. Ew her ku diçe dibe karakterek acizker.
Berê evîndarê jinên bedew û esilzade yên wek belcîm bîlgîn bû, niha ketiye wê astê ku bûye xwedî evînên eskortî.

Karbonmonoksîtê hêdî hêdî bi ser Enqerê de dibariya. Û nûçeyan pêşniyar dikir ku evînê li hundurê xaniyê xwe çêkin.



20 roj berê 07:02 | cinorek

42. jor de pergala kapîtalîst a cîhanê ji wî re mîsyonek daye. li ser vê mîsyonê tevî jiyana xwe fedayî karê danasîna dermanên viagra kiriye.*

hevalno, bila lîstika global capitalist systemê bibînin. yilmaz erdogan bûye pêlîstoka pazara dermanan. xwe jê biparêzin. *



19 roj berê 17:31 ~17:31 | ciwanzêr

43. Kurdên ku ne kurd in. Kurdên ku xwestine bibin malên tirk û turkbúnê.kurdên ku búne hunermenên tirkan.

Wek yaşar Kemal a ku búye nivîskarê tirkan.

No difference between both shits .



19 roj berê 20:52 | brzn

45. Eger em li gor şertên heyî binirxînin û aliyên wî yên xirab li cihekî bihêlin, di karê de serkeftî ye.
Û bi pêşbînî dibêjim; jina wî ya niha û dişa(xwîşka jinê) wî dê şantajê li wî bikin. Fmmdmd



18 roj berê 16:30 | bayê xerbî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
çima? (wêne: https://tirsik.net/wene/w/ziman/serdestiya-zimane-tirki-y...
belki ev jî bala te bikişînin
» yilmaz erdoğan
» erdoğan emir

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr niviskarhlbstvn niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî