Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 72 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; di tuwaletê de
peyamên çepikkirî

48527. Weşanxane: Belkî

Cure: Şano, ji du dikan

Rûpel: 110

Karakter: Xwekuj, Fikirdar, Bixwexweşanî, Girîvan



Ev şanoya Rênas Jiyan'î ji du dikan pêk tê û sahne ji çar kabîneyên tuwaletê pêk tê. Ez dixwazim bi çend hevokan behsa wê bikim.



Ev pirtûk bi mijara xwe û bi navê xwe pirr balkêş û ecêb e. Çar kesên ku kul û derd û eşqa xwe ji tuwaletê re vedibêjin.



Nivîskarî dest pê kiriye û ji rêzê ve karakterên xwe dide axaftin, dema yek diaxive û derd û kul û eşqa xwe vedibêje dûvre yê din, dûvre yê din, wilê didome. Lewre serê mirov dibe çar labîrentên ji hev cuda û di her yek labîrentî de çar bûyer û çîrokên ji hev cuda û çar jiyan û êşên ji hev cuda çêdibe. Xwekuj behsa xizanî û zengîniyê, Girîvan behsa eşq û evîn û êşa dil, Fikirdar behsa jiyan û desthilatdarî û fîlozofiyê, Bixwexweşanî jî behsa zewq û şehwet û kuştin û têkçûnê dike.



Fikirdar tuwaletan weke weşanxaneyên xwe bi gotina wî gûxaneyên xwe dibîne û biryarê dide ku ew ê ji bo rastiyan ji mirovan re bêje ew ê tuwaletan bike pirtûk û kaxiza xwe û ew ê li ser tuwaletan fikrên xwe vebêje. Ji ber ku civak, a niha ne amade ye ku wî qebûl bike û ew ê jî wan rastiyan bi rêya herî azad bêyî ku nav û nîşanekî li dû xwe bihêle li ser rûpelên tuwaletê binivîse. Û li ser yekî wiha dinivîse: "Divê ne ji ber em koleyê serbestiyê ne em wê bixwazin; divê ji ber em evîndarê wê serbestiyê ne em wê bixwazin."



Girîvana ku mêrê wê yê rojnameger ê ku ji aliyê Bixwexweşaniyê zilamê dewletê ve bi êşkenceyê hatî kuştin ji bo delalê ber dilê xwe, canê xwe çavê xwe ziwa kir ji hêstiran. Ma wê çi nekira ji bo ku mêrê xwe paşve neyne.



Bixwexweşanî, ew ê ji bo niyandin û kuştinê çêbûyî, ew ê ku bi êşkenceyê delalê ber dilê Girîvanê anî ber mirinê, her awayê êşkenceyê bikar anî, lê ew neaxivî, dawiyê ew anî ber dîwêr û serê wî çend caram li dîwêr da, cara dawîn mêrê Girîvanê fêm kir ku xilasî nîn e wî jî bi hemû hêza xwe bi hêza Bixwexweşanî re kir yek û serê xwe li dîwarê êşkencexaneyê da û serê wî pelixî, mejiyê wî rijiya ser destê Bixwexweşanî.



Xwekujo! Yê ku ji Rîhana xwişk gelekî hez dikir, dil nedihêlişt dilê wê bişkîne, lê ji ber ku hevalên wî bi nezanî Rîhan girtin, bi kîsikê ku kiribûn sera de fetisandibûn û paşîvek ji Xwekujo re ji birayê Rîhanê re anîbûn. Ma Xwekuj ji ku dizanî, ma wî xwestibû çêbibe, were ser vê dinyayê û vê jiyanê bijî? Birayê Rîhanê bûbû mêrê Rîhanê û dema Xwekuj rastî fêmkirî Rîhan di nav lepên wan de li kerexa çemê Dîjleyê fetisiyî rabû herdu hevalên xwe kuşt û di tuwaleta ku çîroka xwe tê de nivîsî xwe kuşt.



Çîroka xizanî û malwêraniyê, çîroka ramanê, çîroka hezkirinê û çîroka dewletê hemû di vê şanoyê de ye. Rênas Jiyan bi sazkirina hevokan, bi peyv û gotinên xwe berhemeke biberketî û nemir afirandiye.



Xwekuj-1:

"… Ez xwe weke piştî çûna tuwaletê pîsiyê ku ketibe bin neynûkên dirêj ……"



Girîvan-2:

"… tu qewad neman û bi şertê dîtina te min xwe bi wan re neda bazarkirin."



Bixwexweşanî-3:

"Bimêje, nermika guhê min, …"



Fikirdar-4:

"Li ber stranên têlên polayî yên sinirên te yên rakişiyayî gurên manco dansên yamyaman dikin."



07.06.2013 18:27 | brusk56