Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
asghar imanî ~ leyla - tirşik
asghar imanî ~ leyla
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev stranê Asghar Imanî bi zaravayê kelhûrî distrê. ev zarava wek kurdiya xwarîn, kurdiya kirmaşanî, kurdiya jêrîn û kurdiya başûr jî hatiye bi nav kirin. li gorî kurmancî bi devekî û qirikekî nerm tê axaftin. Kurdên kelhûrîaxiv ji zaravaya xwe re goranî an tenê kurdî dibêjin. nizanim, ku wisa be wê gavê kelhûrî yek ji devoka zaravayê goranî dibê. Çimkî hewramî devoka goranî ye ger ez çewtiyek nakim. Gerçî gelek zimannas binavkirina û komkomîkirina zaravayên zimanê kurdî de hevparî nebûne û derbare vê mijarê de nêrinên cuda pir in lê mirov mereq dikê dixwazê hema derbarê hemû zaravayên me de agahdar û serwext û pênas be.

ku ez vegerim li stranê, navê stranê Leyla ye. pir kêfa min lê hat. him dengê stranbêj him awazê stran û him jî gotinên stranê gelek xweş e. ji helbestek evînê awaz hatiyê sazkirin belam min negihîşt helbest ê kî/kê ye.

di vê navê de stranbêj Asghar Imanî kurdên kirmaşanî ye kurê vî jî ku navê Davood Imanî ye wekî vî stranbêje. rojhilatê kurdistanê de navdar in.



peyvên stranê;

Derdit we kûlim leyla qemit barime
zindegî bê tu leyla zindan malime
Ey hawar zindan malime
Zolfe syeged leyla rûşnay gilarem
Tu texsîr neîrîd leyla xwem sye çarem
ey hawar xwem sye çarem
leylî leylî leylî gyan leylim cwane
leyla büçkeley nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane
reng zerdî xezan leyla xetay payze
reng zerdyegey min leyla dürî azîze
ey hawar dürî azîze
zolfe syeged leyla tal tal bikîşim
bikemey kûla leyla le say danîşim
ey hawar le say danîşim
peraw û bêsitün leyla herdig bira bîn
felek karî kird leyla le yek ciya bîn
ey hawar le yek ciya bîn
bew ta bikerîm leyla dûsîman le nû
tu darî narinc leyla min darî lîmû
ey hawar min darî lîmû
leylî leylî leylî gyan leylim cwane
leyla büçkeley nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane
___.---.___.---.___.---.___.---.___.
دەردت وە کووڵم لەیلا غەمد بارمە
زندەگی بی تو لەیلا زندان ماڵمە
ئەی هاوار زندان ماڵمە
زوڵفە سییەگەد لەیلا ڕووشنایی گلارەم
تو تەخسیر نەیرید لەیلا خوەم سییە چارەم
ئەی هاوار خوەم سییە چارەم
لەیلی لەیلی لەیلگ گیان لەیلم جوانە
لەیلا بـۊچکەڵەی نازار هاوسای خوەمانە
ئەی هاوار هاوسای خوەمانە
ڕەنگ زەردی خەزان لەیلا خەتای پاییزە
ڕەنگ زەردیەگەی من لەیلا دۊری ئەزیزە
ئەی هاوار دۊری ئەزیزە
زوڵفە سییەگەد لەیلا تاڵ تاڵ بکیشم
بکەمەی کووڵا لەیلا لەسای دانیشم
ئەی هاوار لەسای دانیشم
لەیلی لەیلی لەیلگ گیان لەیلم جوانە
لەیلا بـۊچکەڵەی نازار هاوسای خوەمانە
ئەی هاوار هاوسای خوەمانە
پەڕاو و بیستـۊن لەیلا هەردگ برا بین
فەڵەک کاریگ کرد لەیلا لەیەک جیا بین
ئەی هاوار لەیەک جیا بین
بەو تا بکەریم لەیلا دووسیمان لەنو
تو داری نارنج لەیلا من داری لیموو
ئەی هاوار من داری لیموو
لەیلی لەیلی لەیلگ گیان لەیلم جوانە
لەیلا بـۊچکەڵەی نازار هاوسای خوەمانە
ئەی هاوار هاوسای خوەمانە
کوردی خوارین کرماشانی



19.10.2016 06:13 ~06:15 | rûbar

2. Here lînkê
awa hat vahar ~ (ئاوا هات وا هار)



19.10.2016 06:16 ~06:23 | rûbar

3. Stranek xweş e. Îro hevalek min li min da guhdarkirin. Got gelo ev bi çi zimanî ye. Min got wek farisî ye lê vaye bi kurdî derket. Di binê stranê de jî gelek agahîyên ji hev cûda hatine nivîsîn. Ecêb..



05.12.2019 13:27 | simurg56

4. Derbarê wê stranê li youtubê herkesê şaş nivîsiye.
Ew ne kurmanciya xorasanê, ne soranî ne jî farisî ye. Ew Straneka bi kurdiya başûr (feylî/kelhûrî) e. Li devera kirmaşan û îlamê navdar e.




05.12.2019 17:04 | cinorek

5. derdt we kûłm leyla xemd barme
zndegî bî tu leyla zndan małme
ey hawar zndan małme
zułfe sîyeged leyla řûşnayî glarem
tu texsîr neîrîd leyla xwem sîye çarem
ey hawar xwem sîye çarem
leylî leylî leylî gyan leylm cwane
leyla büçkełey nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane
řeng zerdî xezan leyla xetay payîze
řeng zerdyegey mn leyla dürî ezîze
ey hawar dürî ezîze
zułfe sîyeged leyla tał tał bkîşm
bkemey kûła leyla lesay danîşm
ey hawar lesay danîşm
leylî leylî leylî gyan leylm cwane
leyla büçkełey nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane
peřaw u bîstün leyla herdg bra bîn
fełek karîg krd leyla leyek cya bîn
ey hawar leyek cya bîn
bew ta bkerîm leyla dûsîman lenu
tu darî narnc leyla mn darî lîmû
Ey hawar mn darî lîmû
leylî leylî leylî gyan leylm cwane
leyla büçkełey nazar hawsay xwemane
ey hawar hawsay xwemane
___.---.___.---.___.---.___.---.___.
دەردت وە کووڵم لەیلا غەمد بارمە
زندەگی بی تو لەیلا زندان ماڵمە
ئەی هاوار زندان ماڵمە
زوڵفە سییەگەد لەیلا ڕووشنایی گلارەم
تو تەخسیر نەیرید لەیلا خوەم سییە چارەم
ئەی هاوار خوەم سییە چارەم
لەیلی لەیلی لەیلگ گیان لەیلم جوانە
لەیلا بـۊچکەڵەی نازار هاوسای خوەمانە
ئەی هاوار هاوسای خوەمانە
ڕەنگ زەردی خەزان لەیلا خەتای پاییزە
ڕەنگ زەردیەگەی من لەیلا دۊری ئەزیزە
ئەی هاوار دۊری ئەزیزە
زوڵفە سییەگەد لەیلا تاڵ تاڵ بکیشم
بکەمەی کووڵا لەیلا لەسای دانیشم
ئەی هاوار لەسای دانیشم
لەیلی لەیلی لەیلگ گیان لەیلم جوانە
لەیلا بـۊچکەڵەی نازار هاوسای خوەمانە
ئەی هاوار هاوسای خوەمانە
پەڕاو و بیستـۊن لەیلا هەردگ برا بین
فەڵەک کاریگ کرد لەیلا لەیەک جیا بین
ئەی هاوار لەیەک جیا بین
بەو تا بکەریم لەیلا دووسیمان لەنو
تو داری نارنج لەیلا من داری لیموو
ئەی هاوار من داری لیموو
لەیلی لەیلی لەیلگ گیان لەیلم جوانە
لەیلا بـۊچکەڵەی نازار هاوسای خوەمانە
ئەی هاوار هاوسای خوەمانە
کوردی خوارین کرماشانی



15.06.2023 19:42 | burak derdilî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» asghar imanî ~ leyla
» leylandan

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrnbj ziman muzikstrn muzikstrnbj ziman muzikstrn muzikstrnbj ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî