1. carina çîrokek dirêj e belkî carinan jî tenê rasthatinek e. |
|
2016.10.22-09:46 ~09:46]|
simurg56
![]() |
2. di lîstika murat batgi zimandirêj de mijarek li ser navan hebû di wir de çend nav digotin. dema ku tirşik nav ji min xwest ew nav hatin bîra min di nav wan de yê herî li min dihat ev bû. mi jî bila xwelî li ser bê * û bû * |
|
2016.10.22-17:34 ~17:35]|
xwelî li ser
![]() |
4. navê gundê min e xendek; çîrokeka wê ya dirêj nîn e; lê berê û niha jî mirovên mezin bi navê gundê xwe an jî navê cihê jê hatî dihat binavkirin; ya min jî wilê çêbû; bû xendekî. |
|
2016.10.23-11:27 |
xendekî
![]() |
5. rojekî li ser mailê simurg56 ji min re peyamek şand û got min malperek bi navê tirsik.net vekiriye û tê de ji bo te hesabek bi navê ''endazer'' vekiriye, şîfreya te jî ev e! ;) |
|
2016.11.15-01:09 |
endazer
![]() |
6. li hêta temene xwe ê bîstûçar an diçume ber golikan nava gûl û gîhayên serhêdê de. rojên herî xweş jîyana xwe dê golikvanbum.bo vê yeke ev nav min hilbijart. |
|
2019.12.07-01:33 |
golikvan
![]() |
7. Navê min umîd e lê dema cara yeka ez rastî malperek kurdî bibûm ji min nickname dixwestin. îja min jî hingî lêkolîn kiribû ku navê umîd piranî mîna umêd dihat nivîsandin lê pirsgirêk ev bû ku min nizanîbû ka tîpa " ê" çawa ser klavyê tê derxistin. loma ez jî hewcê mabûm ku binivîsim " umed . îja ji vê rojê hetanî îro( 11 sal) min navê umed bikaraniye. |
|
2019.12.07-23:03 |
umed
![]() |
8. Mêrxas im(li gor xwe) û serhedî me |
|
2019.12.08-00:28 ~00:28]|
mêrxasê serhedê
![]() |
9. tişta ku min ji bo min tu sebeba wê tune, ji ber ku navê min bixwe ceso ye. (bnr: emojiya rûtirş) |
|
2019.12.08-22:56 |
ceso
![]() |
10. Ji ber ku navê xwe pirr hez dikim min navê xwe yê tirşikê jî kir navê xwe.* |
|
2019.12.08-23:11 |
xelîl
![]() |
11. li vir ferhengeke înteraktîf e loma navê min ferheng e. |
|
2019.12.14-16:30 ~16:33]|
ferhenga şikestî
![]() |
12. dema li tirşikê qeyd bûm, wekî dînan min fîlmografiya hayao miyazaki ji ber dikir. min qala wî çiqas hevpeyvîn û nûçe hebin, dixwend. û dilê min ketibû birûyên wî. ![]() |
|
2019.12.14-16:47 ~16:48]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
13. sal 2013, meha Nîsanê, min lawikek nas kir ku û aşiq bûm. |
|
2019.12.14-17:25 |
gulêê
![]() |
14. xendek navê gundê min e, zarotîya min e, bîra min e, hişê min e, ji ber wê xendekî me |
|
2019.12.15-00:10 |
xendekî
![]() |
15. ez jî serhedî me, lê dixwazim navê xwe biguherînim eger bikaribim. |
|
2019.12.15-19:55 |
serhednişîn
![]() |
16. çi çîrokek navê minî dirêj tune ye. berî bi tirşikê bihesim dema min biryar da ku êdî ezê li ser înternetê bi kurdî binivîsim, fikra hilbijartina navek kurdî ket bîra min. herçî navê têde tîpa 'j' hebe, ji min re xweş dihat. min navê 'tîrêj' bihîstibû. lê bawerim di bin bandora kanûna paşnava de mabûm, ji loma divê min paşnavek jî hilbijarta. ji zanîn û fêrbûnê hez dikim. ji loma paşnavê 'zana' ji min re gûncaw bû. |
|
2021.02.25-13:02 |
tîrêj zana 21
![]() |
17. navê min yên rastî ne merwan e, lê ger min bikarîba navê xwe danîba teqez ez ê kiriba Merwan * |
|
2021.02.26-01:45 |
merwano
![]() |
18. "Pîroz" ji ber ko bawerim jiyan tiştekî gelekî pîroz û bi qedire bi hebûna min re. |
|
2021.02.26-11:39 |
pîroz
![]() |
![]() |
navîgiranmezelîwêran [1] |
![]() |
a- [2] |
![]() |
ezcan [2] |
![]() |
terorîst dewleta te ye [2] |
![]() |
serkeftin [1] |