Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mele ebdullahê teraşî
peyamên çepikkirî

95111. Mele Ebdullahê Teraşî (1884-1925)
Mahabad Felat Arda


Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî ku wî di hin helbestên xwe de navê namî jî bi kar aniye, di sala 1884 an de li gundê Teraş ku li ser navçeya Sasonê ye ji dayîk bûye. Teraş ne yek gund e, sê gundên nêzî hev in û bi yek navî ne. Lê di nav xwe de mîna tax têne bi nav kirin. Taxa Zîyaretê, taxa Jêrîn û taxa Heyder. Mele Ebdullah ji Taxa Heyder e.

Şêniyên ku li van her sê taxan rûdinên hemû pismam in û ji bavekî ne. Hin ji wan, di dema xwe de ji gund koç kirine û li aliyên Mûşê, Batmanê û Farqînê bi cî bûne. Herweha gundek jî nêzîkî Batmanê, bi navê Şabê kirîne. Şêniyên wî gundî jî, ji xeynê cenanan, pismamên hev in. Lê ev gund di demên dawî de şehîd dane û ji ber zilm û zordariyên dewletê, gund bi piranî vala bûye û gundî koçberî metropolên Tirkiyê bûne.

Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî demeke dirêj li gundê Qeremûsa Farqînê melatî kiriye. Di demeke kin de ji ber alimiya xwe û berhemên xwe nav û deng daye. Seyda ji melayan pir hez kiriye, lewra gotiye ku mela kesên xwenda û zana ne. Lê li dijî Şêxan bûye, li gel malbata wî bi xwe jî şêx bûye.

Gelek berhemên mele Ebdullahê Teraşî hebûne, lê piştî têkçûna Serîhildana Şêx Seîd Efendî, dewleta tirk li Seydayê Mele Ebdullah jî digere û nasên wî, ji tirsa ku dê Seyda jî bi dar ve bikin, berhemên wî şewitandine. Hezar mixabin ku neha di destên me de bi tenê sê helbestên Seyda hene, ew jî yek jê ne temam e. Lewra kurê apê Mele Ebdullah Şêx Cafer, ew ji ber kirine û kurê Şêx Cafer, Şêx Mîsbahê Silîvî jî, ji bavê xwe ew ji ber kirine. Loma jî heta ku ev helbest gihîştine îro, hin rêzik hatine jibîrkirin. Ev cara yekem e ku ev her sê helbest û li gel jiyana Seyda ya trajîk têne nivîsîn.

Piştî têkçûna tevgera Şêx Seîd, mîna gelekan, mele Ebdullah jî ji aliyê dewleta tirk ve tê girtin û ew dişînine Xarpêtê. Seyda di 17ê tîrmeha sala 1925´an de li Xarpêtê, li gel 150 kesan tê bi darvekirin. Dema Seyda hatiye darvekirin, 41 salî bûye.

Cenazeyê wî nadine malbatê, bi tenê cube, fes û şaşika wî ji malbata wî re dişînin. Li hember vê jî, pereyên kindir, sêdar û heqê cellad, ji malbata wî dixwazin. Li ser vê yekê, kurê apê Seyda Şêx Cafer, çêlekeka xwe difroşe û pere dide dewletê û cubbe, şaşik û fesa Seyda ji wan digire. Niha ji Seydayê Mele Ebdullahê Teraşî ew cubbe, şaşik, fes û sê helbest (yek jê ne temam e) û sê nevî mane.

Keçeka Seyda hebûye û navê wê Emetullah bûye. Bînbaşiyek bi navê Arif Tufekcioglu ku bi xwe erebê Mêrdînê bûye, seyda digre û bi darve dike. Dema Seyda digre, keça wî Emetullah wê demê 7-8 salî bûye. Bînbaşî ew digre û bi xwe re dibe. Piştî bi darvekirina Seyda û 150 kurdên din, bînbaşî keça Seyda dibe mala xwe û wê ji xwe re dike qewraş. Çend sal şûn ve jina bînbaşî dimre û bînbaşî Emetullah li xwe mar dike. Keçek û du kur ji wan re çêdibin. Niha Emetullah heye an tune ye, em nizanin lê zarokên wê li Stenbolê ne û halxweş in. Lêbelê haya wan ji vê çîroka trajîk nîne.



26.10.2013 23:54 | endazer