Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
captain fantastic - tirşik

flîmekî nû yê (vbnr: viggo mortensen), yanî aragorn'ê kurê arathorn....
(2 şîrove)
captain fantastic
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. flîmekî nû yê viggo mortensen e, yanî bi nasnavê xwe aragorn'ê kurê arathorn. flîmek felsefîk e, bi çavekê din li dinyayê dinêre û ew û jina xwe zarokên xwe ji jiyana modern îzole dikin û ew û xwe wan ji aliyê laşî jî ji aliyê fikrî û entelektuel de jî perwerde dikin. hest dikin ku wan bikin qralên fîlozof. lê jina wî dimire û ew têne dimîne: û mecbûr dimîne hinekî adapteyî jiyana modern bibe. mijar li ser vê ye. di flîmê tiştên xweş he ne:
- şûna sersalê pîrozkirina rojbûna noam chomsky û tiştên din...



25.10.2016 23:58 | xendekî

2. fîlma sala 2016an e. fîlm ji bo platon û noam chomsky, rêzgirtinek e.
li jor behsa naveroka wê hatiye kirin. fîlm li ser fikrek baş hatiye avakirin lê nizanim çima, bandora hêvîkirî li ser min nehişt.


dê û bav piştî emrekê, bar dikin nava daristanekê û li vir zarokên xwe xwedî dikin. tabî wan naşînin dbibistanê. ew bixwe her tiştî nîşanî wan dikin. wan hînî xwendinê dikin; felsefe, wêje û hwd. her tiştî dixwînin. wan hînî zanistê dikin; her zarokek fîzîk û matematîkê xitim kirine maşallah. wan hînî mûzîkê dikin; her yek ji wan enstrûmanek din ya mûzîkê lê dixe. wan hînî sporê dikin: dibezin, nêçîrê dikin, hildipelin çiyayên asê û hwd. welhasil wan hînî her tiştî dikin û her yek ji wan dibin übermensch
tabî li vir problemek heye; ji bo ku bikarin van tiştan hînî zarokan bikin dê û bavên wan uber-übermensch bin. lê em bêjin bila wisa be jî; ger zarok qet dernekevin nava mirovan, çima van tiştan hînî dibin, bi taybetî yên fîzîkî û zanistên din yên pozîtîf? bersiva van tiştan tune, loma hinek bingeha fîlmê sist dibe.
lê rexneya di derbarê perwerdehiya zarokan de, gelek net e û mafdar e. dêûbavê di fîlmê de, her tiştî rasterast dibêjin zarokên xwe. tiştên(li gorî wan derewên) dînî, têkiliyên zayendî û mirin... ji aliyê din ve zerarên tiryakan an jî hambûrger û kolayê jî... dema zarokên wan û yên din tên cem hev, em ferqa vê perwerdehiyê bi awayek aşkere dibînin. û li vir, nakokiyên sîstema qebûlkirî jî derdikevin holê: zarokên ku nifiran nabihîsin lê lîstikên şer dilizîn û heraketên eyb li hevalên xwe dikin. şerabê venaxwin lê kola, cîps û hambugerê her roj dixwin û hwd.
bi ya min mijar tenê li ser perwerdehiya zaroakan bûya, wê bêtir serkeftî bûya. jixwe em dikarin bêjin ku di dawiyê de di navbera vê malbatê û jiyana modern de, peymanek bi vî awayî çêdibe. zarok êdî li bajêr û di nav mirovan de ne, lê ehlaqa xwe ji bavê xwe hîn dibin û fêkî û sewzeyên xwe, bixwe digihînin, yanî di nav xwezayê de ne.



29.10.2017 23:01 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» captain fantastic

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî