Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; mêrdîn
peyamên çepikkirî

8318. yanî ku niha mirov derbasî mêrdîn bibin wê nîvê bajêr xuya be û nîvê din na.



02.06.2013 15:31 | simurg56

32008. bajareke ku teNê jê re dikarim bêjim çîrokî ye.

dema ku ez xwendekar bûn, em 13-14 heb heval, bi organizasyoneke ku şarederîya mêrdînê û zaningeha mimar sinan bi tev dikir ve çûne mêrdîne û em 15 rojan li wir, li ser malên mêrdînê yên dîrokî xebitîn. me yê projeyên malan xêz bikira û pêşkeşî unescoyê bikira. bajar , bi taybetî jî êvaran di nav ronîya lempeyên rengûreng de ew gas xweş dibû ku, ez têr nedibûm ku di nav kolanên teng de bigerim. weke min bi sêrî de got, bajareke çîrokî ye, ez di tê de bûmê alaaddîn û 15 rojan lempeya alaaddin ya biefsûn gerîyam.



08.06.2013 00:32 | simurg56

32010. -Bajareke dîrokî , gelkî dîrokî, gava di kuçeyên wê re derbas dibûm, min digo hema dê şervanekî dîrokî bi tîr û kevana xwe derkeve pêşiya me.

-Dûpişkên wê derê zêde ne, û heryek qandî serê min mezinin.



06.06.2013 16:00 | endazer