Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
mêrdîn - tirşik
mêrdîn
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

14. Bajarekî kevnar û kozmopolitik e.
Ji bo kurdî cihekî pir girîng e bi ya min. Ji ber ku
mêrdînî di warê wêje û hunerê de xebatên baş
dikin. Li gor îstatîstîkên pirtukakurdi.com pirtûk ji
herî zêde vî bajarî dihê xwestin.
Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn,
Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex,
Kerboran, Stewr û Rişmil.(
https://ku.m.wikipedia.org/wiki/M%C3%AArd%C3%AEn
)



28.11.2019 13:57 ~14:37 | hesinkar

15. bajareke ku guhdarîkirina çar zimanan pêkan e.
Kurdî
Tirkî
Erebî
Suryankî

û bajarê ku dixwazim êdî jiyana xwe li wir bidomînim. Xebat û karên li ser Kurdî zêde ne, axaftina Kurdî zêde ye. Zêde ne qelebalix e, her çiqas havînan piçekî germ jî be dîsa jî xweş e.



28.11.2019 14:32 | gulêê

16. Bajarekî biçûk û ji aliyên ol û neteweyan ve rengîn e. Mêrdîna kevn ango Mêrdîna jor li deşta berriyê dinihêre û gelekî kevnar û xweş e. Ev sala minî pênca ye li vira dixebitim, sedemek berbiçav nexuyaye lê dixwazim li vira bijîm.



28.11.2019 19:43 ~19:44 | xabûrî

17. Bajarê ciwaniya min. Bajarê ku hê jî bêriya wan rojên min lê derbaskirî dikim e. Bajarê ku min di navbera 1999 û 2002ê lîse lê xwendî ye. Dema min lîse dixwend Mêrdîn ji aliyê geştiyariyê ve ewqasî ne berbiçav bû. Dema dibûya bihar hema bêje dawiya her hefteyê me ser û binê Mêrdînê lev dida. Sûka Hesen eyar, mizgefta mezin, mizgefta zincîriye, mizgefta Qasimiye, dêra ze'feranê, dêra mor mîhael, bax û baxçeyên bin keleha Mêrdînê, şikeftên bin yenîyolê.. hema bêje kolanek ne mabû ku me ne gerayî.
Dema ez Mêrdînê re derbas dibim ev roj wek xeyalên xweş tên ber çavê min. Axx xwezî wan rojan..



28.11.2019 21:02 ~21:15 | nan û av

18. kesên nisêbînî dema xwe didin nasîn nabêjin em mêrdînî ne



25.04.2020 18:41 | merwano

19. gelo çima pirraniya kurdînivîsa ji vî bajarî ye ?
lekolînên we hebe parve bikin jkxr ..

ev e tiştekî dîrokî ye an ?

seba çanda mêrdînê ye belkî jî
-éwil wergera kitêba li nisêbîn pêk hatî ye .
û zanîngeha éwil a li ser rûyê dinyê jî li nisêbîn bû .



18.06.2020 02:08 | shwinsherm

20. bajarekî li ser çiyayekî hatiye avakirin.
bi piranî ji aliyê xaniyên xwe yên kevirî tê nasîn.
ev xanî ji kevirê kalker (kevirê qusekê) tên çêkirin.
ji ber ku ev kevir, di nava xwe de pir bi kils e, zû şekil tê didin.

her wiha dema bajar tê avakirin, ji ber erîşên dijmin xwe bi parêzin û hwd. li ser çiyan tê avakirin. Îro xaniyên nû li dewsa cihên dîrokî nayên avakirin.

her wiha 10 navçeyên mêrdînê hene û ji aliyê gelhe (nifûs) ve navçeya herî qelebalix qoser e, piştre Nisêbîn e.
-qoser
-nisebîn
-artuklu
-midyad
-kerboran
-mehsert
-dêrika Çiyayê mazî
-Şemrex
-stewr
-rişmil.



18.06.2020 18:32 ~18:32 | merwano

21. Bajarê ku xelkê ereb û kurd bi hev re dijî ne. tiştê ku min ferq kir esnafê vî bajarê piranî ereb in. tayBetiya wan esnafên ereb hene ku bi qewlê xwe kurdî jî dizanin. wexta kurdî diaxifin mirov ji wan fêm nake ku ereb in. berevajî kurdên mêrdînê erebî nizanin. yên zana hebin jî dibe ku ez hêj rast ji wan nehatime.



14.12.2020 00:14 | kajav

22. Bajarê kera.



14.12.2020 00:23 | paşopêş

23. Bajarekî li tixûmê Sûriyê de ye. Navenda vir hew qas mezin ne be jî navçeyên wî gorî navçeyên Bakûr mezinin. Berî bajarbûna Şirnex ê, Cizîr, Hezex û Silopî girêdayî vir bû.



04.04.2022 15:57 ~2022.04.07 00:51 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêrdîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî