Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
cixare - tirşik
cixare
(9) (2) (1)
di mijarê de bigere

35. heta îro min nekişandiye. Xwedê xêr ke wê nebikşînim jî. Tanê car caran nava hevalên kêşkaran bi keyfî dikşînim. Lê dûman nagihije kezeban



04.12.2019 14:34 | kajav

36. Cixare venaxwim lê dema ku serxweş bim cixare bi min xweş dibe. Dibêjin ev rewş bi gelek mirovan re heye. Pîştî eraqê cixare dibe ferz. *
(bnr: eraq û cixare)



04.12.2019 14:47 | xwelî li ser

37. belayek e. divê mirov serî de xwe tevlî neke. ku mirov tevlî bibe divê mirov zÛ dev jê berde.
ê ku dikşînin, ji bo tendÛristiya xwe xera bikin pere didin. bifikire tu her roj bi xwesteka xwe diçî pere didî û xwe nexweş dikî. Û ew pereyê tu didî %90 diçe dewletê. tenê ji ber vê divê mirov nekşîne.



04.12.2019 22:34 | brusk56

38. tişta ku devjêberdana wê gellek zehmet e. îsal min du cara ceribandinên devjêberdanê kir lê bi ser neketim. carekî min ji 40 rojî zêdetir nekişand û êdî min digot cixare mir lê di nava hevalan de min şaşî çend heb kişand êdî dawî lê nehat. lê teqez ez ê dev jê berdim ji bo ceribandina cara sisêyan bi awayekî psîkolojîk xwe amade dikim.



04.12.2019 23:14 | ceso

39. jêhre an jî hinek re şirînayî ye



05.12.2019 14:33 | keratî

40. Li ser rûyê dinyayê yek ji tişta ku jê aciz im ev mîrat e. Min qet nekişandiye û bi sond û peyman im ku ez ê nekişînim * ji bêhna wê serê min gêj dibe û dilê min dixele.
Eger hûn bala xwe bidin kesên cixarekêş, hûn ê ferq bikin ku dev û lêvên wan ji kişandina cixareyê reş û şîn bûne, Bêhneke ne xweş ji cilên wan û ji henasa wan difûre û diranên wan jî pirranî zer û bi paxs... zirara ku dide laşê mirovî û zirara maddî ji bi ser de.
Yên ku bûne bengiyê cixarê û nikarin wê berdin li aliyekî heyfa min bêtir ji xort û ciwanên ku dil dibijînin kişandina cixareyê tê. Belkî şaş bim di vê fikra xwe de lê Ev demek e bala min dikişîne ku di nav berhemên hunerî de, nemaze di sînemayê û wêjeyê de cixare bi awayekî berbiçav tê pesindan û dibe cihê forsê. Jinên lêvên wan têr goşt û sor, bi awirekî şehwî li kamerayê dinêrin û di nav tilî û pêçiyên wan ê ziravçîk de cixare û dûmana ji dêv difûre hewayê.. mêrên pirranî bi tenê û bi melankolî û hinekî jî serserî dîsa di devên wan de cixare * bi ya min ev dîmen an îmaj bi awayekî li ser hin mirovên xwende tesîrekê çêdike. Axirê bi ya min Hay ji xwe hebin canik û camêrno, nekevin nav vê torê! *



05.12.2019 20:46 | xeyda

41. tişta ku ji ber xerabiyekê min divê jê dûr bim lê her tim dilê min diçiyê û hîşê min de ye. xwezika roja mirina xwe zanîbam wî şiklî min dikarî çend salê xwe yî dawî bi kişandina wê xerç kiriba.



26.05.2021 01:07 | hueyn

42. tiştê ku her kes qala zirarên wê dike lê bi avzekirina hormona dopamînê hestên motîvasyon xurttir dike. ji ber wê li dijî stresê tiştekî baş e.



04.08.2021 22:14 | hueyn

43. Xalê minî mezin gava ji Sûrî cixarên qaçax derbasî qapî dikir ji bo cenderme wî negiri li dora çîmên xwe bant dikir. Îca gava silametî digiha malê wan banta vedikir ku komek pirç jî pê re radibû....
Feqîro heta xwe jê xilas dikir dibû wek mirîşka peritandî û serçavên wî sor dikir...
(bnr: pine)
(bnr: gulasor)



05.08.2021 00:06 ~00:08 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» cixare şixulandin

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî