Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hackkirina tirşikê - tirşik
hackkirina tirşikê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "Tirşik helbet wê rojekê were hackkirin. Ew hackerê ku tirşikê hack kiriye, çi bênamûsek e. Ew tîma ku tirşik hack kirine, çi bênamûsên qerase ne"
[simurg56]

îhtîmalek ji îhtîmalan e.
henek li aliyekê, îhtîmala vê bûyerê ne hindik e. duh bi şev dîsa tirkek nijadperest bela xwe dabû tirşikê lê nekarî tu gûyek bixwe. hê jî dev jê bernedaye û li van deran e. îhtîmalek mezin ne hacker e lê tenê lamerek xama ye.
lê weke min gotî, di pêşerojê de îhtîmala tiştek wisa heye.
ji ber vê yekê;
- min tomarkirina ip'yan betal kir. ji niha pê ve tirşik ip'ya tu kesî tomar nake. jixwe heta niha çima tomar dikir nizanim, ji sîstema berê ji me re mîrat maye. min ip'yên tomarkirî jî jê birin.
- di forma endambûnê de pirsa "navê rastîn" hebû. min wê pirsê rakir û navên rastîn yên hemû tirşikvanan jî ji danegehê paqij kir. ev jî dîsa tiştek beredayî bû ku ji sîstema berê mabû.

welhasil, ger rojekê tirşik were hackkirin jî, di danegeha tirşikê de ne navê we ne jî ip'ya we heye. lê herkes dîsa jî bila herkes hay jixwe hebe, di tirşikê de zêde behsa tiştên şexsî nekin ku dikare nasnameya we diyar bike. an?



11.12.2016 16:14 | simurg56

2. helbet divê rêya hackirinê nebînin. Ya baş ev e.



11.12.2016 18:46 | cekdar

3. Îhtîmala ku min gelekî ditirsîne ye. Mirov niza bê ka di encama hackkirinê de wê çi were serê tirşikê. Îhtîmala herî xirab ewe ku tirşik ji binî ve hilweşe û tehb û cehda salan têk here:/

Li ser google min çend hewldanên hackkirina tirşikê dîtin.

Here lînkê

Here lînkê



26.04.2021 12:30 | tîrêj zana 21


5. Ez ê hewl bidim ku tirşik hack bikim. Ger hat hack kirin ez ê we agahdar bikim. Ji bo armancên ewlehiyê, bê guman. Ez nafikirim ku ew ê were hack kirin lê hêjayî ceribandinê ye.
18:32 18.03.2023



18.03.2023 18:31 ~18:32 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hackkirina tirşikê
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî