Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
masiyên keran - tirşik
masiyên keran
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. larvayê beqan ên di nav avgenîyan da ne..
waxta em biçûk bûn me birastî jî hadizanibû ku ew masî ne*
min nibedarî digirt digo bila mezin bin ezê masiyan bigrim. Lê paşê min pêderxistibû ku ewna dibin beq.. û hêrsa min hatibû *

gelo çima wana ra gotine masiyê kera?..
masî li kû... ker li kû...



16.12.2016 01:32 | bûtîmar

2. (bnr: çêlîkên beqan)

Ji bo ku serê wan weke serê kerekê mezin bû we digot 'masiyên keran' *



16.12.2016 01:42 | gumgumok

3. bi kurtasî jê re kerrik jî tê gotin.
ji ber ku girtina wan hêsan e di argoyê de ji bo karên hêsan tê bikaranîn.
- Gelo tu dikarî vî camêrî guraşê de têk bibî?
+ Ma qey ew kî ye law.ji bo min kerrik e.



16.12.2016 12:44 | bayesar

4. li cizîrê ji bo fêkî û sebzeyên hêj baş çênebûyîn, negihayîn dibêjin kerrik. wek bacanên kerrik, hejîrên kerrik. bawerim ev bêjeya masiyê kerrik ku jo bo larvayên beqan dibêjin jî ji ber hêj baş negihabûna beqan tê bikaranîn.



17.12.2016 00:04 | endazer

5. (bnr: kereke) ( k'ya destpêkê hişk e)



17.12.2016 03:14 | ceso

6. Yek ji biwêja kurdan ya biwateye. Ku dû peyvekî "ya kera" ku hat divê mirov bizanibê tiştekî bêqîmete û kêrnehatî ye. Mînak tirşo kêr tê lê tirşoya kera kêr nay û nay xwarinê. Her wiha firinigiyên piçûk hene dibêjin firingiyên kera çiyayan da mîna firingiyane lê bêtahmin û bes bizin dixwin. Ji bo mirovan jî tê gotin sofî,xwedî ilme û mirovê zana ye. Sofiyê kera jî karê wî virr û derewin exlebê wan sofiyan mirovan dixapînin. Ku em ser mijara xwe jî biaxifin masiyên kera gelek wextan rojên germ yên havînan da golegeniyan da dijîn. Dişibine masiyan da lê bi laşên xwe gelek piçûkin nayên xwarine. Kêr nayên..



18.12.2016 01:24 | qertewîn04

7. (bnr: beqmasî)



05.06.2021 00:37 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» masiyên kurdistanê
» keran li ber keran girê nedin, ji hev hînê tir û fisan dibin

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv jiyan zimanpeyv jiyan zimanpeyv jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî