Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zimanê kurdî şîrîn e - tirşik
zimanê kurdî şîrîn e
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ev gotin daxwazeke veşartî,derengmayineke stûşikestî, berterfkirina kêmasiyekî(bnr:remezan alan,bendname ) di nav xwe de dihewîmine.Van yekan daynin derekî xêra xwe tazî werin hafê. xwedê xirab bike li kurdistan bakura gelek civîn,gotar,çive çiv li ser zimanê kurdî çêdibe.Kesên ku diaxfin ne ji teoriya ziman ne ji f.saussure, l.wittgenstein,derrida hwd.(errik ez gelek zaname wek wan) ne jî qizulqurtê haydarin. rast lê dixin çep dixûn,beravajî dimîzin dibên zimanê kurdî şîrîne hew şîrîne peqleweye, nebû helewe, mirtoxeye şîrîn û şekire.F.Husen di pirtûka xwe ye dawî de ji tiştên wiha digot.li qonferanseke xwe de ji qaşo ser ziman 333 caran ev gotin daberkir.Heyran çima şîrîne bi xwêdê şîrîn nîne. wek zimanê din ne li ser tehma xwe li ser perfomans û geşandina xwe dikare bimeşe. meriv dike ku bêje tehle, belaya, kêm û kembere lê meriv dikare pêş bixe. îcar gelek kes debara xwe bi vê yekê dikin ev evdilê koçer ku li ser facebook twetirê êdî îmane me derxistiye.hebe tunebe zimanê kurdî.tişteki nû tune. xwezî gotinên wan têr tujibûna me ji sud jê bigirtiya. ziman şîrin û tehl nine xwelîdankno, afirno yê ku şêrîn jî tehl jî dikin emin, edebiyate,berhemên xurt û serkeftine. ka ji xwe re van vira neke bi pesnan xwe nepixînin bes debara xwe van yekan bikin.Mesala gu şîrîn nîne(huşt ne hewceyê xwerinêyê) tehle lê mixabin bi kurdiye.dawî zimanê hereksî di qûna wan re here. hop.



27.08.2013 20:01 | tivirloismail

2. (bnr: şêrîn û xweş e zimanê kurdî)

yê vê dibêjin, van jî dibêjin: spas hewal, ewîn xoş e,

bi rastî jî gotineke wisa ye ku xweş be jî ber çavê mirov reş dibe.

yê ku vê dibêje aram tigranê ermenî ye. tabî ew dikare wisa bêje, ji ber ku zimanê kurdî ne ya dayika wî ye, wî jê hez kiriye, lê şîrîn hatiye û loma stranek wisa çêkiriye.

lê ji bo ku kurd zimanê kurdî bi kar bînin ne şert e ku zimanê kurdî şêrîn be. çimkî em bikin nekinî hez bikin an jî dijûn jî lê bikinê, mal ev e. ê nexwe ger ne şêrîn bûya? we yê wê demê bigota 'zimanê fransî şêrîn e' û xwe hînî kurdî bikire?

rastî ev e: zimanê kurdan kurdî ye û an bi hezkirinê an bi destê zorê, heçiyê bêje ez kurd im neçar e hînî vî zimanî bibe.

weke li jor jî hatiye nivîsandin, ya ku zimên xweş dike, kovarên xweş in, romanên xweş in, fîlmên xweş in, stranên xweş in, gûstugoyên xweş in, ceribandinên xweş in û tiştên xweş in.



27.08.2013 20:45 | simurg56

3. Dema ku ji tiraliyê fêrê zimanê xwe nabin û ji şerma li gotinek digerin.a wê demê bi dengekî beloq dibêjin şîrîn û xweş e zimanê kurdî.

Ez nizan im quloçên wan dertên an na?



27.08.2013 22:39 | gulan

4. ev jî heye:

(bnr: li zimanê xwe xwedî derkevin)



28.08.2013 13:04 | înano lo

5. erê raste zîmanê kurdî şirîn û xewş e lê mîxabin ev şirîntî û xweşitî ji van her sê peyvan derbas nabe. wekî gellek têgeh û gotinan mixabin nava vê gotinê jî vala bû ye. kesên ku niha vê hevokê saz dikin ji bilî van peyvan tu gotinên din devê wan dernakevê.



14.11.2013 10:11 | renas

6. bi yek dengî dibêjin em xwedî li zimanê xwe derkevin,çi ecêb e yên ku vê hevokê bi lêv dikin heya êvarê îbadeta zimanê tirkî dikin.



14.11.2013 11:29 | gulan

7. ji bo bîranîna rehmetî yê mamoste aram tigran



ZİMANÊ KURDÎ





Bi xeml û rewş e

Şirîn û xweş e

Şirîn û xweş e

Zimanê Kurdî.



Bi xweş awaz e

Letîf û naz e

Letîf û naz e

Zimanê Kurdî.



Beyta Feqî ye

Kubra Xanî ye

Kubra Xanî ye

Zimanê Kurdî.



Bi xeml û rewş e

Şirîn û xweş e

Şirîn û xweş e

Ziman ê Kurdî.



14.11.2013 11:41 | karmatî

8. ez bawer nakim ku zimanekî din yê wisa xweşik hebe...



17.05.2016 12:13 | biviraraskolnikovyatûj

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanên îranî
» kurdîya çend peyvên olî
» şîrîn saxlam

Kategoriyên mijarê:: ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî