Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
zimanê biyanî yê kurdên tirkiyê - tirşik
zimanê biyanî yê kurdên tirkiyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:zimanê biyanî ya kurdên tirkiyê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. weke tirkî jî weke kurdî jî dikare were qebûlkirin.

wextê xwendekareke zankoyê bûm, min ji bo bursekê serî li saziyek dabû. forman ku ji me xwestin em tije bikin de pirsa 'zimanê we yê biyanî çi ye' hebû. min demildest îngîlîzî nivîsand lê paşê serê min tevlîhev bû ku gelo kurdî binivîsim an tirkî binivîsim.

form zimanê te yê sereke weke tirkî dihesibîne û loma zimanê biyanî jî dibe kurdî. lê ji aliyê din ve dilê te, birhên te û peyvên ku ji devên te derdikevin diqîrin ku zimanê te yê sereke kurdî ye û loma tirkî zimanê biyanî ye. eslê xwe de bersiva pirsê diyar e, lê her tişt her derî carina nikare were gotin.



27.08.2013 21:05 | simurg56

2. me digot tirkî ye, digotin çawa tirkî ye...



30.12.2013 03:28 | xendekî

3. eger kurdên tirkiyeyê bin, kurdî ye lê na eger kurdên bakurê kurdistanê bin,tirkî ye..



30.12.2013 13:41 | endazer

4. gellek ji wan lal in. ne dikarin bi kurdÎ deng bikin ne jî bi tirkÎ.



30.12.2013 13:46 | cinorek

5. (bnr: zimanê biyanî yên kurdên fransayê)



30.12.2013 14:14 | dijber

6. Zimane' zikmakî tirkmancîye, le' zimane' biyanî nizanim.



30.12.2013 22:19 | nazim tolhildan

7. piraniya wan bê ziman in. ne kurdiya wan kurdî ye ne tirkiya wan tirkî ye.



06.04.2016 21:48 | kurê xelkê

8. Kurdên Tirkîye? Hêvî dikim qesta hevalê/a mijar vekirîye Kurdên li enqere, îzmir û stenbolê nin.
Lê nexêr, zêdepariya Kurdên bakûrê kurdistanê bê ziman in. Ne tirkî dizanin ne jî Kurdî.



17.03.2018 00:25 | jifêzagorda

9. Zimanê wan yê biyanî tirkî û kurdî ye
Êdî kurdên bakur xwe bi hew zimane kî nikarin bidin fem kirin
Heke bi temamî bi kurdîya resen baxive yê pê re daxive fem nake û heke bi tirkî baxive li gor dilê xwe nikare baxive wan peyvên bikar tîne şuna fikrê wî nagre
Mixabin sedema vê yekê tûnebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî,peyv û sazîyên di jîyana wan de bi zimanê tirkî an jî îngîlîsî ne ,di tora civakî û di tv yê de herkes li bernameyên biyanîya dinêre û ji ber yek çand çênebûye navê gelek tişta ji herêm herêm digûhere



04.02.2020 17:14 ~17:24 | tîrêj zana 21

10. Dema ku yekê tirk re bê gotin ku zimanê biyanî tirkî ye, hişê wî tevê hev dibe ew dem tu ji bo wî dibî xayîn , êdî çaveke din li te mêze dike.Tu êdî bo wî dijminekî serekeyî.Ya baş bi wan re nekevin nîqaşên wisa.Jixwe divê Kurd wî zimanê xwevegotinê berdin.



05.03.2020 01:13 | brzn

11. (bnr: kurdî)



22.10.2020 00:34 | xelîl

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanê kurdî pîroz e
» biyanî
» yên ku xaniyekê dikin mal
» kurdên li welatên biyanî dijîn

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî