Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 15 peyam
zimanê biyanî yê kurdên tirkiyê - tirşik
zimanê biyanî yê kurdên tirkiyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:zimanê biyanî ya kurdên tirkiyê
(4) (0) (12)
di mijarê de bigere

1. weke tirkî jî weke kurdî jî dikare were qebûlkirin.

wextê xwendekareke zankoyê bûm, min ji bo bursekê serî li saziyek dabû. forman ku ji me xwestin em tije bikin de pirsa 'zimanê we yê biyanî çi ye' hebû. min demildest îngîlîzî nivîsand lê paşê serê min tevlîhev bû ku gelo kurdî binivîsim an tirkî binivîsim.

form zimanê te yê sereke weke tirkî dihesibîne û loma zimanê biyanî jî dibe kurdî. lê ji aliyê din ve dilê te, birhên te û peyvên ku ji devên te derdikevin diqîrin ku zimanê te yê sereke kurdî ye û loma tirkî zimanê biyanî ye. eslê xwe de bersiva pirsê diyar e, lê her tişt her derî carina nikare were gotin.



2013.08.27-21:05 | simurg56

3. me digot tirkî ye, digotin çawa tirkî ye...



2013.12.30-03:28 | xendekî

4. eger kurdên tirkiyeyê bin, kurdî ye lê na eger kurdên bakurê kurdistanê bin,tirkî ye..



2013.12.30-13:41 | endazer

5. gellek ji wan lal in. ne dikarin bi kurdÎ deng bikin ne jî bi tirkÎ.



2013.12.30-13:46 | cinorek

6. (bnr: zimanê biyanî yên kurdên fransayê)



2013.12.30-14:14 | dijber

7. Zimane' zikmakî tirkmancîye, le' zimane' biyanî nizanim.



2013.12.30-22:19 | nazim tolhildan

8. piraniya wan bê ziman in. ne kurdiya wan kurdî ye ne tirkiya wan tirkî ye.



2016.04.06-21:48 | kurê xelkê

9. Kurdên Tirkîye? Hêvî dikim qesta hevalê/a mijar vekirîye Kurdên li enqere, îzmir û stenbolê nin.
Lê nexêr, zêdepariya Kurdên bakûrê kurdistanê bê ziman in. Ne tirkî dizanin ne jî Kurdî.



2018.03.17-00:25 | jifêzagorda

10. Zimanê wan yê biyanî tirkî û kurdî ye
Êdî kurdên bakur xwe bi hew zimane kî nikarin bidin fem kirin
Heke bi temamî bi kurdîya resen baxive yê pê re daxive fem nake û heke bi tirkî baxive li gor dilê xwe nikare baxive wan peyvên bikar tîne şuna fikrê wî nagre
Mixabin sedema vê yekê tûnebûna perwerdeya bi zimanê zikmakî,peyv û sazîyên di jîyana wan de bi zimanê tirkî an jî îngîlîsî ne ,di tora civakî û di tv yê de herkes li bernameyên biyanîya dinêre û ji ber yek çand çênebûye navê gelek tişta ji herêm herêm digûhere



2020.02.04-17:14 ~17:24]| tîrêj zana 21

11. Dema ku yekê tirk re bê gotin ku zimanê biyanî tirkî ye, hişê wî tevê hev dibe ew dem tu ji bo wî dibî xayîn , êdî çaveke din li te mêze dike.Tu êdî bo wî dijminekî serekeyî.Ya baş bi wan re nekevin nîqaşên wisa.Jixwe divê Kurd wî zimanê xwevegotinê berdin.



2020.03.05-01:13 | brzn

12. (bnr: kurdî)



2020.10.22-00:34 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
diyaloga bav û lawan [2]
- elo - merheba bavo - çawa yî kurê min? - baş im bavo saxbûna canê...
diyaloga bav û lawan [1]
Herkesî diyalogên kur û bav nivîsî ne. Ez: - Ew: - Ez: - ......
wîkîpediya [3]
wîkîpediya/128164 bi minasebeta meha asyayê 2020 çar gotarên nû lê hatin zêde...
hindistan [1]
welatê mîlyarek nîv gelheyî ji aliyê partîya neteweperestiya (vbnr: hi...
erdal kaya [1]
"erê ednan em jî têra xwe psîkopatin em jî têra xwe dînin"...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanê duyemîn ya gelê başûrê kurdistanê
» biyaniyên ku navên kurdî li zarokên xwe dikin
» ye min yeko
» kurdên bi kurdî naaxifin
» tirkiye û kurd - têkiliyek tevlîhev

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî