1. fîlmek ridley scott e. di sala 1979an de hatiye nîşandan. yanî li gorî îro, berî 39 salan... dema personelê wan yê yekemîn ji aliyê ajalek ve rûyê wî tê pêçandin. bertekên tîmê û planên wan wan gelek ehmeqane ne. ji dinyayek din ajalek êrîşî wan dike, lê ew wî heywanî distînin keştiya xwe û bêyî tu parastin û tedbîran tenê maskeyek biçûk didin ber devê xwe û hewl didin mûdaxale bikin. ma mirov natirse ku mîna hevalê wan, hema yek car xwe bavêje rûyê wan jî. an jî mirov fikir nake û ajal bireve. an jî nexweliyek jê belav bibe û hwd. ev tevgerên wan dûrî mantiqê bû. her wiha çima li laboratuvarê kamerayên ewlehiyê tune bûn? welhasil di şerê wan yê bi fezayîyan re de, bêmantiqiyên wisa hebûn lê dîsa jî baş bû. min 87 pûan danê. fîlm di lîsteya imdb'yê de, di rêza 52ê de ye. serlehengê fîlmê (ripley) sigourney weaver e. min nas nekiribû lê çawa ku jina min got tu zanî ev jinik kî ye? cî de hat bîra min ku ew jin e ku di fîlma avatarê de zanyarê botanîkê bî. fîlm rêzeyek e. 1. (bnr: alien) (1979) 2. (bnr: aliens) (1986) 3. (bnr: alien³) (1992) 4. (bnr: alien: resurrection) (1997) piştî van du fîlman, ev rêze û rêzeyan alien dibin yek, û bi vî awayî jî du fîlm tên kişandin. 5- (bnr: avp: alien vs. predator) (2004) 6. (bnr: avpr: aliens vs predator - requiem) (2007) paşê rêzeya predator dîsa fîlmek serbixwe dikişîne di rêzeya xwe de; 7- predators (2010) 8- prometheus 2012 dîsa ji aliyê heman derhênerî ve (Ridley Scott) hat kişandin. ev fîlm behsa beriya fîlmên alien dike. 9- (bnr: alien: covenant) (2017) ji aliyê Ridley Scott ve hat kişandin. |
|
04.01.2017 11:20 ~2018.02.04 20:56 |
simurg56
|
2. (bnr: gerdûna alien'an) |
|
05.02.2018 19:58 |
simurg56
|
4. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-2: Hûn dikarin van fîlman dîrekt ji vê koma telegramê temaşe bikin: Here lînkê [Tu tişt ne hewce ye, hûn dikarin dîrekt temaşe bikin] têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya smplayerê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr: smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
18.04.2021 15:30 ~15:30 |
simurg56
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |