Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tara caf - tirşik
tara caf
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. di sala 1958an de li bexdayê hatiye dinyayê. ji ber ku babê wê dîplomat bû. di yanzdeh saliya xwe de dest bi piyanoyê kiriye. lê enstrumana wê çeng e. dengê wê heyat e. yekemîn albuma wê ya solo ruhî rewan e.



28.08.2013 03:18 | terkexem

2. jina ku bi dengê xwe û çenga xwe dikare hespekî hêçketî jî terapî bike û têhna ax û welateke qerac û qelişî dane û bêhna teng û biqeswet ya gelekî bindest jî aş û avreşandî bike..



28.08.2013 05:21 | endazer

3. jina ku melayê cizîrî bo wê şi'ran lê kiribû.



28.08.2013 12:44 | înano lo

5. tatar keça tataran! xuşkên min ên tatar jî hene.. heta li şirnex mezintirîn êl û eşîr ya tataran e.. lê bi dilê xwe asîmîle bûne û çendî bi temamî qoricî bin jî bi kurdî diaxivin û ji kurdan zêdetir bi edetên kurdî ve radibin.. lê bi qewlê abbas ehmed mesele ne ev e! belê tara xan xwedawendeka mûzîkê ye.. û li gorî min lutf û kerem û nîmet û mûcîzeyeka xwudê ye ji bo me kurdan.. berê min di hevpeyvîneka pê re hatî kirin de xwendibû digot li nexweşxaneyeka taybet an klînîk baş nayê bîra min bi çenga xwe û stranên xwe nexweşên psîkolojîk terapî dikim.. û digot ne ji mêj de ye ez hînî jenîna çengê bûmê.. û digot bizanebûn hemû stranên xwe bi zaravayê hewramî dibêjim û distirêm.. erê ka bistire lê!



17.09.2013 06:11 | endazer

6. li ber dilê min Xwedawenda mûzîkê ye.



17.09.2013 19:06 | seydayê_peyvan

7. kêliya dî ez liqayî wêneyekê xanimê hatim, min ne wezinandiye lê lamikên wê yanî hinarikên rûyê wê her yek 5 kêlo goşt tê heye.. maşelleh dema dikene dêmên wê digihin hev û dev û lêv di nav dêmên wê de wenda dibe..



07.10.2013 23:43 | endazer

9. hunermenda ku peyvêk tenê ji bi tirkî nizanê. *

(bnr: peyam û agahî yên vir û derew)



13.01.2014 13:26 | karmatî

10. bi tirkî zane, tirkiya wê ne ew qas baş e lê bi hêsanî dikare ya dilê xwe bi der bîne.. par an pêrar baş nayê bîra min derketibû ser televîzyona habertürkê, û bibû mêvanê bernameya doğru açıyê.. di wir de bêyî tercûman bi tirkî diştexilî.. ez lê geriyam lê qeyda vê bernameyê min nedît..




11. keybanûya muzika kurdi. Bi xêra wê min arp nas kir û ji arpê hez kir.



11.02.2015 14:58 | diclefirat

12. Gavek berê di malpera onedioyê de min navê wê dît. Bi rastî şaş dimînim ku çawa berê navê wê nebihîstime. Bi min loreena mckennittê kurda ye. Niha strana wê ya bi navê sîmfonîya gûman guhdar dikim. Kêfa min pir ji muzîka wê re hat. Niha difikirim ku navê wê çawa derneketiye pêşiya min.
Li başûr hatiye dinê û stranên xwe bi soranî dibêje. Gelo stranên wê yên bi kurmancî hene?



11.08.2020 21:33 | yûsiv

13. ez bawer im divê paşnavê wê jaff be.

stranbêja ku bavê min heyranê wê ye . .
ev zêdetirî deh sala ez strana ey yaran yaran guhdar dikim .
bi rastî jî xweştirîn stranê wê ey yaran yaran e.





her wekî din dengê ku ez nêzikî tara jaff dibînim
ilana eliya ye "kurda cihû".

jixwe ez wê hewramî zanim ,
stranê wê nî kurmancî hene ..



12.08.2020 01:39 ~01:43 | shwinsherm

14. *hunermendek hêja
Ez nizanim ji ku derê bihuştê dengê vî jina revî û ket nav cîhana Kurdan...




(bnr: soryaz)




(bnr: her warek bi bilbilek)



12.08.2020 13:23 ~13:24 | fîriko lao

15. (bnr: yaran)

Ey yaran yaran, dos yaran beydê
Yanew nazaram, pê nîşan deydê
Înca řahetî cestey meynet barekem
Teskîn we bałay (dłey), př ce xarekem
Înca er azîz wey tewr, lêm kero stem
Xelasîm nyen, emcar xatrcem
Ey yaran yaran, dos yaran key dîm
A wade to dat, xêr lê řay nedîm
Ey yaran yaran, dos yaran beydê
Yanew nazaram, pê nîşan deydê
Înca ne to kerdt xêr, ne mnîş xêrhatê
Pewkê kewtênmê, her yo welatê
Înca ta key bnîşo le say dîwaran
Zencîr le gerden çûn gunakaran
Ey yaran yaran, yawerînt bo
Qolî pr bazn, şew serînt bo
Ey yaran yaran, dos yaran beydê
Yanew nazaram, pê nîşan deydê
Ya xêr ădett, pey tewre kerden
Ăşq meyawnîne, şerarey merden
Hałyetm yawan, şerarey merden
Heres wemałm, maçî dł serden
Yanew nazaram, pê nîşan deydê
Ya xêr ădett, pey tewre kerden



24.04.2023 23:16 | burak derdilî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tara caf
» cafeya asoyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî