Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
xewnên ecêb ên tirşikvanan - tirşik
xewnên ecêb ên tirşikvanan

Navê mijarê ya ewil ev bû:xeynên ecêb yên tirşikvanan
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xewnên ku piranî tên jibîrkirin ji ber ku bêwate ne. lê min xewna xwe ya duh ji bîr nekir;
ez û komek camêran rûniştibûn. ez nizanim ew kî bûn lê bi qasê min fêhm kir, mirovên payebilind bûn.
me di civînê de biryarek distand, ji niha pê ve navê zanistî ya "çîrok/qise/sohbet ku îhtîmala rastbûna wan heye" wê "rapol" bûya.
weke mînak kesek ji we re behsa serpêhatiyeke xwe kir, an jî di derbarê bûyerekê de îfadeya xwe de fîlan, ger îhtîmala rastbûna gotinên wî zêde bin, wê navê vê axaftina wî an jî nivîsandina wî rapol bûye.
min çima xewnek wisa dît, qet fikreke min tune. min di înternetê de jî li rapol geriya, lê tu encamek watedar nedît *



08.01.2017 15:44 | simurg56

2. pêşî (bnr: îja xeyn çi ye)

rastnivîs (bnr: mela molotof bavêje dê cimaatê bombe berde)

em werin ser şîroveya xewna te . tê di pêşerojê tevlî projeyek bi kesên jêhatî û pisporên karê xwe be. lê di wê projeyê hunê gelek bipeyivin . çiqas îxtîmalê serkeftin û tiştên divê astengî çê bibe di vê projeyê hunê niqaş bikin. heta ku hun bigihêjin ramanek resen ku ewê ji senteza wan ramanên cûda pêk bê. rapol mîna tîpên parola nîşan dide ku tiştek veşartî yan jî aîde endamên komê bibe.



08.01.2017 16:30 | kocer.rojhelati

3. Xewna min a hefteyeke beriya niha.
Min dît ku Simurg56 efendî malpereke nû vekiribû lê ji me re negotibû. 40 hezar nivîskarên tirşika nû hebûn.
Gelî tirşikvanan hay jê hebîn Simurg56 bêyî me dibe ku tiştekî wisa li ser me biqewîmîne *



12.01.2017 12:32 | ferhenga şikestî

4. berî çend roja min dît: ez hevaleke xwe û kayyumê batmanê, me li kuçeyên batmanê digeriya û ne niqaş dikir li ser rewşa batmanê.



12.01.2017 20:22 | xwelî li ser

5. Ecêb e an nîne nizanim lê min du roj ewil di xewna xwe de dît ez ketibûme girtîgehê û hindir de zehv cixare dihate kişandin. ez ji bêhna cixareyê acis dibûm.



12.01.2017 21:57 | bûtîmar

6. min jî di xew de dît ku ez çûme hîvê lê wekî ku digotin nîn bû, oksîjen hebû, av hebû, dar hebûn lêbelê ecêba xwedê "lojmanên toki"yê jî hebûn (emojiya mirûztehlkirinê)



13.01.2017 11:42 ~11:55 | ceso

7. berî destpêka dibistanê gelek caran min tiştên weke xar û gokan didîtin ku herdem dizîvirîn, dimeşîn û dibihûrîn. geh biçûk dibûn geh mezin dibûn û ser bi min ve dihatin. ew e ku pêl min nedikirin. di pola 8mîn de min meyzand ku analîtîk geometrî , geometrî û hawîdora mın a di wan xewnên min de ditijibihine hevdû. îda ecêb kêfa min ji matemetîk û geometire hat. hêjî ez ji mat û geo hez dikim. *

wê şevê jî min di xew de dît kû ji aliyê sûrî ve û li ser rêya îpekê bi hezaran xelekên biçûk û mezin dizîvirîn û dimeşîn û êrîşî mirovên di rêya wan de dikirin. xêre îşellah.



13.01.2017 18:22 ~18:27 | gumgumok

8. ez kengî bitirsim yan jî aciz bibim di xew de metroyekê dibînim. ez li metroyê siwar dibim û ew metro di tuneleke tarî de winda dibe bitirs şiyar dibim.



13.01.2017 18:56 | gêjê

9. pêr min du xewn li ser hev du dîtin. a ewil ev bû: ez di nav cihê xwe de radikevim, dema şivaqê ye. çarşefên doşek û lihêfa min spî ne. keseke pisîkeke nû-welidî anîye. çavlixew zorê piştên çavên xwe vedikim. pisîk qasî mista min e û cihê xwe xweş dike li ber destê min û pişt, çima, dev tiliyê min dike. tu naêşe lê kêfa min ji devkirina wê nayê. hewl didim lê ez nikarim destê xwe xilas bikim û heman demê xew giraniya xwe dide min... di xewna xwe ya duyem de jî min kevokeke bask-şikestî dît. heyfa min lê tê. lê xuya ye, ez dizanim ku ew baş dibe. baskê wê ya çepê şewitî ye.

ji xew radibim.



05.01.2018 20:47 ~20:48 | biruya hayao miyazaki

10. Min rêya aveke pingehayî ya mişarekê vekir daku jê biherikê û do caran destê miriyeke nas maç dikir. Xewneke zehf watedar e zehf.



05.01.2018 22:17 | gumgumok

11. Berî aniha çend mehan min xewnek pir ecêb didît ku nihaka tê bîra min.
Ez li Nisêbînê me û li ba mala pîrka xwe me û hunermend sefqan orkêş jî hatîye serdana me. Em hemû derketine li hewşê. Dîya min û pîrka min kûtilka çêdikin û min jî agirek dadaye û li ser alîyek beroşek goştê nagona dikele, alîyek jî kûtilk... Îca ji Sefqano re Dibêjim:" Mamoste heyran, ger tu birçî be, kûtilka têx ber dilê xwe."
Wê çaxê mamoste mehdê xwe li min dike û dibêje ku kêfa wî ji kûtilka re naye. Dilê min dike hezar perçe. Di dilê xwe de dibêjim" ma, mirovên ku ji kûtilka hez nekin ji çi re ne?!"
Dûra, Ez jî li ber wî digerim dibêjim, " mamoste, tu divê goştê golika heye, ez wê dêynim li ber te" li ser vê wek dijmina ewrên tuj li min vedidi û kela girî dikeve qirika min)):

Nîşe:
Xewnek pir ecêb bû ku ez pê hesîyam kûtilk di dilê min de cîhek çiqas gelekî qewîn girtîye û heta hezkirîyê min li ber çavê min reş dike.
(bnr: di têkîlîyan de rol û girîngîya kûtilka)



01.08.2021 21:25 ~21:27 | pîroz

12. telefona min şikestîbû min jî go "temam ev qas xewn temam e".

(bnr: mirov bi rastî ecêbmayî dibe)


paşê min dît ku telefona min ê delal yekparî bû. oxweş.



20.02.2022 18:01 | heval.js

13. şevê dî min di xewnê de ciwan haco dît. şofêrtî dikir di navbera amed û mêrdînê de. pereya min têrî nekir û min got ser min zêde nîne. gotê: mesele nîna xwîşka min rûna, kêfa xwe binêra. û di rê de stranên xwe yên herî xweş lîland ji me re. xewna min a herî xweş û ecêb.*



20.02.2022 21:22 | ezcan

14. yên min bi taybetî ecêb nîn in lê ecêbîyek wissa tev e ku berî razanê çi hişê min de bibe ew dikeve xewnên min.



09.05.2022 16:42 | ciwanzêr

15. Li nêzî gundê me(gundê deştê ye), li nav erdê me min pezkovîyek birîndar dît, min ew girt û min ew bi xwe re
bir çûm malê lêbelê leşkeran bi ser mala me de girtibû û herkesî derxistibûn derve. Malbata min bi aliyê min de hatin. Ji mecbûrî min pezkovî berda û min got bila xwe xelas bike. Lê hinek gundiyên me bi dûv wê ketin ji bo wê zeft bikin. Ji aliyekî ve jî ez pirtûkên Kurdî yên ku li hundir difikirîm û ditirsîm ku gelo wê bibin pirsgirêk yan na.

Xewna min ya doh bi şev ewqasî hat bîra min. Xwedê bi xêr bike.



10.05.2022 16:24 | xabûrî

16. Ez bûbûm endezyarê nivîsbariyê û diçûm şîrketekî gelekî mezin. Digihim ber şîrketê û dikevime. Diçim li ser kasa xwe û rûdinim. Û li ser laptopa min logoya tirşikê hebû û ez matmayî mam min got çi? Û piştre dirabûm û derdora xwe dinêrim û yekî por dirêj dîtim wî jî min dît. Berçavkekî xweşik û cilên karîzmatîk xwe kiribû. Hêdi hêdî dihat cem min û got tu ne Horhorîk î? Min got belê tu kî yî? Û wî digot hahaha ez simurg56. Min got çiiiiii????? Herwiha diçûm ser masa xwe û kodên tirşikê dinêrim û ez çi dibînim: tirşik li ser Wordpress vê hatiye avakirin. Min ji simurg dipirsî lê dewama vê nayê bîra min mixabin.



13.12.2023 17:31 ~17:33 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewnên xebroşk
» ecêbmayîno
» ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin

Kategoriyên mijarê:: tirsik anket tirsik anket tirsik anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî