Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 85 peyam
naruto - tirşik

anîmeyek e. qala serpêhatiyên nînjayekî 12 salî dike. Ev nînja wexta ji dayik dibe, şeytanekî 11 terî (kyuubî) êrîşî gundê wî dike û nînjayekî ji gundê wan vî şeytanî bi mohrekê dixe hindurê naruto....
(2 şîrove)
naruto
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. animeyeke gelek xweş e. ji mangaya dîsa bi navê naruto veguhestiye animeyê. qala serpêhatiyên nînjayekî 12 salî dike. Ev nînja wexta ji dayik dibe, şeytanekî 11 terî (kyuubî) êrîşî gundê wî dike û nînjayekî ji gundê wan vî şeytanî bi mohrekê dixe hindurê naruto. ev nînjayê ku mohrê dike nînjayê herî baş ê gund bûye.(ji bo nînjayê herî baş ê gund dibêjin hokage) ji ber ku wê mohrê dike hokageyê 4. li wir dimire.
Ji ber ku êdî di hindurê naruto de şeytan heye, her kes jê dûr dikevin û jê nefret dikin, wek ku wî êrîşî gund kiribe. lewma naruto tenê mezin dibe. heta ku rojekê mamosteyekî wê lê xwedî derdikeve dibêje kes min qebûl nake lê piştî wê rojê jiyana wî ji kokê de diguhere û dibêje va ye dikarin min qebûl bikin filan û bêvan.. armanca naruto ew e ku rojekê bibe hokage û bi saya vê yekê herkes wî qebûl bike lê gelek wext jê re lazim e. divê xwe bi pêş bixîne û bibe nînjayekî pir baş.
piştî ku min dest bi temaşekirina vê anîmeyê kir êdî hertim lê temaşe dikim. jiyana min bûye naruto û narûto* her beşeke wê 17-18 deqe ye û gelek herikbar e. cara ewil bi navê naruto dest pê kiriye lê piştî 220 beşî navê wê kirine naruto: shippûden. di vê rêzê de narûto sê salan mezintir e. beşên anîmeyê xweştir kirine. bikaranîna muzîkan, xêzkirin filan tev baştir bûne.



09.01.2017 11:25 | mergehez

2. çend heb soundtrackên gelek xweş ên vê anîmeyê:








21.01.2017 23:24 ~23:24 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» naruto

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî