Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
mêrên pordirêj - tirşik
mêrên pordirêj

Navê mijarê ya ewil ev bû:mêrên por dirêj
(2) (4) (2)
di mijarê de bigere

1. Mêrên ku hin caran mirov ji pişt ve dibe qey jin in wisa bêdew xuya dikin. Lê hin jî dema ku pora xwe kin dikin dibin yekî din wusa qeşeng dibin. Ger por hebkî zer û dirêj be rasta pir xweşik dibe.



29.03.2016 11:23 | gulêê

2. Do mehe nîyetim 5 meh şûnda pordirêjim .tabi cermê min cermê kurdane porê min jî porê kurdana . Çi porzerim çi jî xizim zerim erê gava brad mired a dinihêrim dibejim axx axx xwazil porê min jî gava dirij be mîna porê wan be . Lê ez jî zanim wisa nabim lê dibêjim bila dilê min da nemîne .



Pişt dirijkirina mehin 3. De dibe kul û dert



29.03.2016 14:53 ~15:00 | xeteraqirêj

3. ez im.

ev bi qasê 11 sal in porê min dirêj e. ji milên min jî derbas dibe gelek caran. di nav civaka kurdan de rewşek zehmet e.

pêşîn divê hûn malabata xwe hîn bikin. piştî salan, wê daxwazên wan yên tund ku hûn porê xwe kurkin vegerin pêşniyaran û di dawiyê de wê tenê bêjin "bi ya min kurt spehîtir bû"

paşê divê hûn derdora xwe, cîranên xwe û nasên xwe yên dûr qanî bikin.

piştî van jî divê êdî dema hûn herin bajar û bajarokên kurdistanê, hûn xwe hînî nêrînên ecêb amade bikin.



an di nav van 11 salan de nêrîna gelê kurd ya li hember mêrên pordirêj guherî an jî ez zêde zêde hînî guhnedana gotinan û nedîtina mêzekirinan bûm.



29.03.2016 21:30 | simurg56

4. di nava civata kurdan de karekî zehmet e (bnr: modernîteya derengmayî)

ya rastî di nava koremara tirkiyeyê de gelek zahmet e, tabî sedemên wê hene;

dema yek porên xwe dirÊj dike, derûdorên wî jê re dibÊjin 'qey tu jî bûyî artîst, tu jî bûyî serserî, jixwe tu jî sût û tolaz î' falan û bêvan, dema meriv tawanên hanê dibînê, fîlmên tirkan tê bîra mêriv, di salên 80'î de di fîlmên tirkan de nexasim karakter û lehengên xirab hene ku porên wan dirÊj e, heta aniha min qet nedît ku karekterekî pordîrej yekê baş be, yan eroînman e, yan sût e, yan berredayî û doxînsist e, loma jî bi rêya fîlman di hêşê kurdan de jî îdraqeke wilo hasil bûye, dema yek porê xwe dirêj bike teqez berredayî ye!



bavê min ji ji dirÊjkirina poran nefret dike, dema ez wêneyÊn wî yên xortaniyê dibînim, çendîn negihîje milên wî jî, bi giştî porên wî dirêj in, dibêjim bavo ev çi îş e? dibêje wan çaxan wisa bû, pekî tu çima bela xwe li xelkê didî? bersiv tune..



29.03.2016 21:56 | ferhenga şikestî

5. Bi ya min mêrên sîmanê wana girover in û qelew in por li wana nay.
carekî zaningehê de min ê adres bipirsiya min go "hanım efendi! bakar mısınız?"
(dişibiya jinek e qelew a por dirêj)
zivirî min dêna xwe day simbêla hamfendiyê heye.
nebê nebê ew mêr ê. *
ew roj şûnda ez pirdîqqat dikim.

lê mêrê jar, ser biçûk tê.
mînak: Kazım koyuncu, zilamên îtalyan ên jar..
porê dirêj xero abbas jî tê. Lê pêşiyê ve zehv weşiyaye*

şûştina vî porî zehnet e bawer dikim.



14.01.2017 15:08 | bûtîmar

6. Ger ew mêr pordirêj û porkurîşk be ser de jî çav, birû û bijangên wî jî reş bin dê gelekî qeşeng bibin. Bila mêrên Kurdan guh nedin mezinên xwe.Poran dirêj bikin, hin kî jî xwe qurre bikin. Keçên qêmîş nekin ku li we binihêrin.



09.11.2019 16:36 | fatoş xanim

7. ez bi xwe pordirêj im lê min tu sûdê jê negirtiye. tenê pîra min carina dibêje eyb û hew * neyse sedema min ê dirêjkirina porê ne sûdwergirtin bû. dilê min usa xwest loma.



28.11.2019 00:26 ~00:27 | kurê xelkê

8. Bila mêrên porfirêj bibexşînin lê li gorî min porê dirêj qet li mêran nayê *



28.11.2019 07:41 | xabûrî

9. Porê gava dirêj dibe, dibê Mina hirîyê û qet jî li min nayê.
Lewma ez pore kin hez dikim, him rehetî ye jî



28.11.2019 15:15 | seryasêdilşûşe

10. ev 14 sal in ku ez im. havînê an divê hinekî were kurtkirin û patik hewayê bistîne an jî divê were girêdan. ez girê nadim lê kurt dikim carina. ger na patika mirov dişewite.
problema min ya herî mezin ew e ku kurê minê 4 salî dema aciz dibe, porê dikişîne û 10-15 mûyan jê dikişîne.



30.11.2019 20:57 | simurg56

11. Porê me jinan jî bêhtirî dirêje, lê ne giranî dike ne jî şûştina wê bizehmet e. Hetta gava dibe zivistan ew por rû û stûyê me xweş germ dike* *



30.11.2019 20:58 | fatoş xanim

12. Di demên zanîngehê de ez bûm, ya star, ew çi wêrekî bû law. Te bîra min dema min porên xwe jê kirin çawa bûbûn çivîkek sivik û azad...

(bnr: here û venegere)



30.11.2019 21:24 | biruya hayao miyazaki

13. weke gelek kesan wextê li zaningehê bûm, min jî porê xwe dirêj kiribû. tibabekî dirêj bû tam dirêj bû yanî.
dema niha wêneyên ji wê demê maye dinêrim, dibêjim qey di wê serdemê de min qet li eynê nenêriye û tu kesê min jî tunebûye ji min hez bike û hişyar bike *



30.11.2019 21:38 | brusk56

14. Qet ji min nayê. Lê birê min ên mezin hemû di wextê xwe da porê xwe dirêj kiribûn.



01.12.2019 00:56 | kajav

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» mêrên por dirêj

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî