Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 32 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; ferqa wî/wê û vî/vê
peyamên çepikkirî

96961. Wî û vî nêr e mînak: wî wêneyî bide/ vî wêneyî bide. wî ji bo destnîşana dûr e lê vî ji bo destnîşana nêz e ango eger bireser ango nesne di cihekî dûr de be meriv wî bi kar tîne û eger bireser di cihekî nêz de be meriv vî bi kar tîne. Di tirkî de meriv ji bo wê dikare bêje o ( o resim) ji bo vî jî dikare bêje vî (bu resim)
Minakeke dî : ez ji vî kurikî hez dikim ( diyar e ku Wexta behsa kurikî dike kurik di cihekî nêz de ye) ger bêjî ez wî kurikî hez dikim ( kurik di cihekî dûr de ye..

Wê û vê mê ye ev jî mîna mînaka jor e.
Eger nesne nêz be vî/vê bi kar tê û eger nesne dûr be wî/wê bi kar tê



08.06.2013 14:50 | simurg56

97012. Li banî baș hatiye îfadekirin. E'jî hinekî lê zêde bikim.
Wî/ew dûr e an jî ne li wir e.
Vî/ev nêzîk e.

ew dûr e, ev nêzîk e


Not: di hevokê de dema wê/wî ji bedêla peyvekê werê bikaranîn û wate neguherê ; divê ew peyv tewangî be.

Mînak :
Ez çûme pey șivên/șivanî.
Ji bedêla șivên/șivanî "wî" binivîse. Wisa çêdibe :
Ez çûme pey wî. ( wate neguherî, Naxwe divê di vê hevokê de șivan tewangî be. "....pey șivên/șivanî" rast e, "...pey șivan" xelet e)


șivan tê > wî tê ( 'wî tê' li gorî gramera kurdî xelet e. Yanî divê (șivan) tewangî nebe. Di vê hevokê de "...Șivên/șivanî..." xelet e; "...șivan..." rast e)



27.10.2013 15:55 | simurg56