Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bênimêjî - tirşik
bênimêjî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê îşkenceya ku jin heta çil pencî salên xwe her heyv dikişênin. Jinên ku dikevine cilan de nikarin nimêj bikin loma ev nav lê kirine. Ji xeynî sancî û êşên ku dikişênin behntengî, acizbûn jî di nav bertêkên wê de ne. Li kurdistanê jin fêdî dikin qala bênimêjiyên xwe bikin. Ji ber vê gelek jin di remezanê de ku di van rojan de bin jî radibine paşîvê. Mixabin dayikên me hê nizanin keçên xwe hînî van tiştan bikin yan jî fêdî dikin weke tabuyê ye. Loma jina ku nû dikeve bênimêjiyan de ditirse , xwe sucdar hîs dike nizane bê wê çi bike.
(bnr: ketina cilan)



18.01.2017 18:08 | gêjê

2. (bnr: mehik)
(bnr: lêgerîn)



18.01.2017 20:37 | ceso

3. di nav kurdan de tabû ye, ewqas ku kes navê wê jî tam nizane. gelek kes dibêje nexweşî.
- tu vê mehê nexwweş bûyî?

piraniya nexweşên ku tên min bi kurdî dizanin, ez jî bi wan re bi kurdî diaxivim lê dema mesele tê vê meselê nizanim çawa bipirsim.
- tu vê mehê edet bûyî?
- ????????
- edet edet!
- ha, na welleh ev du meh in nabim. (bi şermokî)

gelî nivîskaran, ji vê problemê re çareseriyek bibînin. yek ev yek jî di kurdî de problematîka navê mehan



18.01.2017 20:43 | simurg56

4. Xezeba li ser jinan e. menstruasyon an regl jî tê gotin. Laşê jinan her meh ji bo dolkirinê hêkek amade dike. Ku ew hek neyê dolkirin eşk dibe , zûha dibe û bi riya xwînê xwe davêji derve. Hingî Navên cûr bi cûr hatiye Li ser kirin , hingî tê veşartin mirov bê hemdê xwe dibêje " gelo ez her meh dikevim gunehê , ev çi bobelat e ? " .



18.01.2017 21:17 | biaqila malê

5. (bnr: ketina kincan)

- çiyê te heye, ruyê te sar buye?
- ez ketime kinca lê, ez dimirim :/



19.01.2017 20:46 | biruya hayao miyazaki

6. (bnr: kiras)



12.12.2019 01:54 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bênimêjî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi jiyan zanistitenduristi jiyan zanistitenduristi jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî