Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    diyarbekir - tirşik
    diyarbekir
    (5) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. (bnr: amed)



    29.09.2013 02:24 | saladin

    2. diyarbekir, diyarê bekir an diyarê baqır (bi qewlê şivan perwer) *







    08.12.2014 11:49 | xwelî li ser

    3. Li gor nêrînekî demekî li vê herêmê eşîra bekiran hebû. Û wê eşîrê ev der kiribû bin desthilatiya xwe de. Ji bo wê navê wê bûye diyarê bekiran

    Lê Amed amîd navê kevin e.



    08.12.2014 15:38 | xendekî

    4. Bajarê ku dikeve başûrê xarpêtê.
    îro kurdên çepgir dibejin amed.
    Dilê min nare ez bêjim amed. Esaleta diyarbekr baştir e.



    15.01.2017 20:46 | elaziz izzetpasa camii

    5. Zû de ye berê min neketibû wî alî. Taliyê duh li wir bûm, li Diyarbekirê.. rojeke têr û tije bû, kolan bi kolan geriyam, bi hevalan re civateke xweş ava kir. Her ku digeriyam xemginiyekê xwe diavêt nav dilê min. Her kolan bîranînek bû, hevalek bû, teşqele û şahiyek bû lê tev çûbûn. Bi ser de Diyarbekir jî ne wekî berê bi coş û xeml bû û nizanim çima mirovên lê dijîn, ji min re cudatir dihatin Xûya. Di reng û rûçikên wan de çavên wan de kûvîtiyek hebû û hinekî jî êrîşkarî. Dema vegeriyam malê li ser vê fikirîm * bajar û mirov gelkî dişibin hev.



    02.05.2017 18:10 | sergijik

    6. Bajarê min e. bajarokên wî bismil, çêrmûg, çinar, erxenî, gêl, farqîn, hezro, hênê, karaz, licê, pasûr, pîran, şankuş.
    (bnr: rêbera rastnivîsînê)

    (nnr: "î" ya dîyarbekirê) (bnr: dernakeve loma)



    09.12.2019 23:17 ~2019.12.10 21:16 | mirovekirind

    7. Dema ez mirim, min ji hin kesan ra gotîye, min vegerînin wêrê! piştî mirinê be jî, dê erd û kevirên wî, av û xwelîyên wî li min baş bê.



    09.12.2019 23:34 | mirovekirind

    8. Bajarekî kurdan ê ku kurdî li navenda wî ber bi mirinê ve diçe ye. Tirkîya wan jî ne ti tirkî ye bi telaq! Nîşe: ez jî Diyarbekirî me lê ne ji navendê me çoq şikir *



    10.12.2019 02:32 ~11:05 | xabûrî

    9. û herwiha (bnr: amed).



    10.12.2019 08:14 | xelîl

    10. kurdî ne tenê li amedê her wiha li botanê jî ber bi mirinê ve diçe lê her kes amedê tawanbar dike. bila kes nebêje em li botan bi kurdî dipeyivin. piştî xendekan li temama bakurê kurdistanê tirkî bû zimanê rojane.



    10.12.2019 12:33 | kurê xelkê

    11. bajarê ku mêrdînî jê re dibêjin carbekir. Herçend di şerê azadiya kurdan de bajarê pêşeng jî be eger ne ji navçeyên wê yên kurdewar bûya tu eleqeya wê û kurdbûnê bi hev re nedima. tişta ku diyarbekir dike kurd barkirina kurdên ji navçeyan a ber bi navenda bajêr e. û kesên ku diyarbekir bi wan navdar bûye jî ev in. ji xwecihên diyarbekir heya îro min yek merivek kurdewar nedîtiye. dev ji nivîskar û hunermendan berdin hema bila yek kes rabe were bibêje eslê me ji navendê ye û vaye ez bi kurdî zanim û binivîsim ez ê lêborîna xwe bixwazim. navenda bajêr heya îro bi huner û edebiyata xwe tenê ji zimanê tirkî re xizmet kiriye. herwekî ji hêla edebiyatê ve cahit sitki taranci, ziya gokalp, orhan asena, sezai karakoç, süleyman nazif, ali emiri li gel ku kurd in û ji diyarbekir in jî berê xwe dane tirkîtiyê. û her wekî stranbêjên mezin yên weke celal yarıcı, celal güzelses û hwd. taybetiya vana ya hevpar ew e ku ji navendê ne. helbet ji xeynî cemîlpaşazadeyan. tişta ku diyarbekir dike diyarbekir gelê farqîn û bismil û hezro û licê û çinar û erxen û hênê û qulpê ne. jixwe ev bi tena serê xwe ji 600.000î zêdetir in.



    10.12.2019 13:07 ~13:25 | ceso

    12. Vê taliyê li meydana deriyê çiyê, ji aliyê qeyûm ve Bêyî ku guh bidin estetîk û xemla bajêr koneke mezin û bê teşe hatiye vegirtin. Ev kon, bi kêrî çi tê Nizanim lê Her ku li rastê vê ucûbeyê têm pirr hêrs dibim. Heyfa min tê ku bajarên me di destê van Hovan de wiha tê hetikandin.



    03.04.2020 00:59 | xeyda

    13. di 17ê Sermaweza 1937an de, mistefa kemal (ku kurd jê re dibêjin misto û tirk jî jêra dibêjin ataturk) tê Diyarbekir û di nav xeberdana xwe da navê bajêr "diyarbakır" dibêje, tu kes taqet nake û newêre jê bipirse kuro çima te wisa got, di heman şevê de avahiya zimanê tirk (tdk) biryar dide û navê bajêr êdî dibe diyarbakır.



    03.04.2020 01:16 | afa

    dengdanên dawîn (yên din..)
    kurdgpt [1]
    Pergalek Jirahiya çêkirî ya kurdî ku binesaziya chatgpt bikar tîne. Ew...
    kesrewan [2]
    serpoşa jinan e ku ji heft rengan pêk tê. berê li aliyê hekarîyê jinên...
    bismil [2]
    Navçeya ku cara pêşî ji alîyê dewletê ve koçerên bulgar lê ...
    tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1]
    Di hevpeyvînek kolanê de gotinên kurdekî heye. Kesî ku Hevpeyvîn çêdi...
    epictetus [1]
    Epictetus fîlozofekî Stoaparêz bû ku di navbera salên 55-135-an de jiy...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » diyarbekirspor

    Kategoriyên mijarê:: cihuwar
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî