Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
brusk56 - tirşik
brusk56
(21) (1) (11)
di mijarê de bigere

58. nivîskarê ku ji bo azmûna tusê dixebite û loma nikare têkeve tirşikê. tênakeve lê ez bawer im dixwîne. heta piştî meha îlonê jî hêviya min ya vegera wî tune.

her ku nekeve tirşikê keyfa bêtir xweş dibe ji ber ku dizanim ku ji azmûna xwe re dixebite.



21.05.2015 20:14 | simurg56

59. Nivîskarê ku xwezî bi qasê ku nanivîse, bikariba ders bixebite * ji ber karên interntiyê, ji ber hevalên ku bela xwe ji mirov bernadin û ji ber mamosteyan, bi zorî dikare wext bibîne bixebite.

Lê dîsa jî ji paşerojê hêvîdar e.



21.05.2015 22:26 | brusk56

60. Nivîskarekî me yê hêja ye. Zaningehê, beşa bijîşkiyê qedandiye. Êdî em jê re dikarin bibêjin bruskê bijîşk*

Serkeftin ji te re birako..



16.06.2015 17:51 | mergehez

61. Tirşikvaneke hêja yê tirşiknetê ye



16.06.2015 17:54 | darînê daryo

62. duh fakulteya xwe qedand û bi merasîmek gelek xweşik û kurdewar derbasî qonaxek nû bû. lê hê belaya mezintir li ber wî ye: tusa îlonê.

(bnr: merasîma mezûniyetê ya alternatîf ya zaningeha dîcleyê fakûlteya tibê)



16.06.2015 19:11 | simurg56

63. nivîskarê ku ne moderatorbe ez jî bi tişkî nizanim.



16.06.2015 19:54 | shorbevan

64. nivîskarê êdî bûye bijîşkê fermî ê tirşikê ye.

mezûniyeta wî li ser xêrê be *



16.06.2015 22:17 | berxweda

65. Bo min (bnr: rol model) e. Kurd é, Kurdperver e, walatparéz e, bijîşk e,



17.06.2015 00:04 | tîrejên rojê

66. Hevalekî başe û dilenkî paqij di piçenga xweda digerîne *



17.06.2015 18:00 | hogir elegez

67. pîra min berê ji min re digo, 'kuro bixwîne bibe doxtor ji xwe re mîna artîstan bigere, doxtorên me pax bi xelkê nakin, ji xwe re biaqil be' falan lê mi digo pîrê ez teralekî xwudê me ji min biqêre..

pîra min rast digo ev zilamê ha jî piştî ku bû doxtor pax bi xelkê nake êdî.

mi du hefte berê jê re peyam şiyandibû lê qet zehmet nekir û bersiva peyama min neda..

doxtor efendî! dinya ji te re jî namîne



24.08.2015 08:43 ~08:44 | ferhenga şikestî

68. amadekariya azmûna tusê dike loma êdî nayê van deran. Van rojan wê tevlî qampek kujer ya ji bo vê azmûnê bibe.

pişti azmûnê hêvî heye vegere.



24.08.2015 23:49 | simurg56

69. tirsikvanê zîrek ê ji ber peyamên xwe yên:

-abdullah ocalan: serokê partiya karkerên kurdistan

-abdullah ocalan: rêberê gelê kurd

rastî reşşikên dijber'an hatiye *



24.09.2015 19:17 | xendekî

70. Nivîskarê tirsikê yê ku beşdarî tusê bûye û xwedê hez bike wê di demek kurt de vegere tirsikê..

Coming soon *



24.09.2015 19:44 | brusk56

71. nivîskarê fîlm li tirşikê bar dike lê puan nadê. nizam çima!

Here lînkê



28.10.2015 23:46 | azadixwaz

72. nivîskarê ku ji bo ku ajansên nûçeyan di derbarê tirsik.net ê de nûçe çêke, peyamek bi kurdî û tirkî amade kir û şand rudaw.net, kurdistan24.net, nerinaazad.com,radikal.com.tr, trtnûçe, xebatnews, yuksekovahaber, azadiyawelat, imctv, zaphaber, sputnik kurdistan, kurdistan24.org, rojevakurdistan.org.



ez peyamên ku min şand, li vir parve dikim. ger hûn bixwazin hûn jî dikarin hinek malperan re bişînin an jî belkî nasê we hebe, rojnamevan felan.



peyama bi kurdî ;

merheba rudaw !

ez vê peyamê weke nivîskarekî tirsik.net'ê dişîninim.

tirsik.net yekemîn ferhenga înteraktîf a bi kurdî ye. ji aliyê bijişkekî ve hatiye saz kirin ku ew bi xwe jî di malperê de bi nicka simurg56 dinivîse.

ev malper beriya du sal û nîvan dest bi weşanê kir. heta niha zêdetirî hezar kes lê bûne nivîskar û her roj bi sedan peyamên nû tên nivîsandin.

malpera ku tirsik.net'ê di nav xwe de, beşa sînemayê, beşa pirtûkan, beşa caps û karikatoran û radyoyê jî dihewîne.



bi ya min, tirsik.net ji ber ku tekane malpera kurdî ya bi vî rengî ye, hêja ye ku bibe mijara nûçeyek di rudaw.net'ê de.



ger hûn bixwazin nûçeyek biweşînin di derbarê tirsik.net'ê de, ji bo standina agahiyên berfirehtir an jî çêkirina hevpeyvînanan, hûn dikarî peyamek bişînî moderatorên tirsik.net'ê. an jî rasterast vê mailê bibersivînin ez ê bikarim we bigihînim wan ..



gelek spas. dembaş.





peyama bi tirkî ;

merhaba xebatnews !

size bu mesaji tirsik.net in bir yazari olarak gonderiyorm. tirsik.net ilk kurtce interaktif sozluk. yaklaşik 2,5 yil onca acildi. siteyi açan kişi sitede simurg56 nicki ile yazan bir genel cerrahi uzmani.

siteye şimdiye kadar binden fazla kişi uye olup yazarlik aldi. sitede ayni zamanda film tanitimi, kitap tanitimi ve caps-karikatur, radyo bolumleri var ki radyo dişindakilerin bir başka kurtçe alternatifleri yok.

bu bakimdan tirsik.net in bir haberinize konu olacak degeri tasidigini dusunuyorum. daha fazla bilgi almak icin tirsik.net teki moderatorlere veya biraktigim mail adresine mesaj atabilirsiniz.

teşekkur eder iyi çalişmalar dilerim ..



10.11.2015 15:12 | brusk56

73. kesê ku wa rûdaw bi dara peyneketîye.. kesê ku başkirîye ku reklam daye rûdawê lê ger ev malparên bîna rûdawê me reklam nekin em jî wan reklam nekin an em wan pîs bidin nîşan reklamek kîrêj li darxin ger rîya wan bi vê peyamê ket bira bizanibin ev tehdîteke û bîra rojê ducar sêcar me reklam bikin an ji bela asîstanê (bnr: simurg56) yanî (bnr: shorbevan) nafilitin heqê wan çi dike emê bidin wan heqê wan gurzekî şivên tere em ji ber deynê kesekî nerevîyane..



10.11.2015 16:59 | shorbevan

74. *Ew kesê ku piyê Kurdan dişemitîne û wan dixe nava qûşxana tirşikê.



10.11.2015 19:01 | şînşînok

75. Niviskarê berî tirşikê me hev nas kiriye. Lê tiştê balkêş hevnasîna me ne tê bîra min û ne tê bîra wî.



Hevnasîna me bi xêra qeydkirina telefonê hat fahm kirin û bi rastî jî ev hevnasîn gellekî balkêş e *



11.11.2015 01:23 | berxweda

76. nivîskarê ku îroj hemî peyamên xwe bi bawerke qedandiye

kuro bawerke em ji te bawer dikin*



06.01.2016 12:01 | ferhenga şikestî

77. haya keseke ji brusk56* tune ye gelo? herî dawî di meha kanuna '16an de têketinê kiriye. xwedê bike tiştekî nehatibe serê wî. na, heke bixwestekî nehatibe jî xwedê emrê wî dirêj bike û hema çend lître* oksîjen li ber monîtora tirşik-vekirî vexwe, kevir nabare. *



18.04.2017 18:57 ~19:04 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» brusk56

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî